Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Konakê ya Îzmîrê li malekê pevçûn derketiye, di encama pevçûnê de bi demançeya polîs A. D. trans Hande Şeker miriye. A. T. K û trans Y. A. jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê hatine herêmê û hatiye famkirin ku Şeker li cihê bûyerê miriye. Y. A ji milê xwe birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nevvar Salih İşgoren a Alsancakê, A. T. K jî rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecikê.
Polîsan A. T. K jî desteser kirine
Polîsan hevpîşeyê xwe yê bi navê A. D û piştî dermankirinê A. T. K jî desteser kirine. Cesedê Şeker, piştî lêkolîna dozgerî, ji bo karê otopsiyê rakirine Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.
Sala 2018ê li Tirkiyeyê çar trans hatibûn kuştin. (EMK/FD)