Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çayan Azadî, astivîst û edîtorê malpera Pembe Hayatê li navçeya Seyran a Enqereyê rastî êrîşa homofobîk a cîranên xwe hatiye.
Polîsan li Azadiyî guhdar nekirine û ji bo giliyê Çayan Azadiyî bikin, êrîşkar birine qereqolê.
Çayan Azadî ji bianetê re axivî û got, “Her gav çavdêriyê li min dikin û min tacîz dikin. Êrîşa nefterê û mafê parêzbendiya mala min hatiye kirin. Ji ber ku polîsan li min guhdar nekirin, ez û parêzerên min em ê serî li dozgeriyê bidin.”
Li gorî nûçeya Pembe Hayatê, kesekî ku mala wî li apartmana teniştê ye û kesekî mala wî li tebeqeya jor e, saet li derdora 23.30 deqîqeyan ji Azadiyî re gotine “bêehlaq, heke ku tu perdeya xwe vekirî bihêle em ê li te binêrin”, “Tu îbne yî, cî û warê te li vir nîne”. Paşê bi kêrê êrîş birine ser Azadiyî.
Piştî ku polîs hatine cihê bûyerê, êrîşkaran gotine, “ji xwe ev îbne ye, zarokên me hene, em naxwazin vî bibînin.” Polîsan jî ji Azadiyî re gotine, “di hiqûqê de kevneşopiyên me tên parastin. Divê tu perdeya xwe bigirî.”
Polîsan nehiştiye Azadiyî giliyê êrîşkaran biqe, lê ji bo giliyê Azadiyî bikin êrîşkar bi erebeya xwe birine Qereqola Esatê.
Çayan Azadiyî wiha axivî:
“Ne cara pêşiyê ye ku ev bûyer çêdibe. Beriya niha jî ji ber heman sedemê problem di navbera me de derketibû. Ev, destdirêjiyeke sîstematîk e û dibêjin ku heta ez li wê malê bim dê ev berdewam bike.” (ÇT/FD)