Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku Mensûr Işik, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mûşê tundkarî li Ebrû Işik, hevjîna xwe ya dersdar kiriye.
Li gorî îdiayê Mensûr Işik nehiştiye Ebrû Işık biçe nexweşxaney û dest danîye ser telefona wê ya mobile. Piştî êşa wê zêde bûye Ebrû Işik li Etîmesgûtê biriye nexweşxaneyeke taybet ku 20 kîlometro dûrî mala wan e. Ebrû Işikê ji doktoran xwestiye ku pê re bibin alîkar. Doktoran gilî kirine û polîs çûne nexweşxaneyê. Ebrû Işıkê hiştiye ku biryara dûrxistinê ji bo Mensûr Işıkî were dayîn.
Piştî vê rewşê Meclîsa Jinan a HDPyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û tê de gotiye ku “Di serî de ji jinan re em ji hemû raya giştî re dibêjin ku her kî tundkariyê bike em ê li hember rabin û têkoşîna xwe bi israr berdewam bikin.”
“Em lêkolînê dikin”
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDPyê bi kurtasî wiha ye:
“Îro di saetên serê sibehê de çapameniyê nivîsandiye ku Parlamenterê HDPyê yê Mûşê Mensûr Işikî derb li hevjîna xwe Ebrû Işikê daye. Em dixwazin derbarê vê tundkariya ku di nuçeyan de hatiye nivîsandin bibêjin, ji bo me gotinên jinan esas in û em lêkolîna mijarê dikin.
“Tekoşîna li hemberî her cûre tundiya li ser jinan, sedema hebûn û tekoşîna Meclisa Jinan a HDPyê ye. Di serî de ji jin bila hemû raya giştî bizanibin ku her kî tundkariyê bike em ê li hember rabin û têkoşîna xwe bi israr berdewam bikin.
“Bila raya giştî bizanibin ku em lêkolîna mijarê dikin û çi pêwîst bike em ê bikin.” (EMK/FD)