Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo projeyeke bianetê ez vê nivîsê dinivîsim. 52 mêr wê li ser tundkariya mêran binivîsin û her hefte wê yek ji van bê weşandin.
Ez hewl didim ku bingeha vê mijarê fêm bikim. Dema em bixwazin 52 mêr li ser tundkariya mêran binivîsin, gelo em çi van 52 mêran dixwazin? Weke hejmara 52yê ji bo projeyê li salê belav bike, weke fetlekê ye, weke sembolîzmek be. Dibe di hefteyekê de heft nivîs bihata nivîsandin û hew. Ha 52, ha 7, armanca wê yek e. Yanî hejmareke bêsînor, yanî ne hejmareke diyar, yeke berdewam dike, tiştekî ku dibe berdewam bike, aliyekî wê hetahetayî vekirî.
Wê gavê em vî tiştî bipirsin: Heke em ji hejmareke mêran bixwazin li ser tundkariya mêran binivîsin, gelo em çi ji wan dixwazin?
Ez vî tiştî bi vê xeyala xwe re didim ber hev; weşanek heye, bi 52 welatiyên bijarte yên welatê Xê re hevpeyvîn kiriye. Hevpeyvîn derbarê dagirkerî, talankirin û kolonyalîzma Xê li Yyê kiriye de ye. Ango derbarê qetlîamên li ser gelê Qyê kirine de ye. Yan jî em ji 52 çermspiyan ên binyada wan digihêje xwediyê koleyan, dixwazin ku derbarê nîjadperestiya li reşikan hatiye kirin biaxivin. Hin mînakên din ên polîtîk tên hişê min lê her yek ji wan bi giraniya xwe û belavkariya xwe tên hişê min. Ji ber wê ez dixwazim sînordar bikim. Gelo em ê ji niştecihê welatê Ayê yê azadîxwaz an jî ji çermspiyê azadîxwaz bixwazin biaxive û bide ispatkirin ku ew azadîxwaz e? Weke li ber devê derî em jê bixwazin ku karta xwe ya derbasbûnê li ber derî bihêle. Ez wisa nafikirim, divê armanc ne ew be ku hin kesên ji nava “nebaşan” biseridînin û hin kesan jî di ser de bigrin. Divê ji vê zêdetir be.
Em bibêjin ku çermspiyek behsa nîjadperestiya çermspiyan a ku bûye şahidê wê dike û vê jî bi bûyereke krîtîk bi mînak dike. Em ê wisa bifikirin ku vegotina wî ji ya reşikekî wê cidatir be. Gelo ev cidahî ji ber rexneyeke “bêalîtir” û “objektîvtir” e?
Dema em li lîseyê bûn, filmekî li dijî tecawizê bûbû populer. The Accused (Şahid, 1988). Me du sê mêran lê temaşe kiribû. Roja din, dema hevalekî ku me bi hev re li fîlmî temaşe kiribû ji keçkên sinifê re behsa filmî kir, wiha gotibû; “Ez li ser fikirîm û min biryar girt ku ez ê ti caran tecawizê li jinan nekim!”
Tê bîra min ku kêfa ti kesan ji vê şîrove (û sozê) re nehatibû.
Gelo reşikan qet dixwest bibîhîzin ku çermspiyek bibêje ez ê çi caran nîjadperestiyê nekim? Min ne bawer e. Ez wisa difikirim ku sedema esasî ya vê dilsariyê ew e ku di gotina “min biryar da ku ez nekim” de “ihtimala kirinê” û “ya hewesê” zindî ye. Dibe ku pêwistî bi betalkirina vê ihtimalê heye.
Bîranîneke din. Vê care ne salên 80yî, lê ez wisa dizanim ku salên 90î ye. Hevalekî hunermend, şevekê dema li Kolana Îstîklalê dimeşe, dibîne ku li kolana teng a li kêleka Konsolxaneya Fransayê, mêrek li jinekê dixe. Gotibû ku ew li serê kolanê sekiniye, bêyî ku tiştekî bike li lêdana mêr li jinê kiriye temaşe kiriye û piştî lêdan qediya ye û mêrik sekiniye, ew jî ji ciyê xwe lebitî ye û ji wir meşiya ye çûye. Gelo wî hevalî bigota “Piştî bûyera li Beyoglûyê, di rewşên wiha de ez ê wêrektir bim û mudaxeleyî bûyerê bikim”, wê kêfa me ji vê soza wî re bihata? Gelo em ê bixwazibin ku 52 hefteyan vî tiştî bixwînin? Em çima naxwazin?
Weke ku em naxwazin biryarek hebe lê em dixwazin xwezayîtî hebe. Ji xwe ber be. Û em dixwazin nîşaneyekê bide me ku wê ji xwe ber be. Heke ku 52 hefteyan 52 mêr îşareteke wiha bide te tû yê bixwînî. Hemû reşik wê bixwînin.
Wê gavê em dixwazin gotineke ku fikra me ya derbarê xwezaya çermspî/mêr de nû bike hebe. Çima? Gelo hewcedariya me bi hizra wî tiştî hebe ku nebaşî bi hemû tiştên xwe nenebaşî ye? Heke ku hebe ji bo çi?
Bi qasî ku ez dibînim, di esasê xwe de, ji bo ihtimala jiyana bi hev re li ser lingan bihêle, ji bo dahatê ye. Ne ji bo tolhildanê lê ji bo jiyaneke nû û ji bo pêbawerî ji nû ve bi jiyanê bê.
Pyotr Kropotkîn, yek ji giregirên anarşîzma klasîk, behsa meseleke etîk dike: Li beramberî vê pirsê kîjan bersiv a herî etîk e? Dema hûn bibînin zarokeke keç dikeve avê û difetise, hûnê bi çi sedemê wê rizgar bikin? Piştî hinek kolandikê bersiv wiha diyar dibe: Bêyî li ser bifikire û beyî ti hincetan nîşan bide, bi armanca rizgarkirinê xwe bavêje avê, helwesta herî etîk ev e.
Ji ber wê ye ku lixwemikurhatin û behskirina çewisandinê aramiyê nade me. Weke ew dengê ku dibêje “Tu rastiyê bixwazî berê, dema ku min reşik didîtin dilê min ji bo zordestiyê lê dida, dema jinan behsa veqetandinê dikirin gelek caran min dixwest li wan bidim lê min bi darê zorê xwe digirt, gelek caran min di dilê xwe de dixwest tecawizan bikim lê min hemû jî da sekinandin, lê we hay jî jê nebû û hwd” û me biricifîne.
Behsa hewesên xwe û ji wan helwestên etîk ên di encama hewesan de derdikevin neke. Ev ne mijara me ye. Hêviyekê ji bo derfeta jiyana bi hev re bide min. Tiştên baş ên di xwezaya xwe de nîşanî min bide.
Em dixwazin lehengî hebin lê bila neberçav bin –em çîrokên lehengiyê naxwazin. Bila Schindler lîsteya Schindlerî bi xwe nenivîse.
Ne lixwemikurhatin, ne çîrokên lehengiyê, ne nimayîşên mezin ê wicdanî, ne jî hetîketiyên lixwegirtî pêşiyê lê vedikin.
Pêwistî bi wê hestê heye ku bêdeng be, bêdanezan be û bizanibe rastiyên ji dil li wir in.
Xweşiyeke formata rastiya 7/52yê ew e ku, heke di 52 hefteyan de mêrek bi tenê jî nikaribe bendewariyê bi cî bîne wê ev fetl berdewam bike. Bila bi qasî xwesteka wan şaşîtiyan bihewînin. Format li hemberî van, ji destpêkê xwedî bexwedanekê ye.
Li şûna anekdotên xirab dibe anektodên baş bên vegotin, dibe mînaka wan jî bên dan. Dibe nivîsên dem û helwestên alîgirên jiyanê jî bên nivîsandin. Lê em ê nexwazin bi mînakên baş bibin alîgirên jiyanê. Divê jixweber û pêbawer be. Divê baweriya me bi wî tiştî hebe ku dema em di avê de difetisin bêyî tiştekî bifikire kesek me rizgar dike. Bi vê re em ê bawer bikim ku dema yek di avê de bifetise bêyî em tiştekî bifikirin xwe bavêjin avê û rizgar bikin. Em bi vî awayî ji xwe hez bikin û baweriya me pê bê ku em ji yê din hez dikin.
Heke gotinên dumahikê leheng bin ji ber wê jî pêwîstiya nivîsên wiha û rêzenivîsên wiha bi gotinên dumahîkê nîne, pêwistiya wan bi hîkmetê nîne, bi qet bi belavokên mezin nîne.
Ji bo projeyeke bianetê ez vê nivîsê dinivîsim. 52 mêr wê li ser tundkariya mêran binivîsin û her hefte wê yek ji van bê weşandin. (SE/ŞA/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 Mêr 52 Hefte
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu
#23 Mezinbûna li warê xwendekaran - Bağiş Erten
#24 Tramvaya azweriyê - Turgut Yüksel
#25 Çêdibe ku îtirafkirin û li-xwe-mikur-hatin jî pesindaneka nêrane be -Fırat Yucel
# 28 Tu li çi dinêrî wilan! - Tan Morgul