Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn mêran di meha Hezîranê de herî hindik 19 jin, zarokeke keç kuştine. Tecawiz li 10 jinan kiriye; destdirîjî li 28 jinan kiriye; 42 zarokên keç rastî istismara wan hatine, 32 jin jî birîndar kirine.
Di meha Tîrmehê de jineke trans hatiye kuştin, yek jî hatiye birîndarkirin. Di her du bûyeran de jî fail hezkiriyên jinan bûne.
Mêran di heft mehên destpêka 2018ê de herî kêm 141 jin û heft zarok kuştine; tecawiz li 42 jinan kiriye; taciz li 130 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 338 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 231 zarokên keç kiriye; 244 jin birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de 19 jin, zarokeke keç kuştine. Sê mêr kuştine ku xwestine mêr jinan nekujin an jî hevaltiyeke wan û a jinên hatine kuştin hebûye. Pênc mêr jî birîndar kirine.
Jineke ku di meha Tîrmehê de hatiye kuştin trans bûye. Du jê jî ne ji Tirkiyeyê bûne; jineke Azerbaycanî ji hêla hezkiriyê xwe, yeke Almanî jî ji hêla cîranê xwe yê ku xwestiye tecawizê lê bike hatiye kuştin.
Ji sedî 10ê kuştinan digel gilîkirina jinan çêbûne. Mêrekî ku beriya mehekê jina xwe birîndar kiribû û serbest mabû, ji ber ku di meha Tîrmehê de jina xwe kuştiye hatiye girtin. Jinek jî şeva ku wê bê kuştin li malbata xwe geriya ye û alîkarî ji wan xwestiye.
Kujerê jinekê ji girtîgehê bi destûr derketiye û jin kuştiye.
Çar jin li kolanê, 15 jin jî li malên xwe hatine kuştin.
Ji sedî 45ê kuştinan bi çekên guleber çêbûne:
Çar jin bi devançeyan, yek bi tivingê, çar bi kêran, çar bi xeniqandinê, du bi derblêdanê, yek jî di encama avêtina ji şaneşînê de hatine kuştin.
Ji sedî 55ê jinan ji hêla heval/hezkirî/desgirtî/mêrên xwe ve hatine kuştin.
Heft jin ji hêla mêrên wan ên bi mehra fermî, du jin jî ji hêla mêrên wan ên bi mehra melayî, du jin ji hela hezkiriyên xwe, yek jin ji hêla xizmên xwe, yek ji hêla bavê xwe, yek ji hêla zavayê xwe, yek ji hêla mêrê xwe yê kevn, yek ji hêla hezkiriyê xwe yê kevn, yek ji hêla birayê xwe, du ji hêla cîranên xwe û yek jî ji hêla kurê xwe ve hatine kuştin.
Di meha Tîrmehê de bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (1), Aydın (2), Stenbol (6), Îzmîr (2), Konya (1), Manisa (1), Mersin (1), Samsun (1), Riha (1), Uşak (1).
Tecawiz
Bûyera 10 jinên rastî tecawizê hatine di meha Tîrmehê de ji hêla medyayê ve hatiye ragihandin.
Sê jinên ku rastî tecawizê hatine kêmendam bûne. Yek jê penabereke Ganayî bûye.
Ji sedî 60ê tecawizkaran ne nasên jinan bûne:
Şeş jin rastî tecawiza mêrên nenas, yek rastî tecawiza mêrê ku nas dikir, yek rastî tecawiza mêrê xwe, yek rastî tecawiza karbidestê xwe hatiye. Nasiya jinekê û tecawizkarî di medyayê de cih negirtiye.
Du bûyerên tecawizkirinê li malên ku jin bi darê zorê lê dihatin hiştin, du li malên jinan, yek li kargehê, yek di wesayitekê de, yek li kolanê, yek jî li gêdûka jor de bûye.
Pêvajoya hiqûqê
Ji 15 tecawizkaran tenê pênc ji wan hatine girtin. Pênc tecawizkar bi şertê kontrola edlî serbest mane, yek ji wan piştî îfadegirtinê serbest mane. Tecawizkarek ji ber sûcekî wî yê din hebûye û ceza jê xwariye hatiye girtin.
Pêvajoya hiqûqê ya derbarê tecawizkarên din de di medyayê de cî negirtiye. Di nûçeyan de ji bo tecawizkarekî hatiye gotin “lê digerin”, ji bo yekî hatiye gotin “reviya ye”, ji bo yekî din jî hatiye gotin ku “hatiye zevtkirin. Lê pêvajoya piştî desteserkirinê ya derbarê du tecawizkaran de di medyayê de cî negirtiye.
Karê seksê yê bi zorê
Di meha Tîrmehê de karê seksê bi zorê li 13 jinan hatiyekirin. Yek jin bi tenê jî ne ji Tirkiyeyê bûye.
Pêvajoya hiqûqîPênc jê jin 29 jê mêr, bi giştî 34 kes ji ber karê seksê yê bi zorê hatine desteserkirin. Tenê şeş ji wan hatine girtin. |
Taciz
Di meha Tîrmehê de, herî hindik 28 bûyerên tacizê qewimîn e. Sê jin ji ber cilûbergên li ber wan rastî tacizê û tundkariya devkî hatine.
Ji sedî 11ê bûyerên tacizê li wesayitên veguhestina civakî û ji sedî 14 li cafe û mexazeyan, ji sedî 53 li kolan, park, plaj û derûdorên weke wan çêbûne.
Ji sedî 89ê jinan rastî taciza mêrên ku nas nedikirin hatine:
25 pênc jin rastî taciza mêrên nenas, yek rastî taciza mêrê ku nas dikir, yek rastî ya xizmê xwe hatiye. Di bûyereke tacizê de nehatiye diyarkirin ku çi eleqe di navbeyna jin û tacizkarî de hebûye yan na.
Xizmên jinan û kesên li derûdorê li du tacizkaran dane.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 24 failan bi tenê çar fail ji ber sûcê tacizê hatine girtin. Tacizkarek ji ber sûcekî din ceza xwariye hatiye girtin.
Sê tacizkar piştî îfadedayinê serbest mane. Tacizkarek ketiye xefka xizmên jina rastî tacizê hatiye û piştî lêdanê radestî polîsan hatiye kirin.
Hêzên emnî tacizkarek serbest hiştine, lê piştî ku jina rastî tacizê hatiye li ser medyaya civakî behsa bûyerê kiriye lêpirsîn ji bo tacizkarî hatiye destpêkirin.
Li Stenbolê jinekê xwestiye giliyê tacizkarekî bike, lê polîsan qebûl nekiriye û ji jinikê re gotine dibe doz li wê bê vekirin û ew tirsandine.
Gilîkirina derbarê tacizkarekî de nehatiye qebûlkirin û tacizkar bi hinceta cilûbergên wê xwestiye giliyê jina ku taciz lê kiriye bike.
Îstismara zarokan
Di meha Tîrmehê de mêran herî hindik îstismara cinsî li 42 zarokên keç kiriye. Failek berê jî ji ber istismara zarokan hatiye girtine û serbest maye.
Xizmên sê keçan îstismara cinsî li wan kiriye. Mêrên nenas istismara cinsî li 23 zarokên keç kiriye. Bavê zarokekê, zirbavê zarokekê, birayê yekê, leşkerekî profesyonel li zarokekê istismara cinsî kirine. Karmendên li saziya dewletê istismara cinsî li zaroka keç a stajyer kirine. Karbidestê zarokeke keç, xebatkarekî otelekê, mamosteyekî, ajokarê serwîsê, antrenorekî sporê istismara cinsî li zarokên keç kirine. Derbarê nasiya mêrên istismar kirine û zarokên rastî istismara wan hatine de di medyayê de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Pêvajoya hiqûqî
7 kesên ku istismar kirine lêdan ji xizmên zarokan û kesên derûdorê xwarine. Sê ji wan piştî lêdanê radestî polîsan hatine kirin û hatine girtin.
Ji 62 failan tenê 30 kes hatine girtin. Pênc ji wan serbest mane.
Gumanbarekî ku ji ber istismara xwendekaran 34 sal ceza xwariye hin vîdeo weke delîl pêşkêşî dadgehê kiriye. Di van vîdeoyan de dîmenên zarokên keç hebûne. Ev dîmen li ser medyaya civakî hatine belavkirin. Lê lêpirsîn ji bo vê mijarê nehatiye vekirin.
Li Şirnexê du leşkerên profesyonel û ajokarekî, istismara cinsî li zarokeke keç a 14 salî kirine. Dîmenên zaroka keç li ser medyaya civakî belav kirine. Lê lêpirsîn li ser wan nehatiye vekirin.
Tûndkarî
Mêran di meha Tîrmehê de sê jê bi giranî herî hindik 32 jin birîndar kirine.
tûndkarî li 27 jinan kiriye. Ya kêm pênc jin bi birînên giran birîndar bûne. Ji sedî 12.5ê jinên tûndkarî lê hatîne kirin ji ber ku xwestine ji mêrê xwe/partnerê xwe cida bibin tûndkarî li wan hatiye kirin. Jinek ji hêla mêrê ku keça wê dixwest dest jê berde, yek jî ji hêla mêrê ku cîrana wê dixwest dest jê berde hatiye kuştin.
Digel biryara bidûrxistinê du jin rastî tundkariyê hatine, jinek digel ku gilî kiribû jî rastî tundkariyê hatiye. Mêrê ku ji ber tundkariyê li malê hatibû desteserkirin û bi biryara kontola edlî serbest mabû, jina xwe û dêya xwe bi devançeyê bi giranî birîndar kiriye.
Ji bo 11 jinan dadgehan biryara jêparastinê daye lê digel vê yekê jî tûndkarî li wan hatiye kirin.
Ji sedî 25ê bûyerên tûndkariyê li cihên civakî pêk hatine. Ji sedî 62.5ê jinan rastî tundkariya partner an jî partnerên xwe yê kevn hatine.
Mêrên bi zewaca fermî zewicî yên 11 jinan, hezkiriyên sê jinan, mêrên kevn ên şeş jinan, mêrên keçên du jinan, mêrê kevn ê hevala jinekê, bavê jinekê, ajokarê otobîsa rêwiyan li jinekê, xwezûr û tiyê jinekê, cîranê jineke, ‘mêrên taxê’ li jinekê, mêrê nas ê jinekê, mêrên ne nas ê sê jinan tûndkarî li wan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 32 failan bi tenê sê ji ber tûndkariya li jinan hatine girtin. Sê fail piştî bûyerê xwe kuştine. Mêrê ku hezkiriya xwe bi kêrê bi giranî birîndar kiriye, ji hêla heman hezkiriyê ve hatiye kuştin.
10 mêr hatine desteserkirin, hat îdiakirin ku yekî ji van li qereqolê xwe kuştiye. Pêvajoya piştî desteserkirinê ya derbarê neh failên din de di medyayê de cî negirtiye.
Ajokarê otobîsa rêwiyan ku di wesayita wê de li jinekê daye, xwestiye giliyê heman jinê bike.
Lêpirsîn ji bo sê mêrên tundkarî kirine nehatiye vekirin.
Derbarê failên din de pêvajoya hiqûqî nehatiye nivîsîn.
Wêne û navê jineke ku ji ber tundkariya sîstematik a mêrê xwe reviyaye bajarekî din li ser medyaya civakî hatine belavkirin. (ÇT/FD)