Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mesût Issiyî li Amedê gule bera hevjîna xwe ya bi navê Muzeyyen Boylû Issiyê daye û ew kuştiye. Muzeyyen Boylû Issi parêzer bûye.
Parêzer Hatîce Demîr, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê derbarê vê mijarê de wiha got:
“Xuya ye ku hevala me ya parêzer di nava neçariyeke mezin de ye û nikare alîkariyê ji ti kesan bixwaze. Dizane ku dad çawa kar dike, bêbandor hatiye hiştin û kêmasiyên wê hene. Bawer nake ku di rewşa heyî de encamekê bi dest bixe. Lewre rapora tundkariya mêran a Tirkiyeyê di asteke xeternak de ye.”
Demîrê diyar kir ku mêrê fail, bi plan tevgeriya ye û wiha berdewam kir:
“Hevala me ya ku hatiye kuştin, li navçeya Çinarê di partiyeke siyasî de kar dike, li ser mafên jinan xebatên wê hene, ji qadê hatiye. Em dizanin ku du caran biryara parastinê ji bo wê hatiye stendin. Me her digot, digel biryara parastinê jî jin nayên parastin. Ev kuştin, mînaka herî zelal e, di vê mijarê de.”
Demîrê her weha diyar kir ku wê tevahiya Baroyên Tirkiyeyê li hemberî tundkariya mêran çalakiyên hevbeş pêk bînin û bang il parêzeran kir ku piştgiriyê bidin çalakiyan.
Çi bûbû?
Mesût Issi, hevjînê parêzer Muzeyyen Boylû Issiyê, 18ê Gulana 2019ê ew kuştiye. Boylû Issiya ku 48 salî ye endama Baroya Amedê bûye.
Mesût Issi, piştî zarokên xwe biriye mala dê û bavê xwe, xwe radestî polîsan kiriye. Parêzera jin heman rojê li Gundê Şukurluyê yê Çinarê hatiye binaxkirin. (EMK/FD)