Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dema ez li leşkeriyê bûm, komeke ji çar kesan pêk dihat hebû. Hevalên hev bûn. Hemû dema xwe ya vala bi hev re diborandin û bi ti kesên din re nediaxivîn. Heta ji destê wan dihat ji leşkerên din dûr diman û dema yekî biyanî diçû gel wan nediaxivîn. Ji bilî pirsên fermandaran, bersiva ti pirsên kesên din nedidan.
Bi hev re ji axavtinê zêdetir bi kulmikan, bi pihînan diaxivîn û hin dijûnên ku min li ti derên din nebihîstibû ji hev re didan. Weke ku her gav bi coş bûn lê di nava vê coşbûnê de yekî kulmikek li milê yekî dida, yê din pihînek li qûna yê din dida û piştî vî tiştî jî bi dengê bilind dikeniyan.
Dijûnên wan dijûnên zayendî bûn ku gelek caran ji xwuşk û dayikên hev didan. Dijûnên wan gelek bi detay bûn. Di serî de tiving, gelek alavên din jî di dijûnên xwe de bi kar tanîn û ev dijûnên wan weke kurtesenaryoyan bûn.
Zehmet bû ku mirov têkiliya di navbera wan de fam bikira lê yek ji wan serkêş bû. Wî biryar dida ku wê kî kengê û çi bike. Xwe wiha dida xuyakirin ku weke gelek serpêhatiyên wî hebû.
Rojeke ku ez çawîşê nobedar bûm, kom li cihekî dûr, li mêrgekê rûniştibû. Rûpelê rojnameyekê ji dest hev direvandin û dikeniyan. Ji nişkê ve yekî ji wan ji serkêşî re got “kurê min bide vê”. Bêdengiyek çêbû. Her du yên din çend gavan bi paş de çûn. Tirsê xwe li ruyê wan dabû der.
Serkêş hêdî hêdî rabû ser lingan. Dema ew rabû hevalê wî bêhtir tirsiya. Min fam nekiribû ku bê çi dibe. Min nizanî bû ku çima ji nişkê ve rageşiyek di navbera wan de çêbû. Serkêşî ji nişkê va kulmek li ruyê hevalê xwe xist. Paşê jî pihînek li qûna wî da.
Kurik şewişî lê ne behitî. Yên din jî ne behitîn. Serkêşî bi dengekî bilind got, “kurê min tu ji kê re dibêjî lawê min?”. “Kî kurê kê ye lawê min!”. Yê din dizanîbû ku xete kiriye lê bi qasî ku min fam kirî, êdî dixwest rûmeta xwe biparêze. Heke na wê bihetikiya.
Kulmek li serkêşî da. Li guhê serkêşî ket. Bi wê êşê re destê xwe bir ber guhê xwe. Weke ku hinekî şewişî bû. Hevalê wî ev fersend ji dest berneda û bi pehînekê ew avête xwarê. Bi gotina “Ji kê re dixwazim ez ê bibêjim pîç kurê pîçan” li ser wî rûnişt û kulmeke din lê da.
Ez behitî bûm, li cihê xwe sar sekinî bûm. Min bi vî awayî li wan temaşe dikir. Divê min mudaxele bikira. Lê min leşkeriya demkurt dikir û yên demdirêj zêde guh nedidan me û ez hîn bûbûm ku divê ez xwe tevlî karê wan nekim.
Min le derdora xwe nêrî. Lê ji ber ku herkes dûrî cihê bûyerê bû, hayê kesî jê nebû. Serkêşî bi awayekî hevalê xwe ji ser xwe avêt û pengizî. Dest pê kir û pehîn li serê hevalê xwe da. Bi qêrîn digot, “Tu nikarî ji min re bibêje lawê min”.
Êdî diviya ku ez mudaxeleyê bûyerê bikim. Bi bazdan û bi gotina “Bisekine, tu çi dikî” ez çûm bi ber wan ve. Dema ku min dîtin, ew her du yên li teniştê disekinîn, ji ber çi bû ez nizanim, lê her du ji hev veqetandin û gotin ku “keko bisekine”.
Di wê demê de rewşê bala hinên din jî kişandibû. Ew jî bi bazdan hatin. Serkêş bi lez ji wir bi dûr ket. Ruyê hevalê wî di nava xwînê de mabû. Nekarîbû ji erdê rabe.
Ew rakirin û birin revîrê. Dema min pirsî ku ji ber çi li hev dane, bersiv nedan. Serkêş ji bo mehekê bi cezayê disiplînê hate cezakirin û ew şandin qawîşa disîplînê. Yanî leşkeriya wî mehekê dirêjtir bû. Dema fermandar jê pirsî bû gotibû, hevalê wî dijûn ji wî re dabû.
***
Hevalekî min hebû. Gotibû ku dê û bavê min her roj bi dengê bilind pev diçinin. Dixwest ku dest ji hev berdin. Malbateke resen bû û rewşa wan gelekî baş bû. Li gorî rewşa wê demê şehreza bûn. Zivistanekê, bavê wî gotiye ez ê biçim gera karî lê derketibû holê ku çûye “Ewropayê da ku dostika xwe” bibîne.
Hevaleke dêya wî bi tesedifî ew li paytexteke welatekî Ewropayê li restoranteke luks dîtiye. Dema bavê wî vegeriya ye li malê şerekî mezin qewimî ye û dest ji hev berdan e.
Xaniyekî wan ê mezin û serbixwe hebûye. Bavî çûna ji malê qebûl nekiriye û li odeyeke malê bi cih bûye. Gotiye ku di vê rewşa heyî de ew nikare debara du malan bike. Her sibehê ji malê diçe karî û êvarê jî vedigere odeya xwe.
Hevalê min şîva wî li ser siniyekê dibe odeya wî, weke xizmetkarekî. Di navberê de bav hewl dide ku navbera xwe û dêya wî çêbike lê bi pevçûnên nû ev hewldan bi dawî dibin.
Rojekê, dema hevalê min ji dibistanê vegeriya ye dîsa qerebalixiyek bihîstiye. Ji ber ku gelek caran ev xirecir hebûye li malê, bêyî xwe nîşanî ti kesan bide, çûye odeya xwe. Ji nişkê ve qerebalixî qut bûye. Saw ew girtiye.
Dema çûye salonê, dîtiye ku bavê wî dest xistiye qirika dêya wî û dixwaze wê bifetisîne. Ruyê dêya wî soromoro bûye. Demildest bi bavê xwe girtiye û ew ji malê qewirandiye. Demekê bi hev re neaxivî ne. Paşê bavê wî bi rêya telefonê lê geriya ye û lêborîna xwe jê xwestiye. Ji bo bi hev re biaxivin ba wî kiriye ku biçe cihê lê dimîne.
Ji wê gavê û pê de hevalê min hinekî ji me dûr ket. Dema em bi hev re diçûn sînema û xwarin xwarinê, em xwendekarên dibistanê diçûn geştan bi me re nedihat. Heta êdî beşdarî gera me ya li Kolana Îstîklalê jî nedibû ku yek ji wan tiştên herî zêde jê hez dikir û em ji dibistanê direviyan diçûn. Me digot dibe ku ji ber xemgîniyê be, piştî demekê wê bibe weke berê.
Paşê ez pê hesiyam ku, piştî bavê wî ji malê çûye, gotiye ez nikarim debara du malan bikim û êdî pere ji wan re neşandine. Odeya oteleke luks ya ku li geliyê behra Marmarayê dinêre bûye mala debara wê dike. Hevalê min heftê carekê du caran li wir serdana wî dikir, di nav re jî pereyekî baş ji bavê xwe distend.
Çi dema ku diçe gel bavê xwe, bavê wî jî jê re dibêje “ev çi beredayîtî ye, dêya xwe qani bike, ez êdî vegerim malê. Me hinekî tolazî kiriye, hewce nake ku em mezin bikin”.
Carekê jî behsa wê bûyerê kiriye ku bûye sedema nîqaşên di navbera bavê û dêya wî de dest pê bikin. Gotiye wî ew plan gelekî bi hûr û kûr plan kiriye, heke ku ne hevala dêya wê bûya wê gelekî baş bi rê ve biçûya. Weke senaryoya filmekî bûye.
Dêya wî ji bo debara malê pêşiyê pere ji hevalên xwe deyn kiriye. Paşê çi li ser navê wê hebe, firotiye. Bav hê jî li ser gotina xwe ye ku dibêje “wiha nabe, nabe min ji malê bavêje. Heta ji kurik re gotiye ku “dêya te nikare li te binêre, ew tiştekî ji van karan fam nake wê pereyan ji dest bibe” û xwestiye kurik bitirsîne.
***
Ev her du bûyerên mirovên ji derdorên civakî yên cida, ji nifşên cida tê de bûn qet ji hişê min neçûn ku weke ti têkilî di navbera wan de nebe. Lewre ne mimkun bu ku ez her du yan jî fam bikim.
Leşker rastî ewqas heqaretan hatibû lê bi ken hemû pêşwazî kiribû. Digel vê rewşê bertekek bêpîvan li dijî gotina “lawê min” dabû. Min fam nekiribû çima ev bertek daye û êrîşeke li ser rûmeta xwe dîtiye. Min inyada wî bavê jî fam nekiribû ku ji bo ew têkiliya ku rûxiyaye li ser lingan bihêle, jiyana kurê xwe, heta dahatûya wî dixe nava xetereyê.
Piştî salên dirêj, dema ez li ser projeya rewşa mêraniyê ya li Tirkiyeyê dixebitîm, ev her du çîrok bêhter bi wate bûn li ber çavên min. Min dît ku ew “rewşa mêrbûnê”, hin liv û tevgerên derbarê mêrbûnê de yên ji zaroktiyê û pê de li zarokan tên barkirin, di hemû mêran de dewseke kûr çêdike.
Zaroktî bi gotinên weke “Hey min bilikê te xwaro” dest pê dike û ev jiyan bi gotinên weke “Kesê mêr di bin vî tiştî de namîne” berdewam dike.
Mirovên veduguhezin keriyên belengaz ku di binhişê wan de divê her gav û li her deverê mêrbûna xwe ispat bike.
Ew mêrên di rastiyê de şikestî ne û ji ber vê jî her gava ku diavêjin dizivirînin nimayîşekê û wisa difikirin ku her gavê di bin gefan de ne. Kesê ku îstiqrarê di dest xwe de digire, wisa difikire ku divê îstiqrarê di dest xwe de bigire û vê jî weke delîlê mêrbûnê dibîne, dema dikeve tengasiyê, weke ajalê di quncikê de asê maye, serî li tundkariyê dide.
Dibe ku ev tundkariyeke laşî, pejnî yan jî madî be lê naverok yek e. Tundkariya wî mêrî û ya bavê ji heman cihî çavkaniya xwe distîne. Ew jî di wê demê de derdikeve holê ku dema mêr îstiqrarê winda dikin û mêrbûna xwe di bin xetereyê de dibînin. (RM/ŞA/APA/FD)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses