Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Îzmîrê duh bi sedan kes ji bo Meşa Rûmetê hatin ba hev û gotin, “Îro em ê bi ser tirsa xwe de biçin”.
Di meşê de sloganên “Tu li ku yî evîndarê/a min?”, “Bêdeng nemîne biqîre hevzayend hene”, “Kuştina transan polîtîk in”, “Li hemberî nefretê dengê xwe derxe” hatin berz kirin û koma BandoSolê li pêşiya kortejê stranên xwe got.
Meş li ber avahiya Navenda Hilbijartin û Bicihkirina Xwendekaran (ÖSYM) ya li Kolana Kibris Şehitleri dest pê kiriye û li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê bi xwendina daxuyaniya çapemeniyê qediya ye.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Em ê îro bi ser tirsê biçin. Em ê êşê derbas bikin û bimeşin. Em ê li hemberî tundkariyê, nefretê û cudakariyê bimeşin, em ê hemûyan tune bikin. Em ê di bin keskesorê de derbas bibin û ber bi cîhaneke xweşiktir bimeşin.” (ÇT/FD)
* Me ev nûçe ji Pembe Hayatê berhev kir.
* Fotograf: Kaos GL