Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademisyen li hemberî bûyerên tundkariya mêran ên di qada akademiyê de çêdibin hatine bav hev û bi sernavê “Li dijî çanda zayendperestiyê akademiyeke din mimkun e” kampanyayek îmzeyan dane destpêkirin.
Di metnê kampanyayê de hatiye gotin: “Li gorî nêrîna me, akademisyenî ne îmtiyazê lê berpirsiyariyê li kesên vî karî dike bar dike. Ji ber wê li şûna xwestina îmtiyazê, divê em xwediyê têgihiştineke pîşeyî û etîkê bin ku bikaribe berpirsiyariya gotin û liv û tevgerên me bigire ser xwe.”
Heta niha 232 akademisyenan îmze avêtine bin metnê kampanyayê.
Di vî metnî de ev her du bûyer hatine bibîrxistin ku Ceren Damar ji hêla xwendekarê xwe yê kopî kişandiye hatiye kuştin û Murat Pakerê klinîk psîkologê ji Zanîngeha Bilgiyê destdirêjî li keseke ku pê di şêwirî kiriye û ji ber vê ceza lê hatiye birîn.
“Em dizanin ku ne bi tenê ne”
“Em dizanin ku ne bi tenê ne, gelek mirovên ku weke me difikirin û weke me his dikin hene di akademiyê de. Mimkun e ku em akademiyeke din ava bikin û tenê em dikarin werin ba hev û vê biguherînin. Ji ber wê, em her kesên ku dixwazin ji derve û ji hundir akademiyê biguherînin vedixwînin.” (EMK/FD)