Fotograf: Ahmet Okur - Bitlis/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cenazeyê Pinar Gultekînê li Xîzana Bedlîsê hatiye binaxkirin.
Cesedê Gultekînê ji Saziya Edlî Tipê ya Mûglayê hatiye wergirtin û malbat û xizmên wê birine Xîzanê.
Li Xîzanê jinan derbesta wê hilgirtine û birine ber Mizgefta Ulu ya Bedîuzzemanî. Mûrat Demîr, miftiyê navçeyê nimêja cenazeyi kiriye û paşê cenaze li goristana gundê Xeydayê hatiye binaxkirin.
Li gel malbat û nasûdostên wê, Şaredarê Xîzanê Cezaîl Aktaş, Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Qaymeqamê Xîzanê Mûstafa Koleoglû û gelek kesên din beşdarî merasîma cenazeyê bûne.
Bavê Pinar Gultekînê: Êdî bes e
Siddik Gultekîn, bavê Pinar Gultekînê piştî definkirina cenazeyê bi nûçegihanê Ajansa Anadolûyê (AA) re axiviye:
“Zanîngeh qedandibû û li bendî min bû. Ez ê di cejnê de biçûma û min ê ew bibira lê nebû. Min perçeyek hestî anî û binax kir.
“Bila êdî ji niha û pê de ev qetlîam bisekinin. Ez dibêjim bila Pinar nemirin. Bila serê hemû Tirkiyeyê sax be.
“Ez spasiya xwe pêşkeşî Fermandariya Cendermeyan a Mûglayê, rêxistina emniyete û çapemeniyê dikim ku ji bo dîtina keça min hewl dan. Heke we nebûna dibe ku keça min 20-30 salan, dibe ku heta hetayê nehata dîtin.
“Ez dixwazim li vir bang li hemû Tirkiyeyê bikim. Êdî bes e. Ma divê li Tirkiyeyê em nobedarekî dînin ber her xwendekarên keç? Ma xwendekareke keç wê nikaribe biçe bajarê ku lê dixwaze bixwîne? Ev hovîtî ye. Ez ti gotinê jî ji vê re nabînim. Bi rastî jî nîne.” (EKN/FD)