Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gelo di zaroktiya min de lehengên min ên mêr kî bûn? Ez li ser vê difikirim. Ne zêde be jî çandeke min a xwendina xêzeromanan hebû. Min Zagor zefh dixwend.
Û Mister No. Lê di yên Mister No de serê lehengê me yê maceraperest bêhtir ji ber jinan dikete belayê. Dilê wî gelekî li ser jinan de bû. Ji hêla ‘femme fatale’yan ve bi hêsanî dihat xapantin. Ew ‘femme fatale’yên gelekî rind hatibûn xêzkirin.
Lê xêzeromana bi navê Zagor di van mijaran de zêde pêl cihên şil nedikir. Zagor li daristanên Darwoodê dijiya û dixwest sîstema adil a li vir berdewam bike. Têkiliya wî û jinan ne di pêş de bû.
Paşê rojekê min li sînemayê li “Star Wars”î temaşe kir û guhertineke gelekî mezin di jiyana min de çêbû. Êdî lehengê min ê yekem Han Solo bû. Firarî bû, firariyekî maceraperest, bi tena serê xwe bû û ji bo kêf û dahata xwe dijiya.
Destpêkê ji bo berjewendiyên xwe, paşê jî ji bo dilê wî kete Prensel Leiayê kete nava isyankaran. Di berdewama çîrokê de ji boarmancên berztir dikaribû xwe bixe nava xetereyan.
Lê Prenses Leia ne ji wan prensesan bû. Li bende nedima ku hin kes werin wê rizgar bikin. Serhildêr bû û dema pêwîst dikir dibû şerker. Vê bêhtir bala min dikişand. Xuya ye ku wê demê bala min çûye ser jinên xwedîkarakter û bihêz.
Piştî me li Star Warsê mêze dikir, em zarokên malbatê bi şev derdiketin seyranê û çi dema em dihatin ser hev, me lîstika “rizgarkirina prensesê” dilîst. Di çavê me de jin dewlemendî bû ku diviya mêr wan ji nava destê mêrên xirab rizgar bikin.
Gokçena xweşik, keça xalê min, di malbatê de tekane zaroka keç bû ku dikarîbû bi me re bilîsta. Yan dibû prenses yan jî “keça serokî” ku ji bo pereyan dihat revandin.
Senaryo û karakterên lîstikan min amada dikirin. Me li sînemayê û di televizyonê de li kîjan klîşeyan temaşe dikir, hemû jî dixist nava lîstikên xwe. Lê min her gav Gokçen hişyar dikir û digot, “Tu jî car caran hêrs bibe û xwe bixeyidîne, weke bûka lekî nebe!”
Helbet dema em zarok bûn bandora ‘jina seksî ya ji lehengan re dibû xelat’ jî li ser me çêdibû ku bi filmên weke James Bond û bi reklam û rêzefilman pêşkêşî me dikirin. Me digot qey ji bo em ‘cool’ xuya bikin divê em qedir nedin jinan.
Hûn dizanin, keçên di dema lîseyê de bêhtir bala wan li ser “kurikên nebaş” e. Di dema lîseyê de her hewldana min a ku ji bo ez bibim ‘kurikê nebaş’ têk diçû. Ne ku weke bêqedir in ez nêzîkî jinan dibûm. Ji ber wê jî di salên lîseyê de ez her bûme hevalê jinan ê herî nêzîk lê nebibûm hezkiriyê wan.
Helbet her wextî li sînema û di televizyonan de ew film û rêzefilm hene ku di wan de mêr jinan gelekî istismar dikin. Bi taybet jî di filmên ji bo gîşeyê de, yên sînemaya Yeşilçamê…
Lê divê em balê bikişînin ser wê hevsengiyê ku bi TRTyê re hatiye avakirin. TRTya weşangeriya civakî dike. Weke mînak rêzefilmê bi navê “Perihan Abla”. Lehenga sereke ya rêzefilmî “Perihan Abla”ye ku bikêrhatî, herkesî jê hez dikir û hurmetê nîşanî wê didan û di jiyana civakî de serkeftî bû. Dîsa giringî dida çanda jiyana taxan û alîkariyê. Rêzefilm behsa van tiştan dikir ku bişahînet û pozîtîv bû. Dibe ku ji ber hêla maderşahiyê derxist pêş, di nava salan de lehengê sereke yê rêzefilmî ji xwe dûr xistibe.
Bi zêdebûna kanalên taybet re, bi zanebûn an jî bi nezanî hişmendiya cidaxwaz û istismarî di dramayên televizyonan de bêhtir ji xwe re cih dîtin. Em bi Kadirîzman, bi nivîskarên ku pirtûka mêrbûnê dinivîsandin û bi Polat Alemdaran hatin heta van rojan…
Êdî di gelek rêzefilm û filme me yên komedî de jin pasif û bêyî hebûna mêrekî nikarin bijîn, mêr jî li ser navê karîzmayê bênezaket û maço tên nîşandan. Û weke ku “neçar in van tiştan bikin.”
Li gorî lêkolina “Bikaranîna Teknolojiya Înformatîk a Zarokan û Medya” ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK), ji sedî 92.5ê zarokên temenê wan di navbera 6 û 15yan de her roj li televizyonê temaşe dikin. Li gorî heman lêkolînê, piştî 10 saliyê zarok kêmtir li xêzefilman temaşe dikin û bala wan bêhtir diçe ser film û rêzefilmên xumalî.
Rêjeya temaşekirina rêzefilmên xumalî di navbera zarokên temenê wan ji 6an heta 10an ji sedî 44 e, ev rêje di navbera yên temenê wan ji 11 heta 15yan ji sedî 77e.
Ev jî dide xuyakirin ku di nava muşteriyê rêzefilmên xumalî yên li televizyonên Tirkiyeyê tên nîşandan de rêjeya zarokan gelekî zêde ye. Baş e, gelo di van rêzefilman de temayên ku wê bandoreke erênî li jiyana zarokan bike heye? Helbet ne rast e ku di hemû rêzefilman de em li berpirsiyareke bi vî awayî bigerin.
Lê dema di bin navê televizyonvaniyê de hûn mantika nifşan rakin û piştî nûçeyên şevê rêzefilmekî çar pênc saetan berdewam dike nîşan bidin, mirov hinekî li berpirsiyaran jî digere. Rêzefilmên me berê mirovan nade karkirine yan jî bala wan nakişîne wî tiştî ku bibin mirovên baş.
Ne diyar e ku karakterên mêr ên dewlemend çawa gihiştine wan mertebeyan. Gelek ji wan ji malbatên dewlemend in û dema ku kar dikin nayê nîşandan. Nadin xuyakirin ku çi perwerde dîtine. Gelek ji van mêran nênazik in û êrîşkar in.
Jin jî wiha tên nîşandan ku ne mêr bin nikarin bijîn. Hema hema qet lehengên jin ên bihêz ên ji bo zarokên keç bibin rol moden nînin. Lê di serdema me de ev rêzefilm di lîsteya temaşekirina zarokan de di cihên herî girîng de ne.
Mehên derbasbûyî di rêzefilmekî televizyonê de lehenga film a ji ber tundkariya mêran direviya, di rewşeke gelekî xirab de hatibû nîşandan. Me ev rewş bi taybetî li ser medyaya civakî gelekî rexne kiribû.
Çêkerên rêzefilmî gotibûn ku ew dixwazin “bala mirovan bikişînin” ser rewşê û xwe bi vî awayî parastibûn. Lê li civakeke ku her diçe zarafet û narînî winda dibe, bala civakê bi vî awayî nayê kişandin. Bi taybetî jî di rewşeke ku zarok jî temaşevan bin de…
Baş e, gelo li sînemayê rewş çawa ye?
Beriya niha bi pênc şeş salan, dema ez bi kurê xwe re li parkê bûm, bi bavekî din re me dest bi sohbetê kir. Dema karê min ji min pirsî û min jê re got, bang li kurê xwe yê pênc şeş salî kir.
Ji wî re got, “Binêre mamê te karê sînemayê dike. Ha weke Recep İvedikî bike bila bibîne.” Kurê wî zikê xwe werimand û dengên ‘hohahaha’ derxist. Bi vê tevgerê re ji nişkê ve di jiyana min a karî de merheleyeke nû vebû.
Paşê min dest pê kir û min kontrola hesabên medyaya civakî ya hin dê û bavan kir. Min çavdêrî li dê û bavên kurê xwe jî kir. Hemû filmên komediyê yên xumalî wiha dibînin ku bi malbati dikarin biçin temaşe bikin. Piştî wê min beşek ji xebatên xwe li ser vê mijarê kir.
Gelo hûn dizanin ku li hemû cîhanê dê û bav hewl didin zarokên xwe ji kîjan dîmenan dûr bixin? Li gorî encamên lêkolînan, em ji tiştan natirsin bi qasî ji tazîbûnê ditirsin! Ziravê me ji tirsa diqete ku zarok wê li ser perdeya sînemayê mirovên bi hev şa dibin bibînin... Û li Tirkiyeyê tiştê herî kêm jê tê tirsîn jî henekên derbarê destavê de ne. Ev jî xetereyeke din nîşan dide.
Mîzaha derbarê destavê de ew tişt e ku bi tiştên weke gu, mîz an jî fiskirin, verişîn û yên weke wan re mijûl dibe û wan weke mînaka henekan nişan dide.
Digel van tiştan, di hin komediyên Hollywoodê û gelek komediyên me yên xumalî de, zimanê nêrza yê piştgiriya zayendperestiyê jî dike, bikaranîna argoyê, cidaxwaziya li ser zayendperestiyê tê kirin, hovîtî û car caran jî bi dijlehengiyê mîzah tê kirin.
Gelek guhdar û temaşevanên vê mizahê heye. Lê biyanî heta ji destê wan tê, bi mekanîzmayeke otokontrolê ya biewle, zarokên xwe li derveyî vê girseyê dihêlin. Weke mînak sîstemeke wan a senifandinê ya temenan heye ku gelek caran serî lê didin.
Ji ber ku heke zarok ne di temenê temaşekirina van cure filman de bin û li wan temaşe bikin ihtameleke mezin e ku lehengên van filman ji xwe re bikin mînak û wan şaş fam bikin.
Lê li welatê me film bi vî çavî nayên nirxandin. Sînemagerên xumalî ji bo wê destûrnameyê bidest bixin gelekî hewl didin ku kesên temenê wan 7 û berjortir in bikaribin li van filman binêrin. Piranî jî bi dest dixin. Filmên herî bênezaket herî zêde destûrnameya ji bo kesên temenê wan 13 û berjortir distînin. Lê divê piranî destûrnameyê ji bo kesên temenê wan 15 û berjortir bistînin.
Mirov dikare birek mînakan bide. Lê ya herî tê dazîn, wê hêsantir be. Di beşa çarem a filmê bi navê “Recep İvedik” de, İvedik beşdarî pêşbirka li girava Survivorê dibe. Li vir jineke qelew reqîba wî ye. İvedik wê bi zimanekî gelekî xirab biçûk dixe, ev ne bes e, di sahneyekê de tundkariya laşî jî lê dike.
Vî filmî destûrnameya ji bo kesên temenê wan 7 û berjortir standiye. Û mixabin hin zarok li dibistan û derdorê weke İvedik tevdigerin ku wî xwînşîrin û pêkenî dibînin.
Ez hêvî ji Xwedê dikim ku ew kurikê pênc şeş sal berê pêrgî wî hatim û xwe dikir weke İvedikî, li dibistanê henekên xwe bi hevalên xwe yên keç nake.
Ya herî xirab jî ew e ku ev dê û bavên ditirsin zarokên wan memikan bibînin, dixwazin bi heft belayan zarokên xwe yên temenê wan kêmî 7an jî, bixin van filmên komedî yên bi dijleheng û tundkariyê li herkesên derdora xwe bi taybetî jî li jinan dikin. (BG/ŞA/APA/FD)