Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Bi qasî ku tê bîra min, hemû bûyerên tundkariyê yên di zaroktiya min de, yan weke bêgunehiya terlika dayikê, yan weke lehengiya rizgarkirina birayê min, an jî weke teseliya di gotina “ji xwe her kesî ji wî mamosteyî lêdan xwariye” de bû. Lê tiştên piştî wê, ew tiştên di salên lîseyê de baş tên bîra min ku li hêlekî wê êrîşên testosteronê, li hêlekî din jî ezmûna ketina zanîngehê hebû.
Di salên lîseyê de mêrbûn di navbera gotina, “min jî kulmek lê da” û “heke ku bi min negirtana min ê dev û diranên wî bişkanda” diçû û dihat û mêrbûnê bi gotina “vaye jinek!” dengek ji nava xwe ava dikir. Xuya ye ku ez bisiûd bûm. Ji ber ku fişara exlaqî ya hişkbawer a dê û bavê min ên mamoste bi taswasa zanîngehê re dikete nava hev û hevsengiyek çêdikir. Vê hevsengiyê nehiştibû dengên dilê min min bike êrîşkarekî hişk.
Ji xwe ez qet di salên lîseyê de nehatim çewisandin. Li kolanan min qet lêdan nexwar. Tirs bi min re çênebû û ez gotinên “ti li çi dinêrî wilan” ên mêrên nenas ji nedîtî ve nehatim. Ez ji cin û periyan netirsiyam, li hemberî cinvedanê min ti dia ji ber nekirin. Ji ber êrîşa yekî ji min girtir an jî wêrektir, min qet baz neda. Min xwe li ser serê kesên ji min biçûktir û bêhêztir mezin nekir. Ji ber jîrbûna xwe min xwe li ser yên din mezin nekir û ew biçûk nexist. Xizmên min ên wiha nebûn ku dema min alîkariya karên biçûk ên malê dikir bi gotina “serjinik” henekên xwe bi min bikirana. Kêfa min ji erebeyan re nehat, ew hêvî qet bi min re çênebû mekîneyekê bixim şûna laşê xwe yê lawaz û xwe bihêz bikim. Ez û zordestan zêde pêrgî hev nehatin, dema em pêrgî hav hatin jî yan min ew kutan yan jî min li wan mêze kir ku ji ber tirsê bêyî li du xwe binêrin direviyan.
Min destdirêjî li ti jinan nekir. Min li qalçeyên keçên ku bi bayî re kirasên wan bilind dibûn nenêrî. Ez neketime paş perdeyê û min li jinên di rê de derbas dibin nefîkand. Ji ber li hevala min nêriye min hevalên xwe kom nekir û çavê ti kesî netirsand. Baweriya min bi wî tiştî nehat ku keça cîranan bilikê min gelekî meraq dikir, heta dema dêya min ne li mal bû, bi zorê xwe kontrol dikir ku ji bo xwe navêje mala me û ez nekevim ser dilê wê. Min dilê xwe ne bijand wan hevalên xwe ku li ser dekolteya mamosteya min difikirîn û masturbasyon dikirin û bi kêfxweşî ji me re behsa vê dikirin. Ez nebûm yek ji wan kesan ku ji ber keçka xweşik a taxê, li kurikê karmendî yê ku nû hatiye bajêr dinêre, dibêjin “em vî kurikî bikutin”. Baweriya min qet bi wî tiştî nehat ku jinbî hîsterîk in, keçên azib har in. Min hewl nedida wî tiştî ku dema şev diket erdê û deng ji herkesî dibiliya li weşanên erotîk binêrim.
Min carekê bi tenê jî bawer nekir ku jin bêhêz in û hewceyî bi mêran in. Min qet dijûn nedan û nexwest dijûnan bidim. Ji ber ku ji me hinekî din dilşikestî û narîntir bûn, min ji bo hemzayendên xwe negot “îbne” û ez li paş wan neaxivîm. Min bi kelecan li wan çîrokên li ser kerxaneyan guhdar nekir ku yên ji me meztir digotin. Min bi kelecan li wî tiştî guhdar nekir ku digotin, xalekî dest avêtiye jina cîranî û ji ber wê jî helbet baweriya min bi wî tiştî nehat ku xalekî din dema li ser jina cîranekî din hatiye girtin hatiye kêr kirin û ev jî heq kiriye. Min guh neda wan zarokên gundî yên li pola min ku digotin ew çawa bi ker an jî seyekî ketine xelwetê. Min ew sûcdarî asayî nedîtin ku hekeman îbne dibîne, jinên xwedî karaktera hişk lezbiyen dibîne û mêrên pordirêj serjinik dibîne. Bala min neçû ser çekan, min heqê kuştina wan kesan di xwe de nedît ku min ji wan hez nedikir an jî dijminên welatî bûn.
Ez dûrî wan bîranîna me ku kekên me behsa wan dikir. Ew kekên me yên li leşkeriyê qet lêdan nexwarine, digotin ku bi hinceta çûna nobedariyê diçûn bi keçên sûbayan re radizan. Min leşkeriya xwe 28 rojan kiriye û ez di vê demê de nebûme yek ji wan kesan ku her serê sibehê bi qajewaj dihatin hişyar kirin û rojê heft caran dihatin hejmartin. Ez di van rojên hindik de qet nehatime biçûkxistin û min çavdêrî li biçûkxistin, dijûn û lêdana leşkerên din nehatime ku wan leşkeriya demdirêj dikirin. Di dema leşkeriya xwe de min dijûna ku di devan de bûbû benîşt neda.
Min beşek ji yên li jor kirine ku min gotiye nekiriye. Ez bûm şahidê hinan ji wan. Hin ji wan tecrubeyên min bi xwe ne. Min hin ji wan jî ji bîra mêraniyê ya hevbeş berhev kirin.
Ez ne bawer bim ku mêrekî yek ji van nekiribe hebe. Li gor nêrîna min nekirina yek ji wan wê nebe ferqeke mezin. Dawiya dawî hemû jî weke hişê mêrbûnê yê hevbeş kom dibin û dikevin zêhna me. Ji ber wê ye ku ew rewşên mêrbûnê yên em tecrube dikin jî, weke proteza bîrê di zêhna xwe de digirin.
Dema mijar dibe bîr, her gav di navbera rastî û çîrokê de cudahî çêdibe. Çîrokên rast û rewşên ku hêjayî vegotinê tên dîtin jî gelek caran ne heman tişt in. Çîrokên şexsî jî di heman çarçoveyê de ne. Ez weke mêrekî dijîm û ji pencereya mêraniyê li rastiyê dinêrim. Heke ku ez tomarkirinên xwe ji bîra mêrbûnê berhev dikim, wê gavê ez çîrokê jî bi mêrbûnê vedibêjim.
Heke ku hûn nêrîna min a fermî ji min bipirsin, min ev kêşeya mêrbûnê çareser kiriye. Ji xwe ez mêrekî xwende me. Ez di navbera zayendan de cidaxwaziyê nakim. Mejiyê min di mijara zayenda civakî de vekirî ye. Jidil ez dixwazim dûrî zimanê mêraniyê bibim. Ez hevsengê di navbera xwe mêrbûnê de çêdikim, wan kontrol dikim.
Lê rastiya meseleyê ev e ku, ez jî weke ew kesên ji diya xwe mêr hatine dinê û baweriya wan bi wî tiştî tê ku wê di demê de bi vî tiştî re hesabê xwe bibîne, ji hiş ketime.
Yekta Kopanî di beşeke nivîsa xwe de wiha gotibû ku ji bo vê rêzenivîsê nivîsandibû: “Qey dema mêrek li hemberê mêrekê dî têk diçe hişê wî wê bûyerê paqij dike. Ez ji vê perspektîvê berdewam bikim; Mêrê ku difikire hesabdîtina xwe bi mêraniyê re qedandiye, nexwe ew bîranînên ku li hemberî rewşên mêraniyê têk diçin ji hişê xwe dibe. (RK/HK/EMİN/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 Mêr 52 Hefte
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu
#23 Mezinbûna li warê xwendekaran - Bağiş Erten
#24 Tramvaya azweriyê - Turgut Yüksel
#25 Çêdibe ku îtirafkirin û li-xwe-mikur-hatin jî pesindaneka nêrane be -Fırat Yucel