Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema Festîvala Filman a Cannesê de beriya galaya belgefilma derhêner Juan Solanasî (Que Sea Ley) a behsa têkoşîna mafê kurtajê dike, 60 çalakvanan çalakiyeke protestoyî li dar xistiye. Çalakvanan li ser xaliya sor qedexeya li ser kurtajê protesto kirine.
Belgefilm behsa têkoşîna yasayîkirina kurtajê ya li Arjantînê dike. Li Arjantînê Yasaya Kurtajê par hatibû redkirin. Lê heman yasa wê 28ê Gulana 2019ê careke din were dengdan.
“Berteka li hemberî qedexeya li ser kurtajê ye”
Weke Arjantînê, li DYAyê jî nîqaşek li ser mafê kurtajê tê kirin. Çalakanan diyar kiriye ku protesto, her weha berteke li hemberî guhertinên di yasaya kurtajê ya DYAyê de ye.
Li DYAyê rayedarên eyaletên komarparêz dest bi astengkirin û qedexeya kurtajê kiriye. Di sala 2019ê de ev qedexe li eyaletên Utah, Arkansas, Kentucky, Mississippi, Ohio, Georgia û herî dawî li Alabamayê hatibû pêkanîn.
Solanas: Ez hêvî dikim ku mesaja filmî belavtir bibe
Derhenêr Solanasî ji Hollywood Reporterê re wiha gotiye:
“Tiştê ku niha li DYAyê dibe, perçeyek ji bertekên kurewî yên li hemberî mafên jinan e. Li Arjantînê eleqeyeke mezin ji bo filmî çêbû. Ji bo min, tiştekî ku ji rastiyê bihêztir be nîne. Hêviya min ew e ku ev leqeya navnetewî ya li Cannesê ji bo filmî hatiye nîşandan, belavtir bibe.” (EMK/FD)
* Fotograf: Hollywod Reporter / Twitter