Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirîn mêran di meha Sibatê de 25 jin û du zarokên keç kuştine; ya kêm tecawiz li neh jinan kiriye, taciz li 18 jinan kiriye, îstismara cinsî li 18 zarokên keç kiriye; 26 jin birîndar kirine.
Di 98 bûyerên tûndkarî/kuştinê de ji sedî 11ê wan kesên bûyîn armanc koçber/penaber bûne.
Ji bilî bûyerên kuştina 25 jinan;
*Li Karabukê mêrekê homoseksuel bi motivasyona nefreta ji zayendê hatiye kuştin. Ev bûyer bûyera duyem e ku di sala 2018ê de cih girtiye.
*Hat îdiakirin ku zarokeka keç û du jinan xwe kuştine.
*Polîsekî tecawiz li jinekê kiriye, ji beriya roja dadkirinê wê jinê hewil daye xwe bikuje. Polîsê hatî dadkirin beraet kiriye.
*Termê sê jinan hatiye dîtin ku guman heye ew hatibin kuştin.
Di du mehên destpêka sala 2018ê de mêran ya kêm 38 jin û pênc zarok kuştine; tecawiz li 14 jinan kiriye; taciz li 30 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 156 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 48 zarokên keç kiriye; 67 jin birîndar kirine.
Kuştina jinan
Jinan di meha Sibatê de ya kêm 25 jin û du mêrên li nik wan kuştine.
Ji sedî 36ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin hatine kuştin. Ji sedî 8ê jinên hatîn kuştin ji ber ku hevalên wan xwestine ji mêran cida bibin wan mêran ew kuştiye.
Digel heyîna biryara parastinê jî jinek hatiye kuştin, jinekê jî serî li rayedaran dabû ku biryara parastina wê ya ku dema wê temam bûbû bê dirêjkirin, du rojan piştî hingê hat kuştin.
Ji sedî 12ê jinên hatîn kuştin penaber an koçber bûne.
Ji sedî 56ê jinên hatîn kuştin mêrê wan ew kuştine.
13 mêrê bi zewaca fermî zewicîn jina xwe kuştine, mêrekê bi zewaca fermî zewicî jina xwe kuştiye, mêrekê teklîfa zewacê daye jinekê wê qebûl nekiriye li ser vê yekê wî mêrî ew jin kuştiye, lêzimê jinekê ew kuştiye, mêrê berê yê sê jinan ew kuştine, tecawizkerekê jinek kuştiye.
Ji sedî 64ê wan kesên hatîn kuştin bi çekên gulleavêj hatine kuştin.
Pênc jin bi kêran, du jin bi xeniqandinê, sê jin bi demanceyan, 13 jin bi tifengann hatine kuştin. Rêbaza kuştina kesekê di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin.
Bajarên ku lê jin hatine kuştin: Edene (1), Enqere (2), Antalya (2), Balıkesir (2), Batman (1), Çorum (1), Denizli (1), Düzce (1), Iğdır (1), Isparta (1), Stenbol (4), Kars (1), Kayseri (1), Kırıkkale (1), Konya (1), Muğla (1), Osmaniye (1), Van (1) û Zonguldak (1).
Kuştina zarokan
Mêran di meha Sibatê de, du zarokên keç û zarokekê kur kuştine.
Bavê kurekî ew kuştiye, destgirtiyê dayika kurekî ew kuştiye, mêrekî teklîfa zewacê daye jinekê dema wê qebûl nekiriye wî kurê wê jinê kuştiye.
Du zarokên kur bi tifengan kurek jî bi lêdanê hatiye kuştin.
Di hersê bûyerên li Balikesîr, Denizlî û Kocaeliyê pêk hatîn de, jinek digel kurê xwe hatiye kuştin, jinek birîndar bûye û birînên wê giran in, jinekê jî xwe kuştiye.
Tecawiz
Di meha Sibatê de mêran ya kêm tecawiz li 9 jinan kiriye.
Du jinên tecawiz lê hatî kirin kêmendam bûne, du jin jî penaber bûne. Hatiye ferqkirin ku bi awayekê sîstematîk tecawiz li jineka kêmendam hatiye kirin.
Mêrên ne nasên sê jinan tecawiz li wan kiriye, garsonê mekanekê tecawiz li jineka mişterî kiriye, mêrê xuşka jinekê tecawiz li wê kiriye, destgirtiyê jinekê tecawiz li wê kiriye. Di nûçeyekê de nehatiye eşkerekirin ka nasnameya tecawizkarî çi ye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 40 kesên tecawiz kirîn, pênc kes hatine girtin. Pênc kesên fail hatine desteserkirin û hêzên çekdar ên fermî li kesekî digere. Di nûçeyan de pêvajoya hiqûqî ya 29 bûyeran nehatine nivîsîn.
Karê seksê yê bi zorê
Li bajarên Samsûn, Enqere û Stenbolê mêran karê seksê bi zorê li 147 jinan daye kirin. Ji wan jinan şeş jin bîyanî bûne û ji welatên Ukrayna, Kirgizîstan û Turkmenistanê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
49 kes ji ber ku wan bi zorê karê seksê li jinan daye kirin hatine desteserkirin. Failek bi şertê kontrola edlî hatiye berdan, ji bo 48 kesan pêvajoya hiqûqî nehatiye eşkerekirin.
Îstismara zarokan
Di meha Sibatê de di nûçeyan de 18 bûyerên îstismara zarokan cih girtiye. Zarokeka keç bûye ducanî.
Ji sedî 39ê bûyerên îstismara li zarokan li dibistan û derdora dibistanan pêk hatine.
Pêvajoya hiqûqî:Tenê 12 ji 38 failan hatine girtin. Ji 26 failên din; * 15 fail piştî ku hatine desteserkirin serbest mane. * 2 fail bi şertê kontrola edlî serbest mane. * Nûçeya desteserkirinê ya çar failan di medyayê de hat belavkirin lê pêşketinên piştî wê di medyayê de cî negirt. * Kesekî ku istîsmar kiriye tenê ji karê xwe yê dibistanê hatiye dûrxistin, midûrê ku ji zarokên rastî istîsmarê hatine re gotiye “hûn jî cil û bergên teng li xwe nekin” ji kar hatiye avêtin. Lê lêpirsîna edlî derbarê vê bûyerê de nehatiye destpêkirin. * Doktorê ku di dema miayeneyê de istîsmara zayendî li zarokî kiriye derketiya bêhnvedana salê û derbarê wî de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. * Dozgeriyê derbarê mamosteyekî de lêpirsîn daye destpêkirin, lê zanyariyên din di nûçeyan de cî negirtine. * Rêveberekî ku istîsmara zayendî li stajyera xwe kiriye, ji hêla şîrketa lê kar dikir biryara teqawitiyê jê re hat derxistin ku şîrket li şûna lêpirsînê derbarê bûyerê de veke hewl dida ser bûyerê bigre. Lê piştî ku Midûra Perwerdeya Netewî ya bajêr giliyê wî kir, hat desteserkirin. |
Destdirêjî
Meha sibatê herî kêm 18 bûyerên destdirêjiyê yên li hemberî jinan di medyayê de hatine nivîsandin.
Ji sedî 55ê jinan rastî destdirêjiya wan mêran hatine ku nenas in.
Mêrên ne nas destdirêjî li 10 jinan kiriye. Jinek rastî destdirêjiya wî kesî hatiye ku hev li ser medyaya civakî nas kirine. Yek rastî destdirêjiya hezkiriyê xwe, yek rastî destdirêjiya mêrê ku daxwaza hevaltiya wê qebûl nekiriye, du jin rastî destdirêjiya mêrên ku li heman kargehê karî dikin, yek rastî destdirêjiya midûrê xwe, yek rastî destdirêjiya midûrê îdareya koçberiyê hatiye ku ji bo karên xwe yên koçberiyê çûbû wir. Yek jî rastî destdirêjiya wî mêrî hatiye ku karê paqijiya mala wî dikir.
Du jin di trafîkê de rastî destdirêjiyê hatine. Jinek rastî destdirêjya dijîtal hatiye. Bi israr li du jinekê ketine. Mêrekî binkirasên jineke ne nas revandiye, yekî din bi kameraya veşartî dîmeneê jinekê girtiye. Bûyerên din weke destdirêjiya devkî û/yan jî destdirêjiya laşî pêk hatin.
Yek ji jinên ku rastî destdirêjiyê hatiye Sûriyeyî, ya din jî Misrî bû.
Berê jî 3 failên destdirêjiya zayendî rastî lêpirsînê hatibûn.
Pêvajoya hiqûqî:Tenê 6 ji 16 kesên destdirêjî kirine ji ber sûcê destdirêjiyê hatine girtin. Du kesên destdirêjî kirine ji ber sûcê destdirêjiyê hatine berdan, yek ji ber birîndarkirinê, yek jî ji ber sûcê heqareta li Serokomarî hatiye girtin. Du mêr piştî ku ji ber destdirêjiyê hatine desteserkirin serbest mane, tenê derbarê yekî de doz hatiye vekirin. Cezayê pareyan li kesekî ku destdirêjî kiriye hatiye birîn. Derbarê tacizkarekî de biryara dûrxistinê hatiye dayin. Lêpirsîn derbarê wî karmendê Parlamentoyê de hatiye vekirin ku bi awayekî sîstematîk destdirêjî li stajyerekê kiriye lê hîna jî erka wî berdewam dike. Mêrekî ku ji ber karê destdirêjiyê hatiye dihat dadgehkirin, di karê destdirêjiyê ya li hemberî heman jinê de berdewam kiriye û li ser vê hatiye desteserkirin. Pêvajoya pêşketinê ya piştî desteserkirina du kesên destdirêjî kirine di medyayê de cî negirtiye. |
Tundkarî – birîndarkirin
Mêran meha Sibatê herî kêm tundkarî li 26 jinan kiriye. Herî hindik 2 ji wan bi giranî birîndar bûye.
Ji sedî 23yê jinan ji ber xwestina cida bibin / veqetin rastî tundkariyê hatine.
Ji sedî 8ê bûyerên tundkarî – birîndarkirinê digel biryara tedbîrê ya parastinê çêbûne.
Ji sedî 61ê jinan rastî tundkariya mêr an jî hezkiriyên xwe hatine.
Xizmê jinekê, bavê jinekê, mêrê kevin ê jinekê, mêrên 12 jinan, ajokarê mînîbûsê jinek, hezkiriyên 4 jinan, mêrê jineke ku hev nas dikin/ hevalên hev in, mêrên ne naskirî yên 5 jinan ew birîndar kirine.
Ji sedî 31ê bûyerên tundkarî – birîndarkirinê li qadên civakî (kolan, rawestgeha otobusê, otogar) çêbûne.
Ji sedî 15yê jinên ku rastî tundkariyê hatine penaber bûne.
Tundkariya li hemberî jinên penaberDi çeteleya tundkariyê ya mêran a bianetê a Sibata 2018yê de rewşa 11 jinên penaber / koçber hatiye ragihandin ku hatine kuştin, rastî destdirêjî, tecawiz, û tundkariyê hatine: * Mêran, li Antalya û Stenbolê du jinên Sûriyeyî û jineke Qirgizistanî kuştine. * Li Antalya û Konyayê jineke Sûriyeyî û yeke Misrî rastî destdirêjiyê hatine. Yek ji van mêran midûrê Îdareya Koçberiyê bû. * Li Stenbol û Antalyayê du jinên ku ne Tirkiyeyî ne rastî tecawizê hatin. Hat diyarkirin ku jinek ji Qirgizîstanê bû. Di nûçeyan de jina din weke welatiya “welatên Kendavê” hat ragihandin. * Li Dîlok, Kocaelî û Stenbolê, du jinên Sûriyeyî, yek Fasî û yek Ozbek rastî tundkariya mêran hatin û birîndar bûn. Ev 11 bûyerên tundkariyê di nava kategoriyên çeteleya tundkariyê ya bianetê de cî digirin. (Mînak 3 jinên penaber ku Sibatê hatibûn kuştin di nava hejmara kuştina 25 jinan de bû). Lê ji ber ku hejmara jinên ku ji ber şer an jî ji ber sedemên aboriyê reviyane û hatine li Tirkiyeyê bi cî bûne zêde bûne, me xwest ku em sernaveke taybet ji vê mijarê re vekin û balê bikişînin ser wê. |
(ÇT/FD/MB)