Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Parîsê bi sedan jin, ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan û bertekê nîşan bidin bi bangewaziya xizmên jinan ên ku hatine kuştin û kolektivên feminîstan li hev kom bûne. Çalakvanan ji hikûmetê daxwaz kirin ku bi lez û bez tedbîran bistîne û ji bo vî karî rêjeya çavkaniyan zêdetir bike. Ji meha Kanûna Paşiyê ya 2019ê û vir ve mêran 74 jin kuştine ku herî dawî mêran jinek fetisandibûn û ew kuştibûn.
Hunermend jî beşdarî çalakiyê bûne. Aktrîsta fransî Muriel Robinê di dema çalakiyê de bang li jinan kiriye û xwestiye ji bo rêzdariya 74 jinên ku hatine kuştin, 74 saniyeyan li ser lingan û bêdeng bisekinin.
Piştî sekna rêzdariyê çalakvanan bang li Emmanuel Macron, Serokkomarê Fransayê kirine û wiha gotine: “We behsa mafên neteweyî kiribû: Hûn niha li ku ne? Qedr û qiymetê jiyana jinekê çiqas e?”
Hejmara jinên hatine kuştin zêdetir bûye
Macronî li ser hesabê xwe yê fermî wiha nivîsiye: “Herkesên ku jiyana wan di bin xetereyê de ye divê bên parastin”.
Li gorî amarên Wezareta Navxweyî dane, sala 2017ê li Fransayê mêran an jî destgirtiyên berê 130 jin kuştine. Ev hejmar di sala 2016ê de 123 bûye.
Li gorî rapora tundkariya mêran a bianetê, sala 2018ê li Tirkiyeyê mêran 255 jin kuştine. (EEY/EMK/FD)
* Eylem Ekin Yildizê ev nûçe ji lefigaro.fr, francetvinfo.fr, huffingtonpost.fr yê berhev kiriye.
Fotograf: dw.com