Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Atolyeya Mêrdînê ya di çarçoveya projeya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî de û 18yê Çiriya Paşiyê wê bihata lidarxistin hat betalkirin ku proje bi piştevaniya KaosGLyê û ji hêla bianetê ve tê lidarxistin.
Saleke projeyê qediyaye û heta niha di çarçoveya projeyê de li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Eskîşehîr, Trabzon, Amed, Akyaka, Edirne û li Dêrsimê atolye bi rêve çûne. Nûnerên platform û rêxistinên di warê mafên jinan û LGBTiyan, rojnameger û xwendekarên fakulteyên ragihandinê beşdarî atolyeya bûne û di van atolyeyan de me bi nêrîna zayenda civakî rewşa medyayê nirxand û nîqaş kirine.
11emîn atolyeya nûçeyan hatibû plankirin ku di 18yê Çiriya Paşiyê de li Mêrdînê bi rê ve biçe. Lê derbarê atolyeyê de ILKHAyê nûçe belav kirin ku di van nûçeyan de bianet û KaosGL hedef hatin nîşandan û gef li LGBTİyan hatin xwarin û ji bo wan gotinên nefretê hatin bikar anîn. Heman di li gel medyaya herêmî di malperên weke rojnameya Sabahê, rojnameya Guneşê, HabekVaktim û Yeni Akitê de jî hatin weşandin. Ji ber vê rewşê bernameya li Mêrdînê hat bipaşxistin.
Ji bo bername di nava şert û mercên ewle de bi rê ve biçe, bianetê serî li Walîtiya Mêrdînê daye û xwestiye ku van şert û mercan ava bike.
Bianet û Kaos GLyê îlankirin, armanca çêkirina bernameyê jî ew bu ku ji bo gotinên nefretê û êrîşên bi vî awayî çênebin û ew ê li qadeke biewle bi rojnamegeran re werin cem hev. Her du saziyan diyar kir ku bi rêzeçalakiyên bi vî awayî li hemberî gotinên nefretê yên di medyayê de ew ê di parastina nûçegîhaniya mafan û nûçegîhaniya Zayenda civakî û ya LGBTİyan de berdewam bin.
Wê giliyê wan saziyên medyayê bên kirin ku derbarê naveroka atolyeyê de zanyariyên derew belav kirine û gotinên nefretê çêkirine.
Medyayê weke hedef nîşan da
Di 9ê Çiriya Paşiyê de Ajansa Nûçeyan a İlkeyê (İLKHA) nûçeya bi sernavê “Mêrdînî: Em vê bêexlaqiyê naxwazin!” belav kir ku gotinên nefretê yên li hemberî LGBTİyan tê de hebû. Bi vê nûçeyê re İLKHAyê atolyeya nûçegîhaniyê ya zayendiya civakî kir hedef. Nûçe di malperên weke Çinarin Sesi, Doğru Haber, Hür24, Mardin Life û Hür Sedayê de hat weşandin.
İLKHAyê di 15yê Çiriya Paşiyê de nûçeyek din belav kir ku sernavê wê “Dixwazin jirêderketina Zayend li herêmê belav bikin” bû. Di nûçeyê de Serokê saziya Yeşilayê ya Mêrdînê Lütfü Günlüoğlu jî di nav de 6 mêran bi gotinên weke “Ew ê nikaribin programeke wika li Mêrdîna ku dergûşa gelek şaristaniyan kiriye çêbikin” û “berê jî di encama bertekên derdora xwedîbawerî de bernameyên bi vî awayî hatibûn betalkirin” atolye kirin hedef.
Heman nûça di malpera rojnameya Sabahê, malpera rojnameya Güneşê, HaberVaktim û Yeni Akît û hin medyayên din de jî hat weşandin.
Li ser medyaya civakî jî bi parvekirinên weke di 18yê Çiriya Paşiyê de “hevzayend wê li Mêrdînê bimeşin” atolye bû hedefa van derdoran. Her wiha bi rêya peyaman jî hat gotin ku “em ê li hemberî vê derkevin û hewce bike em ê bikujin”.
Derbarê projeyê de
‘’Projeya Kitêboka Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêbxaneya Onlîne’’ bi piştgiriya Wasiteya Yekîtîya Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan û Demokrasîyê(DIHAA) tê bi rê ve birin.
Proje dê du salan bê domandin. Armanca projeyê minaqeşekirina li ser nûçeyên mafên Zayend binpê dikin e. Sala pêşiyê de li heşt navendên Tirkiyeyê wê atolyeyên nûçeyan çêbibin û ew ê nûnerên platform û rêxistinên di warê mafên jinan û LGBTiyan, rojnameger û xwendekarên fakulteyên ragihandinê beşdarî atolyeya bûne û di van atolyeyan de me bi nêrîna zayenda civakî rewşa medyayê nirxand û nîqaş kir. Em li ser asteng û fîzîlîbîteya nûçegîhaniya zayenda civakî axivîn.
Sala duyem jî wê atolyeyên herêmî û civînên maseya gilover berdewam bike. Di van bernameyan de wê di encama lêgerîna nûçeyên rojname û televizyonan de raporek bê amadekirin. Bi alîkariya vê raporê û nîqaşên atolyeyan wê Kitêboka Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêbxaneya Onlîne derkevin holê. Di dawiya projeyê de wê Konferansa Nûçegîhaniya zayenda civakî li dar bikeve. (ÇT/FD)