Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Jin wê sibê êvarê di çarçoveya 16emîn Meşa Şevê ya Feminîstan de werin ba hev.
Bername cara 16yê ye çêdibe û slogana îsal wê “Jiyana me, Serhildana me, Têkoşîna me: FEMINÎZM” be.
Jin ji bo meşê wê sibê saet 19.30ê de li ber Navenda Çandê ya Fransî werin ba hev.
Di metna bangewaziyê de wiha hatiye gotin:
“Ji 8ê Adara par û vir ve em di bin Rewşa Awarte de dijîn, dixwazin me bi şer terbiye bikin û tundkariya li ser jinan her roja ku diçe zêdetir dibe. Li hêlekê Diyanet her roja ku diçe bêhtir dikeve nava jiyana me li hêla din jî em dibînin ku hincetan ji bo rewakirina êrîşên li ser zarokên keç çêdikin. Bernameyên me LGBTI+yan tên qedexekirin, tê xwestin ku em nikaribin bêhnê bistînin.”
PişTî meşê wê li Beyoglûyê li The Mekanê partiyek çêbibe.
Tenê wê jin karibin beşdar bibin
Weke her sal îsal jî mêrên natrans wê nikaribin beşdarî meşê bibin.
8ê Adarê di dema meşa jinan de ji bo mêran jî hin bername hene. Yek ji wan ew e ku li Kadikoyê li “Mecra”yê saet 20.00ê Bariş Yildirim û Baran Gursel wê di atolyeya bi navê “Em rewşa me ya mêrantiyê” de li ser baviksalariyê nirxandinan bikin. (ÇT/FD)