Infografîk: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîrana 2020an de herî kêm 21 jin kuştine. Mêran di heman mehê de tecawiz li 7 jinan kiriye.
Medyayê mirina herî hindik 31 jinan (Burdur, Mêrdîn 5, Mêrsîn, Amed 2, Enqere 2, Samsun, Bûrsa, Denîzlî, Mereş, Semsûr, Balikesîr 2, Aydin, Zongûldak, Dîlok, Kayserî, Agirî, Bûrdûr, Duzce, Nevşehîr, Samsûn, Riha, Gîresûn) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Medyayê ji bo mirina jineke li Amedê nivîsiye ku “failên wê diyar” e. Li Edeneyê jinekê mafê xwe yê xweparastina rewa bikar aniye.
Mêran li Stenbolê hewl dane ku jinekê bikujin, gefa mirinê li sê jinan xwarine.
Li Stenbol û Mêrsînê mêran êrîşên zayendperest birine ser kesên LGBTI+ û herî hendik sê LGBTI+ birîndar kirine.
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Erdogan jî di nav de rayedarên dewletê gotinên cidaxwaz û zayendperest ji bo LGBTI+yan gotine û ew weke hedef nîşan dane.
2019-2020
Di şeş mehên 2019an de, mêran herî hindik 160 jin kuştine, taciz li 104 jinan kiriye, 120 zarok istismar kirine, tecawiz li 21 jinan kiriye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van şeş mehan de mêran 220 jin birindar kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 229 jinan kiriye,
Di şeş mehên 2020an de, mêran herî hindik 123 jin kuştine, taciz li 61 jinan kirine, 134 zarok istismar kirine, tecawiz li 31 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her şeş mehan de mêran tundkarî li 291 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 444 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîrana 2020an de herî kêm 21 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 34 jin kuştibûn.
Jineke ku hatiye kuştin Ozbek bûye. Mêrekî du zarokên jinekê û bavê jineke din kuştiye. Mêrekî dema jin di xewê de bûye ew kuştiye.
Jinên di meha Hezîranê de hatine kuştin
Aslıhan A., Ayşegül A., Aynur A., Aynur E., Carmen Florentina, Çakır K., Çilem K., Edanur Ş., Güler A., Hatice Ç., Hüsnü C., Kader C., Merve K., Miray Y., Nargül Y., Nasiba M., Nazmiye K., Nermin Y., Özlem Ç., Rabia E., Serpil K.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (2), Aksaray (1), Enqere (1), Aydin (1), Bûrsa (1), Denîzlî (1), Elezîz (2), Giresûn (1), Stenbol (4), Îzmîr (1), Konya (1), Manisa (1), Mereş (1), Ordu (1), Tekirdag (1), Riha (1)
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 14 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran çar jin ji ber “xwestine veqetin”, jinek ji ber “evîndariyê”, yek ji ber sedemên “aboriyê” yek jî ji ber “hêrs bûye” kuştine.
Mêr/destgirtî 14 jin kuştine. Bavan sê jin kuştine. Xizmê jinekê ew kuştiye. Cîranê jinekê ew kuştiye. Medyayê nenivîsandiye bê ka mêran û du jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.
Mêran 13 jin bi çekên gulexwar, heft jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek fetisandine û kiştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 22 failên kuştina jinan hebûn. Sê fail hatine girtin. Çar failan xwekuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya pênc failan nenivîsandiye.
Kuştinên jinan ên ku mehên borî pêk hatine û niha derketine holê
* Li Antalyayê, cesedê jina bi navê Gulsum T. di 24ê Gulanê de li mala wê hatiye dîtin. Piştî otopsiya wê di raporê de hatiye gotin ku dilê wê sekiniye û miriye.
Di 11ê Hezîranê de mêrê bi navê C. Y. li xwe mikur hatiye ku wî ew jin kuştiye. C. Y. yî gotiye ku ew evîndar bûn û wî cesede wê dîtiye. Paşê gotiye ku wî ew fetisandiye û paşê wî xwestiye xwe bikuje. Mêr bi tohmeta ku “jin bi zanebûn kuştiye” hatiye girtin.
* Li Stenbolê laşê jina bi navê Ayşe A. li daristanekê binaxkirî hatiye dîtin ku di Tîrmeha 2019an de hatibû gotin winda bûye. Mêrê bi navê M. T. (53), xizmê Ayşe A. yê di dema jêpirsînê de gotiye ku wî Ayşe A. kuştiye. Mêrî diyar kiriye ku ji ber hesûdiyê wan nîqaş kiriye û “çeka wî teqiqa ye.”
Kuştina zarokan
Mêran di Hezîrana 2020an de sê zarok kuştine. Bavê du zarokan, zirbavê zarokekî/ê ew kuştine. Mêran du zarok bi çekên gulexwer kuştine. Zarokek jî xeniqandine. Çapemeniyê mirina zarokekî/ê li Gîresûnê “biguman” nivîsandiye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Naki Ç., Emir Ç., Alperen
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Denizli (2), Kayserî (1)
Pêvajoya hiqûqî
Failekî xwe kuştiye, çapemeniyê ji bo failekî gotiye “lê digerin”.
Kuştinên zarokan ên ku mehên borî pêk hatine û niha derketine holê
Li Mêrsînê M. A. B. (20), di 7ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de xwişka xwe Îrem B. (17) bi biryara “meclîsa malbatê” û ji ber toreyan kuştiye. Di sala 2019an de hatibû gotin ku keçikê xwe kuştiye.
Hatiye îdiakirin ku zarok ducanî buye, malbat berî kuştina wê bi 20 rojan ji Rihayê hatiye Mêrsînê û ji bo keçikê bikuje zext li M. A. B. yî kiriye. M. A. B., bavê wî S. B., dêya wî M. M, birayê wî V. B., apên wî İ. B., K. B. û M. V. B. hatine desteserkirin. M. A. B. yî di îfadeya xwe de li xwe mikur hatiye û gotiye ku bav, dê û apên wî zext li wî kirine û wî xwişka xwe kuştiye.
Tecawiz
Di meha Hezîranê de mêran tecawiz herî hindik heft jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li çar jinan kiribû. Jinek sûriyeyî yek jî afgan bûye.
Mêrê jinekê, evîndakê jinekê, xizmê jinekê, cîranê jinekê tecawiz li wan kiriye. Sê nasên jina afgan tecawiz lê kiriye lê medyayê nenivîsandiye bê ka ji ku hev nas dikin. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka du jin û mêrê tecawiz wan kiriye hev nas dikin an na.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li sê jinan kiriye. Mêran li nava kontreynerekê tecawiz li jinekê kirine.
Mêrên ku tecawiz li jinan afgan kirine, xwestine pereyên wê jî bidizin.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Edene (1), Enqere (1), Aydin (1), Stenbol (1), Kutahya (1), Sakarya (1), Tekirdag (1).
Bûyerên tecawizê yên ku mehên borî pêk hatine û vê demê derketine holê
Li Kirklareliyê serbijîşkê bi navê A. Ç. bi dermanan û alkolê bijîşkeke kul i heman nexweşxaneyê kar dike ji ser hişê wê biriye û istismara cinsî lê kiriye. A. Ç. hatiye girtin. Bûyer di 30ê Gulanê de pêk hatiye. Çapemeniyê di 23yê Hezîranê de nivîsandiye.
Li Trabzonê hosteyê bi navê O. N. (54) dema ji bo tamîra qeryoleyê çûye mala B. B. (20) êrîşa zayendperest li jinê kiriye. Bûyer di 14ê Gulanê de pêk hatiye. Çapemeniyê di 8ê Gulanê de nivîsandiye.
Pêvajoya hiqûqî
Neh fail hebûn. Yek jî nehatiye girtin. Yek hatiye desteserkirin lê paşê serbest bûye. Lêpirsîn ji bo du kesan hatiye vekirin. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka pêvajoya hiqûqî ya pênc failan bi çi awayî pêk hatiye.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîranê de herî kêm taciz li 13 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 34 bû.
Jinan 13 mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li neh jinan kiriye. Mêran fotografên lingên herî hindik du jinan kişandine û ew li ser medyaya civakî weşandine û bi vî awayî ew tacîz kirine. Mêrekî endamê xwe yê mêraniyê nîşanî jinekê daye û ew tacîz kiriye, mêrekî jî li pencereyê temaşeyî jinekê kiriye û tacîz kiriye.
Mêran di nava ambulansê de, li nexweşxaneyê û parkê ango li qadên civakî tacîz li 10 jinan kirine. Li nava malan tacîz li du jinan, li kargehê jî li jinekê kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (1), Agirî (1), Bolu (1), Çorum (1), Edirne (1), Stenbol (4), Manisa (1), Sakarya (1), Samsun (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
13 fail hebûn ku jin taciz kirine. Sê ji wan hatine girtin. Pênc hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo failekî gotiye ku “reviyaye.” Rewşa hiqûqî ya çar failan di çapemeniyê de nehatiye weşandin.
Istismara zarokan
Mêran di meha Hezîranê de herî hindik istismar li 46 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 35 bû. Zarokek jê sûriyeyî bû. Herî hindik du fail berê jî ji ber heman kiryaran hatibûn girtin.
Hezkiriyê zarokeke 17 salî, hevalê dêya zarokekê, zirbavên du zarokan, dersdarên du zarokan îstismar li zarokan kirine. Mêrekî ku hatiye îdiakirin “destgirtiyê” zarokê ye, xizmên du zarokan îstismar li wan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 37 kesên istismar kirine û zarokên hatine istismarkirin hev nas dikirin an na.
Mêran li nava kolan, park ango qadên civakî istismar li 11 zarokan kirine. Li karkegehan istismar li şeş zarokan, li malan istismar li neh zarokan, li dibistan û derdora wan istismar li sê zarokan kirine. Medyayê cihê ku mêran istismar li 17 zarokan kirine nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Edene (2), Antalya (4) Balıkesir (3), Çorum (5), Denizli (2), Amed (3), Stenbol (7), Îzmîr (1), Karaman (1), Kocaeli (2), Mugla (2), Sakarya (6), Tokat (2), Trabzon (1), Zonguldak (5)
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 47 fail hebûn. Tenê 17 ji wan hatine girtin. Failek piştî 18 rojan girtî maye, tehliye bûye.
Çapemeniyê ji bo 15 failan gotiye “karûbarên yasayî û hiqûqî destpêkiriye.” Ji bo failekî gotiye “reviyaye.” Herî hindik heft fail hatine desteserkirin. Çar fail serbest bûne. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya du failan nenivîsandiye.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Hezîranê de, mêran herî kêm tûndkarî li 61 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 72 bû.
Çapemeniyê ji bo rewşa herî hindik çar jinan gotiye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser sê jinan kirine.
Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye kêmendam bûye. Mêran xwestine tecawiz li jinekî bikin ku ew birîndar kirine. Digel ku herî hindik du jinan gelek caran xwestine “bên parastin” lê biryara parastina wan derneketiye, mêran ew birîndar kirine. Digel biryara “dûrxistinê” jî mêrekî tundkarî jinan kiriye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (3), Enqere (2), Dîlop (1), Bolu (2), Bursa (2), Denizli (2), Dêrsim (1), Amed (1), Edirne (7), Isparta (1), Stenbol (8), Îzmîr (3), Kastamonu (1), Kayseri (2), Kırklareli (1), Kocaeli (4), Konya (1), Kütahya (1), Mereş (1), Mersin (1), Muğla (2), Nevşehir (1), Niğde (2), Ordu (1),Sakarya (2), Samsun (1), Tokat (1), Uşak (1), Zonguldak (2). Çapemeniyê bajarê ku tundkarî li sê jinan hatiye kirin nenivîsandiye.
Jinan heft mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir. Mêr/destgirtî, mêr/destgirtiyê kevn ên 47 jinan; kur, bira, bavê du jinan tundkarî li wan kiriye. Nexweşekî tundkarî li jineke doktor kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 56 jinan kiriye nenivîsandiye.
Sê jin ji ber xwestine veqetin rastî tundkariya mêran hatine. Mêran bi sedema “hesûdiyê” tundkarî li jinekê kiriye. Her weha mêran bi sedema ku “nîqaş ji ber meseleya erdî” derketiye tundkarî li jinekê kiriye.
Mêran derb li 45 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Heft jin bi kêran, heşt jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran tundkariya dijîtal li jinekê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê heft fail hatine girtin. Failek piştî ku hatiye girtin bi rojekê serbest bûye. Herî hindik 18 fail hatine desteserkirin. Cezayê girtina li malê dane failekî. Biryara “dûrxistinê” herî hindik ji bo şeş failan hatiye derxistin. Çapemeniyê ji bo sê failan gotiye “reviyaye”, ji bo 16 failan gotiye ku “karên yasayî û hiqûqî hatiye destpêkirin.” Rewşa hiqûqî ya herî hindik 10 failan nehatiye nivîsandin.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Hezîranê de ya kêm li 93 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 45 bûye. Di nava wan jinan de zarokên keç jî hene.
26 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Mêran pasaportên hin jinan ji wan standine û gef li wan xwarine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 116 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya failekî nenivîsandiye. Herî hindik deh fail serbest bûne. (EMK/FD)