Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan destûr nedane wê çalakiya jinan ku li ser bangewaziya Meclîsa Jinan dê di roja 25 Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan de li Kadikoya Stenbolê çêbiba.
Jin li ser Kolana Bahariyeyê li ber avahiya Operaya Sureyyayê kom bûne û xwestine bimeşin. Lê polîsan destûr nedane. Fadime Y.
Gulsum Kav, Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin ji bo sedema astengiyê fam bike bi polîsan re axiviye û polîsan jê re gotiye ku Walîtiya Stenbolê meş qedexe kiriye. Her weha hatiye diyarkirin ku heman biryar ji bo meşa li Taksîmê jî hatiye standin. Esra K.,
Jin li ber avahiyê daxwiyaniya çapemeniyê xwendine û xizmên jinên ku hatine kuştin, axivîne. Emine Selim
Navê wan jinan hatiye xwendin ku di sala 2018ê de ji hêla mêran ve hatine kuştin, jinên beşdar bi gotine “Li vir e” bersivdane. Fadime Y.
Li gorî Çeteleya Tundkariya Mêran a bianetê, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê de herî kêm 218 jin kuştine. (HK/FD))