Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê de ya kêm 15 jin, 3 zarok kuştine, tecawiz li 9 jinan kiriye, taciz li 16 jinan kiriye, îstismara zayendî li 58 zarokên keç kiriye û tûndkarî li 35 jinan kiriye.
Mêran fikirine ku çar mêr destgirtiyên destgirtiyên wan ên kevin in û ew kuştine. du jinan terka mala xwe kirine, mêrên wan bavê wan kuştine. Mêrekê dema ku jina xwe kêrvedida bavê wî hewil daye bibe asteng li ser vê yekê wî mêrî digel jina xwe bavê xwe jî bi kêrê kuştiye.
di 11 mehên sala 2017ê de mêran 255 jin û zarokên keç kuştine. Wan tecawiz li 86 jinan kiriye, taciz li 223 jinan kiriye, îstismara cinsî li 344 zarokên keç kiriye û tûndkarî li 373 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di Çiriya Paşiyê de 15 jin û 3 zarok kuştine.
Digel vê yekê:
- Termê du jinan hatiye dîtin ku guman heye ew hatibin kuştin.
- Jineka ne welatiya Tirkiyeyê hatiye kuştin lê ne dîyar e ka bikujê wê çi ye.
- Hat îdiakirin ku jinekê xwe kuştiye.
- Dema ku jinek dê bi mecbûrî bihatiya zewicandin rojekê ji beriya dawetê xwe kuşt.
- Mêran sê jinên ji wan cida bûyîn bi kuştinê tehdît kirine.
- Du mêran bavê du jinan ku ji mala wan derketî kuştine.
- Mêran fikirine ku çar mêr destgirtiyên destgirtiyên wan ên kevin in û ew kuştine.
Dadgehê ji bo du jinan biryara parastinê daye û digel vê yekê jî ew hatine kuştin. Ji bo jinekê ji beriya bê kuştin rojekê biryara parastinê hatiye dayin.
Ji sedî 20ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêr/partnerê xwe cida bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên, li ser vê yekê hatine kuştin.
Sê qatilên jinan piştî kuştina jinan xwe kuştine. Ji sedî 66ê jinên hatîn kuştin partnerên wan ew kuştine.
Bavê du jinan ew kuştine. Mêrê jinekê ew kuştiye. Mêrê berê yê jinekê ew kuştiye. Destgirtiyê berê yê jinekê ew kuştiye. birayê jinekê û kurê jineka dî ew kuştine.
Ji sedî 53yê jinên hatîn kuştin bi çekên gullexwer hatine kuştin. Pênc jin bi kêran hatine kuştin, Jinek hatiye xeniqandin. Çar jin bi demanceyan û çar jin jî bi tifengan hatine kuştin.
Bajarên ku lê jin hatine kuştin:
Adana (1), Aksaray (1), Denizli (1), Amed (1), Dûzce (1), İstanbul (3), Konya (1), Mersin (1), Sakarya (2), Urfa (1), Yozgat (1) û Zonguldak (1).
Tecawiz
Di meha Çiriya Paşiyê de nûçeyên li ser tecawizkirina neh jinan hatine nivîsîn. Yek ji jinên hatîn tecawizkirin kêmendam bûye. Du jinan bi wêneyên jinên tecawiz lê kirîn ew şantaj kirine. Ji sedî 62yê jinên tecawiz lê hatîn kirin nasên wan tecawiz li wan kiriye.
Xizmê jinekê, hevalê mêrê jinekê, mêrekê ji taxa jinekê, kesekê jinek ji medyaya civakî nas dike, nasê jinekê, nenasê jinekê, mêrekê jinekê ew nû nas kirî tecawizî wan kiriye.
Ji deh mêrên tecawiz kirîn 7 hatine girtin. Mêrekê tecawizî destgirtiya xwe kirî serbest hat berdan. Mêrekê tecawizî hevla jina xwe kiriye, bi şertê kotrola edlî ew serbest hat berdan. Pêvajoya hiqûqî ya tecawizkarekê li nûçeyan nehatiye nivîsîn.
Bajarên jin lê hatine tecawizkirin: Aydın (3), Stenbol(8), Kocaeli (1), Manisa (1), Samsun (2), Sinop (1), Trabzon (1).
Destdirêjî
Di meha Çiriya Paşiyê de 16 bûyerên destdirêjiya li hemberî jinan di medyayê de hatin belavkirin.
Ji sedî 19yên jinan rastî destdirêjiya dijîtal ango ya sanal hatine, ji sedî 12 û nîvên wan rastî şopandina bi ısrar bûne û ji sedî 19yên wan jî rastî pêşanderiyê hatine.
Ji 14 kesên ku karê destdirêjiyê kirine tenê yek kes hatiye girtin. 4 kes ji bo ku bêyî girtinê bên darizandin serbest mane. Digel ku kesekî biryara tedbîra parastinê ya ji bo wî hatiye standin binpê kiriye jî ti miamele nehatiye kirin. Jinekê kesekî ku kiryara destdirêjiyê kiriye, di medyaya civakî de aşkere kir. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê 8 kesên ku destdirêjî kirine de nûçe di medyayê de cî negirtiye.
Bûyerên destdirêjiyê li van bajaran pêk hatine: Aydın (3), İstanbul (8), Kocaeli (1), Manisa (1), Samsun (2), Sinop (1), Trabzon (1).
Îstismara zarokan
Di meha Çiriya Pêşiyê de, îstismara cinsî li 58 zarokên keç hatiye kirin.
Ji sedî 83yê zarokên keç li dibistan û derdora dibistanê rastî destdirêjiyê hatine.
47 zarokên keç ji hêla xwediyê kantîna li dibistanê, yek ji hêla mamosteyê xwe, yek ji hêla hevalê xwe yê dibistanê, yek ji hêla birayê xwe, sê ji hêla bavê xwe, yek ji hêla dikandar, yek ji hêla mela, yek ji hêla cîranê xwe, du jê jî ji hêla mêrên nenas ve hatine îstismarkirin.
Du bûyerên destdirêjiyê zarokan ji dersdêrên xwe re gotine û bûyerek jî zarokan ji hevalê xwe re gotiye û malbat û rêveberiya dibistanê wiha pê hisiyaye û bi vî awayî eşkere bûne.
Ji 10 kesên ku îstîsmar kirine 6 kes hatine girtin, du kes piştî îfadeyên xwe serbest man. Derbarê du kesên ku îstîsmar kirine de pêvajoya hiqûqî di medyayê de cî negirtiye.
Bûyerên îstismara zarokan li van bajaran qewimîne:
Afyon (1), Ağrı (3), Antalya (1), Eskişehir (1), Kocaeli (1), Manisa (47), Samsun (1), Sinop (2), Zonguldak (1).
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de du jê trans, ya kêm tûndkarî li 35 jinan kiriye ew birîndar kirine.
Ji sedî 31ê bûyerên tûndkarî û birîndarkirinê li cihên civakî yên wek navendên kirîn û firotinê, kolan, cafeyan pêk hatine.
3 ji 35 bûyerên tundkariya mêran bi rengê hewldana kuştinê pêk hatiye, 3 jin birîndar bûne.
Ji sedî 8 û nîvên bûyerên tundkariya mêran digel biryarên tedbîra parastinê pêk hatiye.
Ji sedî 11yê jinên tûndkarî li wan hatiye kirin ew jin in ku wan xwestiye ji mêrê xwe cida bibin an jî daxwaza zewacê qebûl nekirine.
Ji sedî 66ê jinan rastî tundkariya hevalên xwe yên niha yan jî yên kevn hatine.
Jinek rastî tundkariya rêveberê aparatmanê, du rastî ya mêrên berê, du rastî ya hezkiriyên berê, du rastî ya dizên ku ketine malên wan, 18 rastî ya mêrên xwe, yek rastî ya mişteriyê xwe, yek rastî ya hezkiriyê xwe, yek rastî ya rêveberê kargeha ku lê kar dike, yek rastî ya kurê jinbavê, çar rastî ya mêren nenas hatine. Nasnameya mêrên ku li kolanê tundkarî li 2 jinan kirine di medyayê de cî negirtiye.
17 jin hatine hingavtin. 7 jin bi devançeyê hatine birîndarkirin. 7 jin bi kêran, yek bi kêra donerbirînê hatiye birîndarkirin. Kezzap avêtine rûyê jinekê. Jinek rehîn hatiye girtin. Jinek jî bi cîsmekî hatiye derbkirin.
Bajarên ku bûyerên tûndkarî û birîndarkirinê lê pêk hatine ev in:
Adana (5), Aksaray (1), Ankara (5), Antalya (4), Bursa (1), Denizli (2), Eskişehir (2), İstanbul (5), Kayseri (1), Kırklareli (1), Konya (2), Manisa (2), Sakarya (1), Samsun (2). (ÇT/FD/MB)