Fotograf: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mor Çatiyê daxuyanîyeka nivîskî parve kiriye û bal kişandiye ser rêgeza nepenîyê û gotiye, “ Nepenîya li stargehan meseleya ewlehîya jîyanê ye.”
Rayedar agahîyên jinan parve dikin
Daxuyanî bi kurtî wiha ye:
“Îro di çapemenîyê da derketiye ku jinekê ji ber tundkariya mêrê xwe, xwe gîhandîye polîsan û li stargehekê hatiye bicîkirin, mêrê wê li bajarekî din dijî û cîhê stargehê fêr bûye û jin biriye malê û piştî demeke kurt ew kuştiye.”
“Jinên ku ji ber tûndkariya mêran dûçar dibin, dikarin bi zarokên xwe ra li van stargehan bimînin, herwiha dikarin desteka sosyal, psikolojik û hiqûqî bistînin da ku dûrî tûndkariyê bin û jîyaneka serbixwe ava bikin. Wekî çawa di rêziknameyê da dinivîse, cihê stargehan nepen e û kesên ku vê nepenîyê binpê dikin li gora zagonan têne cezakirin.
“Piştî tûndkariyê jin malê diterikînin û diçin stargehan; piştre mêr û malîyên jinan didin dû şopa wan. Bi hin hincet û manîpulasyonên hestiyar dixwazin cihê jinan fêr bibin.”
Hewcedariya jinan ji ber gefa mirinê bi stargehan heye
Mor Çatiyê diyarkiriye û gotiye, “Em hertim ji wan ra dibêjin ku pêwîst e cihê stargehan nepen be û kesên ku parve dikin têne cezakirin. Ji aliyekî din ve, fêrbûna cihê stargehên jinan nişan dide ku rayedar van agahîyan parve dikin.”
“Jin ji neçarî li stargehan dimînin. Hewcehîya jinan ji ber gefa mirinê bi stargehan heye; an jî ji bo ku dûrî tundîyê bimînin, bi aramî planên tendurist û dûdirêj derbarê jîyana xwe da çêkin. (EMK/AY/FD)