Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gokçe Gokçen, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) derbarê tundkarî û cudakariya li dijî LGBTİ+yan de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Divê li dijî sûcên nefrete têbikoşin
Daxuyaniya Gokçekê weha ye:
“Em dibînin ku di dema pandemiyê û meha rûmetê de li dijî LGBTİ+yan tundkarî zêde bûye. Gilîyên ji rêxistinên civaka sivîl re têne kirin, di vê demê de du qatî zêde bûne û hema di sê rojên dawîn de du êrişên fizîkî û yeke devkî hatine tomarkirin.
"Em dixwazin li welatê me aştiya civakî bê parastin, her kes li hember zagonan wekhev bin û rêgezên makeqanûnê werin sepandin. Xwestekek me heye, xwesteka me jî xwezayî û miroviye; bila ti kes ji ber bijartinên xwe ya zayendî, nasnameya xwe ya zayendî rastî cudakariyê neyê, bila li dijî sûcên nefretê bi awayekî çalak têkoşîn bê kirin.”
Her weha Gokçenê rapora 2019an ya Komeleya Kaos GLê ya bi navê Rapora Sûcên Nefretê yên Homofobî û Transfobîk bibir xistiye û gotiye: "Ji sêyan duyên kesên sûcên nefretê yên homofobî û transfobîk dikin du yan ji duyan zêdetir in .
Gokçen weha pêda çûye: “Ger gotinên cûdakar bê bersiv bîmînin û neyêr cezakirin wê LGBTÎ+ zêdetir bibin hedef. Divê derbarê gotinên nefretê û sûcên nefretê de lêpirsînên bibandor û encaman bistînin bên amadekirin. Di sala 2020an de xwesteka ‘parastina mafê jiyanê yê her kesî’ weke mijareke hesas tê dîtin. Ev bi xwe jî eyba me hemûyan e.” (EMK/AY/FD)