Fotograf: Zeynep Kuray
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gamze Akkûş-Îlgezdî, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û parlamentera Stenbolê aşkere kiriye, 30 hezar û 601 jinan bi aplîkasyona Piştgiriya Jinan (KADES) ji sala 2018an ve ji ber tundkariyê giliyê mêran kirine.
Îlgezdîyê pêşnîyazname dabû
Îlgezdîyê weha gotiye:
“Rojê 38 jinan tundkariya mêran bi aplikasyona telefonê ya gilîkirinê aşkere kiriye. Jinên aplikasyona KADESê danîne ser telefona xwe û bikartînin tundkarî aşkere kirine.”
Akkuş-Îlgezdiyê, têkildarî aplîkasyona KADESê de pêşnûmepirsek dabû Wezareta Karên Hundir ku di 24ê Adara 2018an de bi hevkariya Wezareta Navxweyî û Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ji bo midaxeleya li tundkariya li jinan tê kirin û jinên mexdûr ên tundkariyê ev aplîkasyon hatibû amadekirin.
Wezaretê bersiv daye pirsên Îlgezdîyê û wiha gotiye: "Aplîkasyona KADESê di 24ê Adara 2018an de hatiye aktîfkirin û ji dîroka 02.06.2020an ve 453 hezar û 12 kesan daxistiye, 30 hezar û 601 jinan jî giliyê tundkariyê kirine."
Wezaretê rêjeya zêdebûna tûndkariyê qebûl kiriye
Wezareta Navxweyî di bersiva pirsiyarê Îlgezdiyê de weha gotiye:
“5 mehên ewil yên salê di biryarên tedbîrên bergiriyê de ji sedî 59, di biryarên tedbîrên parêzkariyê de jî ji 70 zêdebûn pêk hatiye.” Îlgezdîyê ji bo vê bersiva wezaretê gotiye, li xwe mikur hatine ku tûndkariya meran zêde bûye." (EMK/AY/FD)