Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nîşandana bilikî, sinetbûn, hevaltiya bi keçan re, çûna leşkeriyê, di vegerê de zevac, paşê bavîtî û tiştên weke van…Û di van qonaxan de bicîanîna gelek tiştên ku di pirtûka mêrbûnê de nivîsandî. Çi dizanim, şopandina maçên fitbolê, kombûna mêran û henekên wan ên hirçan, axavtinên li ser keç û jinan, temaşekirina vîdeoyên pornoyê û yên weke wan. Di vê çerxa mêraniyê ya ku ez behsa wê dikim de, bi neçûna leşkeriyê min ev silsile ji hêlekê ve pêk neanî. Şikir ji Xwedê re min cil û bergên ti artêşan li xwe nekir. Lê min her dixwest ez bibim bav. Di her demên zaroktiya min de, di ter û tezetiya xwe de min her gotî “heke kurekî min çêbibe, ez ê navê wî bikim filankes” û xeyala bavîtiyê kirî. Û îsal di meha adarê de kurekî min çêbû. Me navê wî kir, Ethem. Me navê hevalê min Ethem Sarisülükî lê kir ku di dema Geziyê de bi guleya polîs Ahmet Şahbazî ya bi zanebûn hatibû avêtin, hat kuştin. Bila bi rûmeta navê xwe bijî.
Piştî ku ez bûm bav, bi gotina ku gelekî tê gotin, jiyana min bi temamî guherî. Helbet ez tenê ne behsa şevên bêxwew, bi mizdana piştê derxistina gazê ya heta serê sibê, girî û tiştên din dikim. Têkiliya min a bi cîhanê, bi Ethemî, bi bavtiyê, bi mêrbûnê, bi dahatûyê, bi rewşa siyasî ya welêt, bi nivîskarî û wergêrî ya ku min ji xwe re kiriye karî û bi heman tiştan re ji nû ve şekil stand. Heta ez dikarim bibêjim ku her roja ku diçe, dubare car ji nû ve teşe distîne.
Ez kurê wî bavî me ku taybetmendiyên mêrbûnê tê de gelekî zêde bûn. Bavê min, ji min jî, ji birayê min jî dixwest ku em bibin mêr, “qûnektiyan” nekin, mêrên wisa bin ku lingên xwe li erdê xin û xwînê ji wî cihî bipijiqînin. Qet nebe heta demekê dixwest em wisa bin. Paşê, qebûl kir ku em ê nebin, em naxwazin bibin ew kesên wî dixwest. Di dema salên dibistanê de ji bo her zarokên ku me li wan dida, pare dida me. Di eslê xwe de min li kesî nedida, min ê li wan neda. Her roj, min çîrokek pevçûnê ji xwe re dihûna, li gorî vê çîrokê min her roj li yên pola xwe dida û min rê ji xwe re çêdikir ku ez çend qurişan bistînim. Her çiqas ku ez nebûbûm mêrekî weke guran lê bi vî awayî bûm çîrokbêjek.
Beriya jidayikbûnê bi hefteyekê dê û bavê min hatin mala me. Min bi darê zorê bavê xwe derxist piyaseyê. Helbet armanca min ew bû ku derbarê bavîtiyê de çend tiştan ji wî hîn bibim, hin şîretan li min bike. Ma ne ew bû ku bavîtiyê, vî karî çil salin dimeşîne. Di dema piyaseya me de min got “bavo, ez gelekî bi heyecan im. Wê çawa bibe?” Bala bavê min ne li ser wê meseleyê bû, heta baş fam nekir ku min çi jê pirsî. Got, “Çi, wê çawa bibe? Wê zarok çêbibe, ji ber xwe mezin bibe. Ji kesên zindî re roj derbas dibin.” Di kêliyekê de min got dibe ku bi nêteke baş, ji bo ku bêhna min fireh bike, vê “bavîtiya” ku li pêşiya min weke çiyakî bilind bûye ji min re hêsan bike, wiha dibêje. Na, ne wisa bû. Bavê min bi rastî jî wisa difikirî ku, zarok bi xwe bi xwe mezin dibin. Wiha difikirî yanî, Piştî ku Ethem çêbû, min ev fam kir.
Û Ethem ji dayik bû. Ji ber ku bi zesaryenê çêbûbû, dêya wî nekarîbû bi rojan xwe ji cihê xwe bileqîne. Yanî, ji bilî mêtana şîrî, ez neçar mam ku hemû wezîfeyên dêtiyê bigrim ser milên xwe. Helbet di gotina neçar mam de bi xwe jî ew qurretiya bavîtiyê ya xwe di zimên de veşartî heye. Dema em bixwazin bi awayekî din bibêjin, “Dêya wê ne guncav bû, ez neçar bûm ku lê binêrim. Di rastiyê de wezîfeya dêyê ye xwedîkirina zarokî. Ji ber ku bebek ji ber xwe mezin dibin. Dê tiştên ji wan re hewce peyda dikin, ew jî bêyî destwerdana bavan mezin dibin.”
Ez sosyalîst im. Çarçoveya îdeolojîk a Sosyalîzm ê, di avakirina nêrîna min a li jiyanê de, ji min re bingeheke gelekî wicdanî û biewle ji min re daniye. Ez ji feminîzmê, ji têkoşîna jinan jî agahdar im. Helbet ez ji fezayê nehatime. Lê piştî ez bûm bav, heta ez li xwe mikur bêm, piştî ez bûm dê min fam kir ku ew tiştê jê re dêtî tê gotin, ji hêla bavan ve hatiye penasekirin. Ethem niha şeş mehî ye. Di van şeş mehan de ji paqijkirina bin wî bigirin heta şuştina wî, ji jêkirina neynûkên wî heta xistina wî ya xewê min hemû kar kirin. Piştî bi mehan min karî xwe ji fikra “ez alîkariya dêya wî dikim” rizgar bikim. Min ferq kir ku ez vê rewşê ji nû ve bi nav dikim. Dêtî –ji bilî mêtana şîrî û hin tiştên weke wê- ne taybetmendiyeke jinan e. Dêtî hemû wezîfeyên ku di dema xwedîkirina pitikan de, di qonaxên pêşketina wan de derdikevin holê ye. Helbet têkiliyeke taybet di navbera jin û pitikê de heye ku çavkaniya xwe ji hormonan, hestiyariyê û jidayikbûnê (ducanîtî, ava amniyoyê, plasenta, navik û yên weke wê) distîne. Lê ev têkilî nabe bibe sedema wî tiştî ku hemû wezîfeyan ji dayikan re bihêlin. Belkî ya herî baş ew e ku dêtiyê û xwedîkirina pitikê ji hev cida bikin.
Ez bûm dêya kurê xwe. Gotineke komîk an jî gelekî îdealîst e ne wisa? Lê rastiya meseleyê ev e. Heke ku “xwedîkirina pitikî” yan jî “bicîanîne hemû hewcedariyên wî” dêtî be, ez jî dêya kurê xwe me. Ji bilî mêtana şîrî, ez dikarim her tiştên ku dêya wî pêşkêşi wî dike, bêyî silbûnê bidime wî. Û li gel vî tiştî hêla vê ya “bavê min” derkete holê. Dema ji aliyê mêran li meseleyê dinêre, bavê min paqijkirina binê Ethemî “sempatîk” dinirxîne. Li gorî wî, ez alîkariya jina xwe dikim, ez xortekî têgihiştî me. Ev jî portreya bavê modern e di nêrîna wî de.
Em hez ji wî tiştî dikin ku ji jinan re bibêjin wê çi bikin an jî nekin, tiştên ku wê bikin dê çawa bikin. Ji ber vê divê em qebûl bikin ku di bin navê tundkariya mêran de ne tenê tundkariya psîkolojîk an jî laşî heye. Em dixwazin jin li gorî xwestekên me şekl û şemalan bistînin û tevbigerin. Ev jî şêweyekî tundkariya mêran e. Penasekirina wezifeya dêtiyê, di eslê xwe de ji hêlekê ve hewldana avakirina qada desthilatdariyê ye ku jê de bavîtî tê gotin. Yanî divê jin bibin dê da ku mêr bi hêsanî bibin bav. Dema em di çarçoveya wê rastiyê de bifikirin ku bavîtî fîgura otorîteya xwerû û desthilatdariya bêhezkirin e. Wê gavê em dikarin bibêjin, mêrê ku di bin guyê pitika xwe de maye di çavê meqamê “bavîtiyê” de ne xwedî gotin e. Yanî bavîtî ew e ku jine ber bi dêtiyê ve dahf dide û qadê ji xwe re dihêle. Û ev qad qadeke wiha ye ku desthilatdarî li vir bêtirs hespa xwe dide bezandin û tundkariyê ji derveyî wê nahêle.
Hezar cureyên tundkariya mêran hene. Ez xemgîn im ku piştî bûm “bav” min hay ji ev cure tundkariyê çêbû. Helbet ez enerjiya xwe li fedîkirina vî tiştî xerc nakim. Lê heyfa min li wê dema min a ku ji destê min çûye jî tê. Ya heta min qebûl kir ku xwedîkirin ango mezinkirina zarokî karê hevbeş ê dê û bavan e. Herçiqas ku hê jî bavê min bi nêrîna “kurê min ê şareza piştgiriya jina xwe dike” lê binêre jî, ez êdî di ferqa xetereya meseleyê de me. Min dixwest ez bi berfirehî behsa wî tiştî bikim ku çi fam dikim. Lê Ethem hişyar bû. divê ez xwarina wî germ bikin. (MÜE/ŞA/APA/FD)
Wêne: Kemal Gokhan Gurses