Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) aşkere kiriye, kes ango kesên ku nasnameya wan nediyare ketine mala Eren Keskinê, Hevseroka Giştî a ÎHDyê.
Cîhê gustîla giranbiha guhertine
Komeleyê bi ser nava “Gefa li Hevseroka me ya Giştî Eren Keskinê xwarine” daxuyanî daye û wiha gotiye:
"Di 16ê Hezîrana 2020an de kesên nasnameya wan nediyare wekî 'diz' xwe nîşan dane û ketine mala Hevseroka me ya Giştî Eren Keskinê ya li Maltepeya Stenbolê. Kesên ketine mala Keskînê alav û amûrên li malê tev li hev kirine û bêyî ku tiştekî bidizin ji malê çûne.
"Piştî bûyerê Polîs ji bo lêkolînê bikin, hatine malê. Hê jî lêkolîna li ser dîmenên kamerayan didome. Em nikarin vê mijarê wekî bûyerek ji rêzê ya 'diziye' pênase bikin. Di lêkolina ewil a cihê bûyerê de hatiye dîtin ku armanca gefxwarina li Eren Keskînê ye û wê bitirsînin. Eren Keskîn li Tirkiye û cîhanê hatiye naskirin û mafparêz a bi hurmet e. Hevseroka Giştî ya Komeleya me ye. Tê zanîn ku aşkere û bê tirs îfadeyên xwe tînin ziman. Dem bi dem lêpirsînê ku em wekî 'tacîza darazê' pênase bikin tên vekirin. Em dixwazin Wezareta Navxweyî û Midûrê Giştî ê Polîsan bi awayekî lez û çalak lêpirsînê bide destpêkirin û rastiyê aşkere bike."
"Hikûmet berpirs e"
“Komeleya me derbarê vê mijarê de wê serî li dezgêhên neteweyî û navneteweyî ê têkîldarê mijarêne bidin. Emê vê bûyerê ji nêz ve bişopînin. Em bibîr dixin ku deshilatdariya siyasî berpirse ji parastina mafparêzên Tirkiyeyê. Em dibêjin ger tiştek nerênî çêbibe dê yekser hukumet berpirs be.” (EMK/AY/FD)