Grafîk: Yagmur Karagoz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Adarê de, herî kêm 22 jin û du mêr kuştine.Mêran her wehadu zarok jî kuştine.
Mêran di sê mehên destpêkê yên sala 2019ê de 68 jin kuştine. Ev hejmar di sê mehên destpêkê yên sala 2018ê 66 bû. Mêran Adara 2019ê de herê kêm tecawiz li şeş jinan kiriye û herî kêm heft jin taciz kirine.
Mêran di vê mehê de istismara zayendî li heşt zarokên keç kirine, herî kêm 20 jin birîndar kirine. Her weha bi darê zorê karê seksê herî kêm li 22 jinan kirine.
Mêran yek li Enqereyê yek jî li Edeneyê, xwestine du jinan bikujin. Li Stenbol û Enqereyê du jin mirine ku mirina wan bi guman bûye.
Mêran di meha adarê de li Samsûn û Stenbolê gefa kuştinê li du jinan xwariye. Beriya niha bi 14 salan li Antalyayê jinek hatibû kuştin, failê bûyerê di Adara 2019ê de hatiye dîtin. Li Antalyayê du jinan xwestiye ku xwe bikujin. (M. U. ya ku nehiştine xwe bikuje gotiye ku ji ber mêrê tecawiz lê kiriye serbest maye wê xwestiye xwe bikuje).
Kuştin
Mêran di meha Adarê ya 2019ê de herî kêm 22 jin kuştine. Ev hejmar di adara 2018ê de 14 bû.
Navê jinên ku hatine kuştin
Arzu Ö., Ayşe D., Ayşe K., Ayyuş Ç., Deniz E., Dilek A., E.Ç, F.Y, Fatma E., Fatma Ş., K.L, Leyla E., Mine T., Müslime B. , Nesrin B., Nihal I., Özlem S., Rabia K., Saadet K., Seher P., Sibel B., Zeynep Ö.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Antalya (1), Antep (1), Aydın (2), Bursa (1), Dêrsim (1), Erzirom (1), Stenbol (5), Îzmîr (3), Kocaeli (1), Konya (1), Mersin (2), Sakarya (1), Tokat (1), Trabzon (1).
Ji sedî 36ê jinan ji ber ku xwestine veqetin/nexwestine li hev bên, hatine kuştin.
Mêran şeş jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin” kuştine, jinek jî bi sedema “hesûdiyê” kuştiye. Du jin ji ber ku keçên wan xwestiye dest ji wan berde kuştine. “Sedema” kuştina 13 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Ji sedî 40ê kuştinan li qadên civakî çêbûne.
Mêran neh jin li qadên civakî (sê jin di nava wesayita ku li ser rêya çûn û hatinê bû, yek li parka zarokan, yek li dibistanê, yek li xirbeyekî, sê li kolanan, yek li kargehê) kuştine. 11 jin li malan hatine kuştin. Cihên kuştina du jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Hevjînên neh jinan, zavayê du jinan, mêrê xwişka jinekê, destgirdiyê du jinan, mêrên kevin ên du jinan, hevalkarê jinekê ew kuştine. Her weha bavê xwendekarekî jinek kuştiye ku xwendekar û kurê jinê li heman dibistanê dixwendin. Kurê jinekê wê kuştiye. Di çapemeniyê de têkiliya kujeran û ya sê jinên ku hatine kuştin nehatiye nivîsandin.
Mêran 14 jin bi çekên gulexwar, jinek bi kêrê, jinek him bi kêrê him bi çekan kuştine. Mêran jinek bi darê beyzbolê kuştiye û texte li serê jinekê xistine û ew kuştine. Du jin fetisandine (yek bi zincîrê yek jî bi destan) û ew kuştine. Mêran jinek ji şaneşînê avêtiye û ew kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Di meha Adarê de herî kêm 22 mêr bûne failên kuştina jinan. Yek ji wan cenderme bûye, temenê yekî jî kêmî 18yan bûye.
Heşt fail hatine girtin, çar hatine desteserkirin. Şaş faila xwe kuştine. Du failan xwestiye xwe bikujin (encamên xwekuştina van failan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin).
Pêvajoya hiqûqî ya du failan di medyayê de nehatiye nivîsandin.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Adarê de du zarok kuştine. Bavê zarokeke keç û pismamê zarokeke keç ew kuştine.
Bajarên ku zarok lê hatine kuştin
Dêrsim (1), Kırklareli (1)
Pêvajoya hiqûqî
Du mêr bûne fail. Her du jî hatine girtin.
Tecawiz
Mêran di meha Adarê de tecawiz herî kêm li şeş jinan kiriye. Par di meha adarê de ev hejmar heşt bûye.
Tecawiz li pênc jinan li malê, yek jî di wesayitê de hatiye kirin. Mêran xwestiye tecawiz li sê jinan bikin. Ev hewldan li Gîresûn, Stenbol û Kocaeliyê bûne.
Yek ji tecawizkaran birayê jinekê, yek jê mêrekî ku li ser medyaya civakî hev nas kirine bûne. Du tecawizkar destgirtiyên berê yên jinan bûne. Çar mêran tecawiz li jinekê kirine ku ew û jin hev nas nakin.
Jineke ku mêran tecawiz lê kirine, kêmendam bûye. Herî kêm di du bûyerên tecawizê de mêran piştî tecawizê, jin rapêç kirine.
Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:
Aydın (1), Eskişehir (1), Kayseri (1), Stenbol (1), Îzmîr (1), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
Neh mêr bûne failê tecawiza li jinan
Şeş mêr hatine girtin, giliyê yekî hatiye kirin. Mêrek bi biryara kontrola edlî hatiye berdan. Yek hatiye desteserkirin.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Adarê de bi darê zorê karê seksê li 22 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 10 bû. 10 jinên ku di Adara 2019ê bi darê zorê karê seksê li wan hatiye kirin ne welatiyê Tirkiyeyê bûne.
Bajarên ku karê seksê lê hatî kirin:
Çanakkale (8), Düzce (12), Tekirdağ (2).
Pêvajoya hiqûqî
Heşt mêr bûne failê karê tecawiza bi darê zorê. Hemû jî hatine desteserkirin.
Taciz
Di meha Adarê ya 2019ê de mêran herî kêm taciz li heft jinan kiriye.
Di bûyerên tacizê de; jinek bi gotinan hatiye tacizkirin, pênc jin jî bi temasa fizîkî hatine tacizkirin. Ji bo jinekê bi telefona destan peyamên li ser têkilîyên cinsî hatine şandin.
Bajarên ku lê taciz hatiye kirin:
Enqere (1), Ardahan (1), Bursa (1), Stenbol (1), İzmir (1), Konya (1), Mereş (1).
Rêvebirê nexweşxaneyeka ku jinekê lê kar dikir taciz lê kiriye, sê mêrên li warên xwendekaran taciz li gelek jinan kiriye. Rêwîyekî taciz li rêwîyeka di heman otobêsê de kiriye. Mêrekê ne nasê jinekê taciz lê kiriye. Xebatkarên şaredariyekê taciz li jinekê kiriye.
Yek ji jinên ku mêran taciz lê kiriye ji hişê xwe ve kêmendam bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Deh mêran taciz kiriye. Du ji wan hatin desteserkirin, doz li ser pênc kesan hatibû vekirin. Lêpirsîn li ser du kesan hatiye vekirin. Di nûçeyan de li ser rewşa hiqûqî ya failekî agahî nebûn.
Îstîsmara Zarokan
Mêran herî kêm li 233 zarokên keç îstîsmara cînsî kiriye. Neh fail hatine girtin. Polîsan 14 fail desteser kiriye. Mêrekê berê taciz li keça xwe kiriye û hatiye girtin, piştî serbest bûyî îstismar kiriye.
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 20 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine. Par di heman mehê de ev jimar 46 bû.
Mêrê 13 jinan ew birîndar kirine. Yarê sê jinan ew birîndar kirine. Sê jin çûne mekaneka keyf û şahiyê li wê derê karmendên ewlehiyê tûndkarî li wan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Sê fail hatine desteserkirin. Li ser pêvajoya hiqûqî ya kesekî di nûçeyan de “reviya” û “polîs lê digerin” hatiye nivîsîn. Rewşa hiqûqî ya neh bûyeran di nûçeyan de nehatiye diyarkirin.
(EMK/MB/FD)
Wêneyê manşetê: Hikmet Adal