Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Navxweyî, Sûleyman Soylûyî diyar kiriye ku ji par ve 393 jin bi tûndkariyê hatine kuştin. Li gor Rapora Tûndkariya Mêran ya bianetê: Mêran ji par ve 420 jin û 26 zarokên keç kuştine.
Parlamenterê ji CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) Omer Fethî Gulerî bi pirsnameyekê ji wezîrê karên navxweyî rêjeya tûndkariya li jinan tê kirin pirsîye. Li ser vê yekê wezîrî bersiv daye.
Li gor bersiva wezîrê karên navxweyî di sala 2017ê de tûndkarî li 133 hezar û 809 jinan hatiye kirin. Mêran di heft mehên îsal de tûndkarî li 96 hezr û 417 jinan kiriye.
Rapora Tûndkariya Mêran a BIAyê - 2017
Li gor raporên bianetê:
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine
Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Hezîranê de 23 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 25 jin kuştine
Mêran di meha Nîsanê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Adarê de 14 jin kuştine
Mêran di meha Sibatê de ya kêm 25 jin kuştine
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 13 jin û 2 zarok kuştine
(EMK/MB)