Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Reklama danasînê ya ku Wezarita Malbatê û ya Polîtîkayên Civakî bi van gotinan bi dawî dibe: “Di çanda me de cî ji tundkariya li ser jinê re nîne”. Di destpêka reklamê de jî em dibînin ku ji herêmên cuda cuda yên welêt, hevjînên navsere bi halên xwe yên herî yaranî derketine pêşberî kameraye.
Mirovên ji herêmên Behra Reş, Ege, Rojhilatê Anadolûyê, bi cil û bergên xwe yên herêmî û bi devokên xwe weke panaromayeke welêt in. Li ser zimanê mêran hevokên ku pesnên jinan dikin.
Bi kurtasî reklama ku wezaretê amade kiriye, gotinên ku rastiyê berovacî dikin weke rastiyê nîşan dide. Ne tiştê ku dibe, lê tiştê ku divê bibe weke bûye nîşan dide.
Heke ku me qasî misqalê zerre niyetek baş di nava vî karî de dîtiba, dibe ku me dereweke wiha biçûk qebûl bikira. Lê ev ji derewa biçûk wêdetir gotineke înkarkirinê ye.
Wezareta Malbatê yeka nû li gotinên xwe yên înkarkirinê yên bi rengekî sîstematîk zêde dike ku me gelek mînakên bêbingeh û bêbinî yên weke “Misilman qirkirinê nakin” an jî “Leşkerên Tirkan tecawizê nakin” bihîstiye.
Tundkariya li ser jinê rastiyeke wiha ye ku li erdnîgariya me, car caran bi destê jinê û bi feraseta jinê tê qebûlkirin, li nava çanda me tê nexşkirin û bi referansên olî re tê zeximkirin.
Ji xwe divê bi giştî ji wê nêrînê neyê cudakirin ku tundkariyê weke tiştekî pîrok dibîne.
Qîmetdana mêraniyê destpêka wê feraseta çewt e ku rê li ber tundkariya jinan vedike. Car caran jî em dibînin ku di encama hiyerarşiya nirxan a ku dayik di nava malbatê de şekl û şemala wê didê de mêr dibin xwedî statûya pêşek.
Zarokên keç di encama terbiyeya malbatê de statuya xwe ya di rêza duyem a di nava civakê de qebûl dikin, ji bo qebûlkirina vê fişar li ser wan tê kirin û di dawiya dawî de bi vî tiştî qayîl dibin û bi vê jî gava pêşiyê ji bo çanda tundkariya jinan diavêjin.
Rola olan a di tundkariya li ser jinan de
Tiştê gelekî balê dikişîne ew e ku afirêneriya him fizîkî him jî hişmendî ya mêrên di nava van şert û mercan de tên xweyîkirin, li gorî ya jinan kêmtir e.
Li gorî jinan afirêneriya mêran kêmtir e û qadên ku karibin xwe îfade bikin jî hindiktir in. Weke mînak, di jiyana rojane de di nava jiyanê de mêr li dû jinan tên, lê li qada leşkeriyê ya ku hêza milan berbiçavtir e, derfetê avakirina cîhaneke bêjinan bi dest xistin.
Weke wê, di dema ku ji baweriya yezdan û xwedawendê ya di mîtolojiyê de, guhertin ber bi nêrîna xwedayekî razber de çêbû û olên semawî ango asîmanî derketin holê jî jinan gelek desketiyên xwe winda kirin. Li gel Mûsa, Îsa û Muhammed nebûna figûreke peyxamber a femînen yeksek tê dîtin.
Herweha em di nava şirîkên weke Solomon, Abraham, Pavlûs, Petrûs, Yohanna, Omer, Elî, Ebûbekir, Hesen, Husên û yên weke wan de jî navê jinan nabînin.
Fîgura Dayika Meryemê jî di rastiyê de ne weke jinan e, lewre weke tê zanîn xwedî afirêneriyeke surrealîst e ku bi bêhnkirina çîçekê ducanî bûye.
Îro jina ku nikare li dêrê derkeve mîhrabê li mizgeftê jî nikare têkeve nava refê nimêjê.
Dîsa, li gorî çîroka afirandinê ya ku di Tewratê de behsa wê kiriye û paşê jî ji hêla Xiristiyanî û Islamiyetê ve hatiye qebûlkirin, Dêya me Hawwa, ji parsûyê Hezretî Ademî ve hatiye afirandin. Bi ya Şeytanî kiriye û ji rê derketiye û bûye sedem ku binyata mirovan ji bihuştê bê qewirandin.
Bi kurtasî li gorî çîrokên her sê pirtûkên pîroz, ‘jina ku meyla wê li ser gunehan heye berpirsiyara sereke ya derd û kulên me ye’. Ev tenê jî dikare di tundkariya li ser jinan de derbarê rola olan de nêrînê diyar bike.
Jin bûn ên ku di nava şert û mercên tarîtiyê yên serdema navîn de bi tohmeta cazûtiyê û sêhrbaziyê dihatin şewitandin. Islamiyet jî bi cezayê recimkirinê jinan dike hedef. Li gorî hiqûqa şerîetê di çarçoveya nêrîna kisasê de divê destê diz û serê kujer bê jêkirin, kuştina bi îşkenceyê û bi beşdariya civakê ji bo jinan qebûl kiriye.
Dema ku Misilman diçin hecê, keviran diavêjin şeytên, di jiyana medenî de jî diavêjin jinan.
Bi giştî, di kiryarên ku bi referansên olî hatine avakirin û yên bi “tore”yê jiyana civakî ya mirovan saz dikin de jin biçûk tê dîtin û mêrbûn tê bilindkirin.
Ev rewşa mêran bilind dike, bi xwe re xwebaweriyekê ava dike ku ev xwebawerî weke nexweşiyê ye. E rewş jî bi xwe re dijminahiya li hemberî jinan û bi vê ve girêdayî tundkariya jinan ava dike. Ev şêwe tundkarî ji perwerdeya nava malê tê û nikare bi perwerdeya akademîk derbas bibe.
Derman ji bo me hemûyan Feminîzm e
Heke sîstema ku nirxên tundkariyê ya li hemberî jinan ava dike, ji hêla civakê ve bêyî ku zêde li ser bifikire û qebûl dike, wê gavê nirxên hember jî divê li gorî wî tiştî be ku bêyî zêde li ser bifikire bê çêkirin. Ji bo vê jî divê destpêkê têkoşîn li hemberî înkarkirinê, derewan û xapandinê bê dayin.
Di vê meseleyê de, jinên feminîst ji bo alên xwe yên mor ên di destên wan de bilindtir bikin têkoşîneke bênavber didin.
Qasî tê dîtin, armanca vê têkoşînê ew e ku li hemberî feraseta olî ya hişk, ne ku xweda û xwedawendên baweriyan, Hera’yı, Afrodîtê û Anahîdê ji nû ve bike pût, lê bi azadiya jinan re nirxê mirovahiyê bilindtir bike.
Ji ber wê jî tevgera feminîst ne tenê weke tevgereke jinan, lê bi gelemperî weke tevgereke mirovahiyê were dîtin. (PE/ŞA/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |