Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gotina heywên, xweşgotine ji mêran re, lê heqaret e ji bo heywên.
Lewre li xwezayê yek heywanekî nêr jî nîne ku tundiyê li heywana mê bike.
Dibêjin wê zekaya çêkirî serwerî her tiştî bibe. Zekaya çêkirî dikare her tiştî bike lê nikare tundiyê li jinan bike.
Lewre ti têkilî di navbera tundiya li ser jinan û zekayê nîne.
Ji bo tundiya li ser jinê divê ehmeqiya çêkirî îcat bibe.
Di dîroka mirovahiyê de yek serdem tenê heye ku, mirovan tundî li mirovan û di encama vê de mêran li jinan nekiriye. Hin ji vê re civaka seydvanî û berhevkariyê dibêjin, hin jî civaka komunal a seretayî dibêjin.
Taybetmendiya vê serdemê ew e ku hişmendiya semyan nîne.
Em dikarin encameke wiha ji vê derxin ku “semyan bingeha tundkariya li ser jinan e”.
***
Bav û kalê me dema li ser hespan bûn, dayiksalar bûn. Jin hêz bû, yê din pêvak bû. Em koçer bûn, mal û milkên me tune bûn.
Pere nebû, pevguhertin hebû...
Gava ku ji hespê peya bûn bav û kalên me… Gava ku bûn xwedî mal û milk û dest bi çêkirina ango çapkirina pereyan kirin… Bav û kalên me asta jinê daxistin.
Spora bav û kalên me ye ku bi dîtina pere û mal û milkî re daxistina asta jinê.
Bila bigihê guhê wan kesan ku dipirsin û dibêjin, çima dema mêr dibin xwedî pere, berê erebeya xwe paşê jî jina xwe diguherînin…
***
Em werin li ser meseleya cidakariya zayendî… Ka em pêşiyê li wî tiştî binêrin ku kîjan ajên nêr navên taybet li ajalên mê dike… Mirîş û dîk… Mîh û beran… Çêlek û ga… Me ji ya mê re gotiye jin-keç…
Gelo çima wiha ye? Ji ber ku kapîtalîzm girîngiyê û navekî taybet nade wê zayenda nikaribe keda bixwe… Kapîtalîzm pergaleke mêran e.
***
Di kapîtalîzmê de tundkariya li ser jinê ne bi perwerdeyê lê bi meqam ve girêdayî ye. Ew mêrê ku roja yekşemê li ser kursiya qehwexaneyê rûdinê, nikare tacîzê û tandkariyê li wê jinê bike ku li kargehê midûra giştî ye.
Ma gelo we bihîstiye ku xebatkarekî mobîng, tacîz an jî tundkarî li Guler Sabanci yan jî Leyla Alatonê kiriye? Na.
Ji ber ku di vê mijarê de (di pergala kapîtalîzmê de) sînorê hizirkirinê heta ber deriyê paldankê ye. Kesên ku li kargehê mobîngê dikin, tacîzê dikin, hêza xwe bi qasî ji mêraniyê, ji wê paldanka ku li ser rûniştine jî distînin. Têkiliyeke xurt di navbera hêza tundkariyê û pênas û samanê de heye. Zidê vî tiştî îstisna ye.
***
Me kapîtalîzm xist bin lingan lê ma yên beriya wê gelekî baş bûn…
Du tişt hebûn ku tekez ji bav derbasî kurê wî dibûn: Yek jê mîrîtî… Ya din jî bilik e…
Ji ber wê ye ku sîstema mîrîtiyê tiştekî weke bilikî ye…
***
Em bi gotina seyda Neşet Ertaşî biqedînin:
Em mêr kurên mirovan in. Ji ber ku jin mirov in. (MCS/ŞA/APA/FD)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses