Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di encama hevdîtinên ku Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê kiriye, qedexeya derbarê meşa 25ê Çiriya Paşiyê ya Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan ya Qaymeqamiya Beyoglûyê dabû, hatiye rakirin.
Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û wiha gotiye, “Têkoşîn û piştgiriya jinan bi ser ket, di encama hevdîtinan de qedexeya 25ê Çiriya Paşiyê rabû! Ji bo em di Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê b ihev re bimeşin, em saet di 19.00ê de li Meydana Tunelê dicivin, haydê were, were.”
Bixwîne - Li dijî biryara qedexekirinê, jinan banga çûna ji bo Taksîmê kiriye
Jinan qedexe qebûl nekiribû
Qaymeqamiya Beyoglûyê 24ê Çiriya Paşiyê biryarek girtibû ku tê de wiha gotibû:
“Li ser hesabên medyaya civakî (Twitter) hatiye dîtin ku 25.11.2019 saet di 19.00ê de wê li Qada Tunelê bi slogana ‘Li dijî tundkarî, kuştin, tacîz, tecawiz û istismara zayendî ya li ser jinan em serhildana xwe mezin dikin û em 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan dicivin’ bangewazî hatine kirin.
“Em ji raya giştî re aşkere dikin ku Qaymeqamiya Beyoglûyê di 24/11/2019ê de bi biryara hejmar 34255955.17381.2019/2804ê meş û civîna navborî qedexe kiriye.”
Lê Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê jî îro daxuyaniyek weşandibû û li dijî biryara qedexeyê bang li jinan kiribû û ji wan xwestibû biçin Taksîmê. (TP/FD)