Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fotograf û vîdeo: Evrim Kepenek/Ayşegül Özbek/Yağmur Karagöz
Jin ji bo Meşa Bişev 8ê Adarê ya Feminîstan li sikakan kom bûn û xwestin biçin Kolana Îstîklalê. Lê ji ber biryara qedexekirinê ya Walîtiya Stenbolê polîsan barîkat daniye ber wan.
Rêyên ku bi ser Kolana Îstîklalê derdikevin, ji hêla polîsan ve hatine girtin. Rêxistinên jinan ji bo çalakiyê bang li jinan kirin ku saet di 19.00ê de ber bi Taksîmê ve bimeşin.
Jin dixwazin li ber Navenda Çanê ya Fransiziyan çalakiya xwe li dar bixin û ji bo karibin biçin wir li Şîşhaneyê û Odakûleyê civiyane.
Ji ber ku Walîtiya Stenbolê seferên metroyan betal kirine kesên beşdarî çalakiya li Kadikoyê bûne bi meşe ber bi Taksîmê ve diçin.
18.30
Jin li Kolana Çukurlu Çeşmeyê hatin ba hev û slogana “Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin” berz kirine û ber bi Siraselviyê dest bi meşê kirine.
Jinan her weha slogana “Dema jin azad bin wê cîhan biheje” avêtine û dixwazin ji Qada Taksîmê biçin Navenda Çandê ya Fransiziyan.
Parlamenterên HDPyê Oya Ersoy û Zuleyha Gulum, ji Komeleya Mafên Civakî Evren İşler û Melda Onur jî beşdarî çalakiyê bûne.
18.50
Polîsan li ber Siraselvîlerê pêşiya jinan birî û nehiştinê bi pêş de biçin.
19.15
Jin ji bo ku biçin ber Navenda Çandê ya Fransiziyan hê jî li Siraselîlerê disekinin.
19.40
Jin li Siraselvîlerê li ber barîkatan polîsan disekinin. Li vir slogana "veke barîkatê veke" berz dikin. Piştî ku hejmara jinan zêde bû, tedbîrên polîsan jî hatin zêdekirin.
20.00
Jinên ku li Cîhangîrê kom bûn, ber bi Karakoyê dest bi meşê kirin.
20.15
Jinên ku xwestin ber bi Navenda Çandê ya Fransiziyan ve bimeşin helw didin barîkatên polîsan rakin. Polîs neçar man ku barîkatên xwe bi paş de bivin.
20.20
Polîs ji jinan re dibêjin ku “belav bibin” Polîsê ku bi megafonê bang li jinan dike got, "Walîtiya Stenbolê çalakî qedexe kiriye. Belav bibin."
20.25
Polîsan midaxeleyî jinan kir. Gaz avêtiya jinan û ew bi mertalan dahf dane. Hewl didin jinan belav bikin.
20.40
Komeke jinên ku ji Siraselvîlerê ber bi Karakoyê ve meşiyan, gihiştin Tophaneyê.
20.45
Polîs hê jî bi gazê û bi mertalan midaxele li jinan dikin. Polîs heta ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîmê hatine.
20.50
Koma ku ji Tophaneyê ber bi Karakoyê ve meşiyan rêya Kemeraltiyê ji çûn û hatinê re girtin. Jinan rê li ambulansekê vekir û meşa xwe berdewam kir. Li slogana “Penaberên jin ne bi tene ne” berz kirin.
21.10
Li Siraselvîlerê polîsê ku midaxele li jinan kir, hin jin desteser kirine. Her weha xwestin rojnamegeran ji wî cihî dûr bixin.
-
21.20
Piştî midaxeleya polîsan a li Siraselvîlerê jinên li Karakoyê kom bûn, li vir daxuyaniya ku amade kiribûn xwendin.
(EMK/HA/FD)