Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ez Ulaş Bayraktar im, 43 salî me, ji xwe ve perwerde-bûyî me, ji çîna navîn [a ekonomîk] im, zewicî me, bav im û ji bo femînîstbûnê ti îdiayên min nînin.
Gelo ji ber çi?
Ez kurê mezin ê jinebîyekê me ku ew di 33 saliya xwe de bûye jinebî. Wê jinê pêşiyê li gundê malbavê paşê li bajarekê ku li wê derê ti kesan nas nake zarokên xwe mezin kirin. Bi sero xwe li dijî zehmetiyên bûrokratîk, civakî û ekonomîk têkoşîya. Ez bi xwe bûm şahidê vê yekê.
Ji ber wê jinê di hişê min de jinbûn ew e ku tiştê tu dixwazî çi bibe bila bibe tu pêk tînî. Ji ber ku li maleka bêbav, bêmêr mezin bûme li ser tûndkariya mêran jî çêdibe ku hinekê nezan bim.
Herî zêde ew roj têne bîra min ku dema dayika min bi bapîrê min re minaqeşe dikir, me bi wan kesên li qeta jêrî re nediaxift.
Min li dibistaneka bijanîyan xwend, ez nikarim înkar bikim ku dema baliqbûnê me hinekê lewçetî dikir. Dema ew rojên me têne bîra min ferq dikim ku hevalên me yên keç hingê em kêm didîtin heta ku dilê wan li me dişewitî.
Dema destgirtiya hevalekê me çêdibû hema zûka ji wan tevgerê me dûr diket, dema destê destgirtiya xwe digirt û ew hembêz dikir ciddî dibûn.
Ew qasê xwe giran dikirin ya star, wek wan ji me re digot “Xwedê we xelas bike.”
Dema em li tiştên beredayî yên baliqbûnê ve mijûl dibûn gelek tişt ji destên me derketin.
Me mecbûrî li dersan kitêba “mişk û mirov” dixwend paşê me henekê xwe li Lennyê dikir. Ji fîlma 1984ê bi tenê dîmenek dihat bîra me ku memikên Jûlîayê dixweya.
Dema erdhêja Erzinganê çêbû me fêm nekir ka çima dersdêrekê me bi dildarî çû wê derê. Me ti qîmet nedida dersên ji bo nivîsîna efrîner.
Lê keçan bi vê rewşa hêvîbexş keyf dikir.
Dema ez çûm zanîngehê min dît ku hin keçên ji vê rewşê sûd girtî xwe gihandî û entellektûel hene ku ji rojhilatê welatî hatibûn.
Da ku bi wan re demî biborînim, zêdetir bi wan re bim min hewil dida li gor hiqûqa navneteweyî li hiqûqa xwezayî binêrim, min hewil dida wateya gotinên ji “sê xuşk”ê fêm bikim.
Bi tenê li klûba çûna serê çiyayan em biserketîtir bûn. Me çenteyên giran bi wan palan ve dibirin û em pê keyfxweş dibûn ku em serkeftî ne.
Piştî çakakiyên çîyageriyê ez bûm rêberê gerê. Min nedizanî ez ê nexşerêya jiyana xwe li wê derê bibînim.
Min “ew” li wê derê dît. Wê dest bi akademîyê kiribû. Min heta hingê li ser pîşeya xwe nefikirîbû. Min berê xwe da wê pîşeyê. Min her tişt piştî nêrînên wê dikirin. Akdeniz û Toros bûn şahidên evîna me. Paşê sînema, kolan û mekanên Stenbolê watedar bû.
Li parîsê min û çavên wê hevdu nas kir. Me ew der kir mala xwe, paşê Adaya me çêbû. Paşê me Mersîn kir meskenê xwe. Paşê Umut(Hêvî)yê me çêbû.
Min ji wê jinê fêm kir ku mirov dikare jinekê wek hevala xwe, rêbera xwe, hevpîşe û hevrêya xwe bibîne.
Bêguman jinên nasên min ne bi tenê destgirtî, hevalên polê û xizmên min pêk tê. Min gelek jin dîtin ku êş kişandibûn, tecawi li wan hatibû kirin, mobbbing li wan hatibû kirin, lê kêm kes ji wan ew tecribeyên tûndkariyê ji bo xwe-êşandinê bi kar anibûn.
Ne wan dilê xwe bi êşên xwe dişewitand ne jî jiyanê direviyan. Çi ji wan jinan bihatiya bêyî ku xwe biçemînin wan pêk tanî.
Ji bo dîtina wan jinan bi tenê li rêxistinên femînîstan nenêrin. We ew li Gezîyê, li nav Akademîsyenên Aştiîxwaz, li nav Dayikên Şemiyê û li Zozanên Behra Reş ditîn.
Miqabilê vê yekê, desthilata mêran, tûndkariya mêran kêm nabe berevajiyê wê zêde dibe. Ji ber ku mêr di fikarê de ne. Hin jin êdî hene ku dikarin bêjin na, mahir in, siyaset, zanist, hûner û rojnamegeriyê ji wan re nahêlin.
Jin hene ku dixwazin bibin destgirtî naxwazin bizewicin. Kirin û nekirina seksê ne li gor daxwaza mêran dikin. Hin jin hene ku dixwazin bixebitin, dixwazin ji mêrên xwe cida bibin, ev yek jî mêran diêxe di fikarê de.
Ew hikmê mêran, desthilata bedenê û desthilata ji bo gihandina şertên xwendinê bi lezgînî diguhere.
Rêbaza nû ya ekonomîk êdî naxwaze masûlkên we zêde bin û hûn bi hêz bin, ew ji we dixwaze hûn afrîner bin. Hûn bi sebir û nazikiyê projeyan çêbikin û wan pêş de bibin.
Edî ne karê jinan e lê ev rêbaza nû welê ye ku yên afrîner û xwedanên sebrê(bêhnfireh) dê bikarin bi ser bikevin.
Nivîskara rojnameger ya Amerîkî, Hanna Rosinê di kitêba xwe ya bi navê “The End of Men: And The Rise of Women (Dawiya Mêran: Bilindbûna jinan) de û di nivîseka li kovara The Atlanticê de weşandî guherîna zayenda civakî bi eşkereyî diyar dike.
Li gor idiaya Rosinê êdî dinya guheriye berê giradayî hêza bedenî bû lê êdî girêdayî têkiliyan, şiyanên civakî û motîvasyona li ser karan e û ji bo vê yekê jî jin ji mêran zîrektir in.
Ji xwe Rosin behsa 15 pîşeyan kiriye. Em niho dibînin ku ji bilî di pîşeyan ji li pîşeyên dî bi ser ketine.
Heta ku bi vî awayî diguhere jin dê ne bi tenê di ekonomiyê de herweha ew ê di siyasetê de jî bi pêş bikevin û bibin rêber.
Digel ku ez gelek qîmetî didim pêşketina vê yekê, di firseta pêşiyê de divê bibêjim ku bi zêdebûna jimara jinan a di sîyasetê de çêdibe hişê mêrane yê siyasetê neguhere. Zêdebûna “Leydîyên Hêsinî” Merkel, Çiller û Riceyan hişê siyaseta mêrane naguhere.
Çêdibe mêranî xwe bi rêya jinên mêrane heyî bike. Ne bi tenê di nav sîyasetê de di nav berxwedêrên femînîst de jî ez hin jinên mêrane dibînim. Di berxwedaneka bi tenê li dijî mêran, ya ku hewil dide miqabilê wê be dişibe wê. Ez nikarim vê tespîtê nekim.
Halbûkî berxwedana rastî ew e ku jin tiştên ji dilê wan tê bi şêwe û nêrîna xwe bikin. Helbet ez gelek jinên di nav berxwedêrên femînîst de dibînim ku bi vî rengî ne. Ez wan kesan nas dikim lê piraniya berxwedêran vê berxwedanê bi gotingezkîya li mêran û daxwaza mafan ji mêran dikin.
Lê belê li gor min halê hazir de jin bihêz bûne û divê ev ji mêran azade be.
Ji ber ku berxwedana li dijî mêran belkî dê bêedaletiya heyî li gor daxwazên jinan biguhere lê belê ji bo zayenda civakî dê rêyê li sîstema heyî negire.
Halbûkî jin bi şêweyê xwe yê fikirîn û kirinê dikarin pêleka vekhevîxwaz rake û ev belkî tekane rê ye.
Çi kêfxwe şim, min gelek jin nas kirine ku di vê rêyê de dimeşin û em rasta hev hatine. (UB/ŞA/APA/MB)
Wêne: Kemal Gökhan Gürses