Fotografê Manşetê: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li Ser Jinan, jin li Qada Tunelê hatin gel hevdû.
Jin saet di 18.00ê de li piş pankarta “Tehemula me nîne yeke din ji me kêm bibe” kom bûn. Ji ber xwenîşandanê gelek polîs li Kolan Îstîklalê hatibûn wezîfedarkirin û rêyên diçin Kolana Îstîklalê ji çûn û hatinê re hatibûn girtin.
Bixwîne - Li dijî biryara qedexekirinê, jinan banga çûna ji bo Taksîmê kiriye
Bixwîne - Qedexeya xwenîşandanê ya 25ê Çiriya Paşiyê rabûye
Qaymeqamiya Beyoglûyê xwenîşandana jinan qedexe kiribû lê piştî hevdîtinan destûr hatibû dayîn ku jin tenê ji Meydana Tunelê heta avahiya Baroya Stenbolê bimeşin.
Jinan saet di 19.00ê de dest bi meşê kirin
Jinên ku sloganên "Mudaxaleyî cinayetên jinan bikin","Cinayetên jinan polîtîk e","Jin bi hev re bi hêz in" berz kirin saet di 19.00ê de dest bi meşê kirin.
Her du parlamenterên HDPyê Oya Ersoy û Zulehya Gulum, Hevserok Giştî ya ESPyê Ozlem Gumuştaş û parazvana mafên jinan a Weqfa Nifşê 78an Nîmet Tanrikûlû jî beşdarî xwenîşandanê bû.
Jinan metnên ku bi kurdî û tirkî hatibûn amadekirin xwendin. Şenay Kumuzê ya bi kurdî, Îrem Gerkuşê jî ya bi tirkî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Jin her roj bi tundiya zayendperestiyê, derûniyê û bi nefretê rû bi rû tên hiştin. Zextên aborî li jinê tên kirin. Jin ji ber ku koçber in an jî nizanin bi tirkî biaxivin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Bi tifaqa mêr û jin her roj jin bi komkujiyan rû bi rû tên hiştin. Lê em dibin yek û hêviya xwe diparêzin. Em bi hev re deng didin û dikin qêrîn da ku jin bi tundiyê rû bi rû neyên hiştin."
Êrîşî meşê kirin
Fotograf: Fatoş Erdogan
Piştî daxuyaniyê jinan xwest meşê bidomînin lê polîsan pêşiya wan birî. Polîsan bi gazê û mermîyên plastîk mudaxaleyî jinan kirin. Jinan bi dirûşmên xwe bertek nîşanî polîsan dan. (EMK/EKN/FD)