Fotograf: Demirleblebi / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema karantinaya di rojên nexweşiya koronavirusê de li Çînê tundkariya mêran li gorî demen din sê qatan zêdetir bûye. Li Îtalyayê hate ragihandin ku xeta tundkariyê wê 24 saetan kar bike û li Awisturyayê li ser wî tiştî diaxivin ku li hemberî tundkariya mêran yaseyeke taybet bê derxistin.
Baş e, gelo li Tirkiyeyê li dijî tundkariya mêran çi tedbîr hatine standin? Jin di rojên nexweşiyê de dikarin xwe bi hêsanî bigihînin mekanîzmayên ku rê li ber tundkariyê digirin?
Li dijî tundkariya mêran gavên berbiçav tên xwestin
Filiz Kerestecioglu, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan û ekîba li bersiva van pirsan geriyan. Ew li Navendên Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundkariyê yên li heşt bajarên mezin (ŞÖNİM) û 183 Xeta Piştgiriya Civakî geriyane û zanyarî derbarê rewşa tûn xwestine.
Piştî wê jî li dijî tundkariya mêran nexşerêyek amade kirine:
1 – Heke midaxeleyeke bilez pêwîst be;
* Hûn dikarin li nimareya 155ê bigerin û ji polîsan alîkariyê bixwazin.
* Hûn dikarin biçin qereqol an jî fermandariya cendermayan a herî nêzîk.
* Bi rêya telefoneke mobile hûn dikarin sepana bi navê KADESê bi kar bînin.
2 – Têkoşîna li dijî tundkariyê ji hin şaxan pêk tê. Pêwîstiya me bi piştgiriya civakî, psikolojik û aboriyê heye, em ê bixwazin derbarê mafên xwe yên yasal û em ê çawa van mafan bikar bînin de zanyariyan bi dest bixin û bi hinekan re biaxivin. Ji b ovan tiştan;
* Hûn dikarin li wî bajarê le dijîn, li Navendên Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundkariyê (ŞÖNİM) an jî Midûriyetên Bajaran ên Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetguzariya Civakî bigerin. Ev navend heftê heft rojan, rojê 24 saetan kar dikin.
* Hûn dikarin li navendên piştgiriya jinan ên şaredariyan an jî rêxistinên jinan bigerin.
* Hûn dikarin li 183 Xeta Piştgiriya Civakî bigerin.
* Heke hûn û kesê tundkariyê dike li heman cihî bidin, dibe derfeta we nebe hûn bi rêya telefonê biaxivin. Lê hûn dikarin bi rêya sepana KADESê bang li polîsan bikin.
Parlamentera HDPyê her weha li gel van xalan hin xalên din jî aşkere kiriye û gotiye jinên rastî tundkariya mêran tên dikarin wan bikar bînin.
(EMK/FD)