Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malperên nûçeya ji ajansan berhev kirîn mêran di meha Îlonê de ya kêm 23 jin û du zarok kuştine; tecawiz li çar jinan kiriye; karê seksê bi zorê li 24 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 19 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 23 jinan kiriye.
Ji bilî van bûyeran li Mêrdînê jineka welatiya Gurcistanê hatiye kuştin lê failê/a bûyerê ne diyar e. Li Antalyayê jinek miriye guman heye ku ew hatibe kuştin. Di meha Sibatê de jineka ji Moldovayê ya bi navê Tatiana A. hatibû kuştin. Tê îdiakirin ku kurê hevala wê ew kuştiye.
Mêran di 9 mehên sala 2018ê de ya kêm 183 jin û 10 zarok kuştine; tecawiz li 50 jinan kiriye; taciz li 162 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 375 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 279 jin û zarokên keç kiriye; 316 jin birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di meha Îlonê de ya kêm 23 jin û du zarok kuştine. Ji sedî 22yê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêr an jî partnerên xwe cida bibin hatine kuştin.
Ji sedî 17ê jinên hatîn kuştin ji beriya ku bêne kuştin çûne dagehan û ji bo wan biryara parastinê hatiye dayin.
Ji sedî 69,5ê jinên hatîn kuştin mêr an yarên wan ew kuştine. Du jinên hatîn kuştin ji beriya ku bêne kuştin ji bo rayedaran diyar kirine ku tûndkarî li wan tê kirin, dadgehan ji bo wan biryara parastinê daye lê digel vê yekê jî hatine kuştin.
Mêrê 10 jinan ew kuştine, mêrê du jinan yên bi zewaca dînî bi wan re zewicîn ew kuştine, mêrê keça jinekê ew kuştiye, kirêdarê jinekê ew kuştiye, du jinan mêrekê nenas li wesayita xwe siwar kiriye, wî herdu jin kuştine.
Ji sedî 56,5ê jinên hatîn kuştin bi çekên gulexwer hatine kuştin.
Neh jin bi demanceyan, çar jin bi tifengan, çar jin bi xeniqandinê, jinek bi îşkenceyê hatine kuştin. Mêrekî benzîn bi jinekê de kiriye û ew şewitandiye.
Ji sedî 22yê jinên hatîn kuştin li cihên civakî yên wek kolan, kafe, berderîyê dadgehan hatine kuştin. Ji sedî 13ê jinên hatîn kuştin li wesayitên şexsî hatine kuştin.
Yek ji jinên hatîn kuştin ji Fasê bûye.
Sê qatilan piştî jin kuştîn xwe jî kuştine. Du fail teslîm bûne.
Du failan ji berê jî jin kuştine û di girtîgehê de mane.
Bajarên ku di meh aÎlonê de lê jin hatine kuştin:
Edene (1), Semsûr (1), Aksaray (2), Enqere (1), Bursa (1), Denizli (2), Îdir (1), Isparta (2), Stenbol (3), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Maraş (1), Mêrsîn (2), Muğla (1), Trabzon (1).
Tecawiz
Di meha Îlonê de li çar bajaran çar bûyerên kuştina jinan çêbûne.
Yek ji failan cîran, yek karmend, yek xizm, yek jî heval/nasê jinekê bûye.
Yek ji jinên tecawiz lê hatî kirin ji Sûriyeyê yek jî ji Ingilîzîstanê bûye. Yek ji failan ji girtîgeheke Îngilîzîstanê bi destûrê derketiye û hatiye Antalyayê.
Pêvajoya hiqûqî
Li gor agahiyên di nûçeyan de du fail hatine girtin du fail hatine desteserkirin.
Karê seksê yê bi zorê
Di meha Îlonê de mêran li bajarên Balikesîr, Antalya û Stenbolê karê seksê bi zorê li 24 jinan daye kirin.
Ji sedî 66ê wan jinan ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Yek ji jinên ji Tirkiyeyê kêmendam bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Di meha Îlonê de jinek û 12 mêran karê seksê bi zorê li jinan daye kirin. Ji wan 13 kesan bi tenê du kes hatine girtin.
Polîsan sê fail desteser kirine.
Ji bo heşt filan pêvajoya hiqûqî nehatiye nivîsîn.
Taciz
Di meha Îlonê de 22 bûyerên tacizê bûne nûçe.
Ji sedî 82yê jinên taciz lê hatî kirin, nasên wan taciz lê kiriye:
Mêrên nasên 18 jinan taciz li wan kiriye; xizmê jinekê, garsonê xwaringehekê, hevkarê jinekê taciz li wan kiriye. Mêrekê demekê biisrar jinek teqîb kiriye û paşê taciz kiriye.
Teşhîrkarî li du jinan hatiye kirin. Mêran ji dizî ve çavdêrî li du jinan kiriye.
Mêran li basên şaredariyan taciz li du jinan kiriye.
Yek ji tacizkaran berê jî heman sûc kiriye û qeyda wî ya sûcdariyê hebûye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 11 failan bi tenê çar fail hatine kuştin. Failek bi kontrola edlî hatiye berdan. Jinekê failek li medyaya civakî îfşa kiriye. Bûyereka tacizê li dibistanekê çêbûye, jineka dersdar her çi qas xwestibe jî birêvebiriyê nehiştiye lêpirsînek bê vekirin.
Du tacizkaran dema li nava kolanan taciz li jinan kirî mêrên li derdorê ew hingavtine.
Istismara zarokan
Di meha Îlonê de mêran îstismara cinsî li 19 zarokên keç kiriye.
Du zarok neçarî karkeriya seksê hatine kirin. Xizmê zarokeke keç ew 6 mehan bi darê zorê li ba xwe hiştiye ku dixwest bi zarokê re bizewice. Zarokeke 14 salî jî di encama istismarê de ducanî bûye.
Xizmên du zarokan û bavên du zarokan îstismara cinsî li wan kirine. Esnafekî li zarokekê, mêrên ku du zarokan ji taxê/gund ew nas dikirin, muawinê basekê li zarokekê, mêrên nenas li çar zarokan taciz li wan kirine. Di bûyerekê de fail xwazgînî an jî mezinên malbata zarokê bûn ku dixwestin zarokê bi darê zorê bizewicînin. Naskirin an jî nenaskirina failên di şeş bûyeran de di medyayê de nehatiye nivîsîn.
Zarorek keç kêmendam bûye, yek jî jî penabereke ji Sûriyeyê bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 27 failan, 11 fail hatine girtin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Piştî îfadegirtina wan 5 fail serbest mane. Lêpirsînname ji bo muawinê basê nehatiye amadekirin ku istismar li zarokeke Sûriyeyê kiriye. Tenê desteserkirina heft failan di medyayê de hatiye nivîsandin. Sê ji van xwazgînî an jî mezinên malbata zarokan bûn ku dixwestin zarokan bi darê zorê bizewicînin. Derbarê du failan de ti nûçe nehatine belavkirin.
Tundkarî – Birîndarkirin
Mêran di meha Îlonê de herî kêm tûndkarî li 36 jinan kiriye. Ya kêm şeş jin bi birînên giran birîndar bûne.
3 jinên tûndkarî lê hatîn kirin ji ber u xwestine ji mêrê xwe/partnerê xwe cida bibin tûndkarî li wan hatiye kirin. Di bûyerekê de digel gilîkirinê jî biryara parastinê derneketiye. Fail berê jî ji ber tundkariyê ceza xwariyê lê nehatiye girtin.
Sê jinên ku rastî tundkariyê hatine jinên trans bûne.
Ji sedî 44ê jinan rastî tundkariya partnerên xwe hatine.
Mêrên bi zewaca fermî zewicî yên 14 jinan, mêrê bi zewaca dînî zewicî yê jinekê, mêrên berê yê du jinan, hezkiriyên sê jinan, antrenorê sporê yê jinekê, bavên du jinan tundkarî li wan kiriye. Du jin rastî tundkariya esnafan, jinek rastî ya birayê mêrê xwe, yek rastî ya xwezûrê xwe, yek rastî ya kurê xwe, yek rastî ya mêrê ku daxwaza destgirtîtiyê kiriye û daxwaza wî nehatiye qebûlkirin, sê jin rastî ya mêrên nas, sê jin jî rastî ya mêrên nenas hatine. Nasiya failekê ya bi jinekê re di nûçeyan de nehatiye belavkirin.
Du failên ku tundkarî li sê jinan kirine, leşkerên profesyonel bûne.
Derb li 23 jin hatiye xistin, pênc jin bi kêran û amûrên weke kêrê, yek bi îşkenceyê, pênc jî bi devançeyan birîndar bûne. Failekî bi ser mala jinekê de girtiye û bi tivingê gule bera wê daye, lê kes birîndar nebûye. Failekî jî desgirtiya xwe dîl girtiye.
Ji sedî 16ê tundkarî – birîndarkirinê li qadên civakî çêbûne. Du bûyer li trafîkê, di wesayitên şexsî de, yek jî di basê de çêbûye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 36 failan bi tenê çar ji ber tûndkariya li jinan hatine girtin. Ji bo failekî biryara bidûrxistinê hatiye dayîn. Yek ji failan, piştî îfadegirtinê serbest maye. Lêpirsînname li sê failan nehatiye vekirin. Du failan giliyê jinê kirine ku tundkarî li wê kirine. Di nûçeyan de tenê desteserkirina 15 failan cih girtiye.
Failekî xwe kuştiye, bavê jineke ku rastî tundkariyê hatiye fail kuştiye.
Ji bo heşt failan pêvajoya hiqûqî nehatiye nivîsîn. (ÇT/MB/FD)