Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Erebistana Siûdiyê li hêlekê çavlirê ye ku piştî daxuyaniyên Muhammed Bîn Selman Prensê Welîaht qedexeyên li ser jinan nermtir bibin lê li hêla din jî fişara li ser jinan jî berdewam dike. Gelek aktivîstên jin û mêrên ku piştgiriyê didin jinan tên girtin.
Tenê hefteya borî Îman El-Nafjan aktivîst û blognûs, Azîza El-Yoûsef kesa ku kampanya ji bo mafê ajokariya jinan dimeşand, Dr. Îbrahîm El-Modeîmîgh parêzerê mafên mirovan û Mohammed El-Rabea aktivîst hatine girtin.
Du hefte berê jî aktivîst Loûjaîn al-Hathloûl jî di nav de heft kes hatibûn girtin û di medyayê de rastî tohmeta “xirakirina yekîtiya netewî” hatibûn.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, destnîşan kiriye ku digel Mûhammed Bîn Selman xwe weke “reformîst” dide naskirin lê fişara li ser mafparêzan berdewam dike û ev jî nakokî ye.
Rêxistinê rakirina qedexeya ajotina wesayitan a ji bo jinan “herçiqas ku dereng be jî gaveke pêşverû” nirxandiye û bang kiriye ku sîstema vesayetê jî tê de hemû şêweyên cidaxwaziyê yên li ser jinan bên rakirin.
Par hatibû aşkerekirin ku wê bi biryarnameya mîrîtiyê re qedexeya ajotina wesayitê bê rakirin. Tê plankirin ku ev biryar meha hezîranê têkeve meriyetê û jin piştî 24ê Hezîranê karibin ehliyetên ajokariyê bistînin. (ÇT/FD)