Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê ji bi rêya Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CİMER), ji Wezareta Tenduristiyê pirsî ye û xwestiye ku dayikên temen biçûk de zanyariyan bidin wî. Midûriyeta Giştî ya Pêşxistina Tenduristiyê, Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Tenduristiyê û Midûriyeta Giştî ya Tenduristiya Gel a Wezareta Tenduristiyê pirsên Şekerî bersivandi ne.
Alî Şekerî pirsên ku ji Wezaretê jê re hatine şandin, nirxandiye û gotiye ku, “Li gorî daneyên fermî, di 18 mehan de navên 21 hezar û 957 ducaniyên temen biçûk, li nexweşxaneyan hatine tomarkirin. Yanî her rojê ji 40î zêdetir zarokên me, hîna di zaroktiya xwe de neçar hatine hiştin ku bibin dayik.”
Şekerî diyar kiriye ku “Veşartina zewaca di temenên biçûk de, çavgirtina li istismarê tê wateya şirîkantiya vê istismarê” û ew bûyer bibîr xistiye ku di meha Kanûna Paşiyê de (Rêbendan) li du nexweşxaneyên Stenbolê derketiye holê û haya saziyên fermî ji ducanîbûnên di temenên biçûk de nehatiye çêkirin.
Alî Şekerî li ser vê bûyerê pêşniyazname pêşkeşî Parlamentoyê kiribû lê ev daxwaza wî nehatibû qebûlkirin û pirsiyarnameya wî jî nehatibû bersivandin. Piştî vê jî bi rêya Cimerê ji Wezareta Tenduristiyê re nivîsandiye:
“Li gorî bersiva ku ji Cimerê hatiye, di sala 2017ê de û di şeş mehên destpêkê yên 2018ê de navê 21 hezar û 957 kesên ku di temenên biçûk de ducanî bûne hatine tomarkirin.” (HA/FD)