25ê ÇIRIYA PAŞIYÊ
Polîsan nehişt ku jin li Taksîmê ji bo 25ê Çiriya Paşiyê bimeşin
![Polîsan nehişt ku jin li Taksîmê ji bo 25ê Çiriya Paşiyê bimeşin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/202/928/original/taksim.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan destûr neda ku li Taksîma Stenbolê meşa 25ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan, çêbibe.
Jin li ser bangewaziya Platforma 25ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) saet di 16.00ê de li Qada Tunelê kom bûn û wê saet di 17.00ê de bi bi sloganan ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşiyana.
Polîsan Kolana Îstiklalê dorpêç kir
Polîsan ji saetên nîvroyê de dest pê kiribûn ku Beyoglûyê bi barîkatan dorpêç bikin. Kolanên ku ber bi Qada Galatasarayê ve diçin ji çûn û hatinê re hate girtin û qad hate dorpêçkirin. Bahar Saluğu
Her weha li gelek deverên Beyoglûyê wesayitên polîsan ên mudaxeleyê jî hatin bicîkirin.
Polîsan mudaxele kir
Saet li derdora 17.00ê polîsan got ku, meş bê destûr e û nehişt ti kes bimeşin. Jinan li çepikan dan, tilîlî kişand û slogan berz kirin. Bi vê re xwestin dest bi meşê bikin Zümrethen Kutluay lê polîsan bi gazan mudaxele li jan kir.
Ji ber ku polîsan destûr neda, Meryem Aydoğdu jinan got in ku ew ê daxuyaniyê nedin çapemeniyê got in, “ Ew ê nekarîbin me li tunelê asê bikin. Em li her deverê ne. Em ê li kolanan, li medyaya civakî di belavkirina dengê xwe de berdewam bin. Em ê niha belav bibin Karin Ellen Hitzel lê li kolanên navberê yên Îstiklalê careke din kom bibin.
Li Kolana Mîsê daxuyanî hate xwendin
Jinên li Qada Tunelê belav bûn û li kolanên din hatin ba hev Bedriye Kargı li Kolana Mîsê daxuyaniya ku amade kirin xwendin.
Li ser navê girseyê, Fûlya Dagli, endama Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê xwend.
Di heft mehên pêşiyê yên 2018ê de 100 hezar bûyerên tundiyê çêbûne
Fûlya Dagliyê wiha got: "Li gorî wan daneyên Wezareta Navxweyî yên ku bi darê zorê û ne bi xwesteka xwe Saibe Yükselir belav kirine, di sala 2017ê de zêdetirî ji 100 hezaran jin, tenê di heft mehên pêşiyê yên vê salê de ji sed hezaran zêdetir jin rastî tundiyê hatine. Zêdetirî 400 ji van mirine.
"Di gel van hemû tiştan niyeta me jinan nîne ku em bêdeng bimînin, Simge Süreyya Can dest ji têkoşîna xwe, jiyana xwe û hev dû berdin. Kî çi dibê bila bibê, careke din wê ti tişt nebin weke berê, ji ber ku em qîmeta jiyan û mafên xwe baş dizanin. Ji ber ku tevgera jinan heye, têkoşîna jinan heye, piştevaniya jinan heye.”
Piştî vê daxuyaniyê polîsan li Kolana Mîsê jî maduxele birin ser jinan.
* Foto û vîdeo: Hikmet Adal - Evrim Kepenek
(HA - EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)