Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora Enstîtuya Etudên Demografîk a Fransayê (INED), her sal nêzîkî 600 hezar jin rastî êriş û tundkariya zayendî tên.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji meha Kanûna Paşiyê û heta niha di encama tundkariya mêran de 101 jin mirine. Par ev hejmar 121, di sala 2017ê de 135 bûye.
Li Parîsê di meha Tîrmehê de piştî destgirtiyê jinekê ew fetisandibû û kuştibû. Piştî vê bûyerê bi hezaran jin li Parîsê kom bûbûn. Li ser vê çalakiyê Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandibû: “Divê Komara Fransiyan hemû kesên ku îro jiyana wan di nava xetereyê de ye biparêze.” (DB/FD)
Fotograf: Twitter