Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor daneyên berhevkirî yên Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Tacîza Zayendî û Tecawizê, ji sala 1997ê heta sala 2018an di dema desteserkirinê de 101 jin rastî destdirêjî, 498 jin jî rastî tacîza zayendî hatiye.
Detayên raporê yên derketine pêş weha ne:
* 601 kesî serî li komeleyê dane. Ji wan 599 ji Tirkiyeyê û 3 kes jî ji Elmanyayê bû ne.
* Hejmara jinên ku li derveyê welêt :37
* Hejmara jinên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de ne: 56
* 4 jin piştî destdirêjî lê tê kirin xwe dikujin. Jinek di îşkenceyê de hatiye kuştin. Zaroka keç ya 14 saliye, piştî rastî destdirêjiyê hatiye ji aliyê xizmên wê ve, bi hinceta namûsê hatiye kuştin. Jinek ji ber ku bandora îşkenceyê li ser wê domandiye, di Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) a 1999an de miriye. Jineke li cihê ku lê kar dike rastî destdirêjiyê hatiye û ji aliyê malbata wê ve biryara kuştina wê hatiye dayîn.
11 jin di dema desteserkirinê de ji ber îşkenceyê zarokên wan li ber diçin
* Li gor raporê bi darê zorê karkeriya seksê bi 4 jinan hatiye kirin.
* Hejmara kesên ku di dema desteserkirinê dijyasayî de tacîza zayendî û tecawiz lê hatiye kirin: 24
* Hejmara jinên ku di îşkencê de zarokên wan li ber diçin: 11
* Hejmara jinên ku bi zarokên xwe re rastî îşkenceyê hatine :18
* Hejmara jinên ku destdirêjî lê hatiye kirin û ducanî mane : 7
* Hejmara jinên ku rastî kontrolkirina bekaretê hatine:5
* Ji van jinan 69 kes temenê wan di nava 10-18an de ye. 532 kes jî temenê wan di nava 18-67 an de ye.
Ji sucdaran 381 kes polês bûne
Kesên ku di dema desteserkirinê de li dijî jinan tacîza zayendî kirine ev in:
381 polês, 119 leşker û cendirme, 31 tîmên taybet, 22 cerdevan, 62 gardiyan, 4 îtirafkar, rojnamevanek, 24 kesên ji ber sûcên edlî hatine girtin, şaredarek, notirvanek û 35 kes jî peywirdarê dewletê ne. Her weha 104 DEAŞî jî tacîza zayendî li ser jinan kirine. (EMK/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.