Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Perûyê roja yekşemê pêşbirka bedewiyê bi rê ve çû û beşdar li şûna bedewiya laşî behsa daneyên derbarê tundrakiya mêran a li welatê xwe kirin.
“Navê min Camila Canicoba ye, ez nûnera herêma Limayê me. Şekl û şîmala laşê min: Li welatê min di 9 salên dawî de 2 hezar û 202 jin hatin kuştin.”
“Navê min Melina Machuca e, ez nûnera herêma Cajamarcayê me. Şekl û şîmala laşê min: Li bajarê min herî kêm ji sedî 80 jin rastî tundkariyê tên.”
“Navê min Luciana Fernández e, ez nûnera Huánucoyê me. Şekl û şîmala laşê min: Li welatê me 13 hezar zarokên keç rastî istismarê hatin.”
“Navê min Almendra Marroquin e, ez nûnera Cañeteyê me. Şekl û şîmala laşê min: Herî kêm ji sedî 25ê zarokên keç li dibistanan rastî istismarê tên.”
Navê min Bélgica Guerra e, ez nûnera Chinchayê me. Şekl û şîmala laşê min: Ji sedî 65ê jinên ku zanîngeh qedandine, rastî tundkariya hevalên xwe tên.”
Navê min Romina Lozano ye, ez nûnera Callaoyê me. Şekl û şîmala laşê min: Heta 2014yê 3 hezar û 114 jin bûn mexdûrê bazirganiya mirovî.”
“Ji bo ku tundkariya mêran kêm bibe we yê di yasayan de çi guhertin çêbikira?”
Dema pêşbaz bi bîkîniyên xwe li ser podyûmê dimeşiyan li ekranên mezin ên li paş wan, nûçeyên derbarê tundkariya mêran ên li welatên wan bûne rojev hatin nîşandan.
Di beşa pirs û bersivan a pêşbirkê de ji pêşbazan pirsîn ku ji bo têkoşîna li hemberî tundariya mêran û kuştinên jinan hûn dixwazin guhertinên çawa di yasayan de çêbikin.
Yek ji organîzatora pêşbirkê û Bedewa berê ya Perûyê Jessica Newtonê got ku ew dixwazin balê bikişînin ser tundkariya mêran û tevkariyê di xurtbûna jinan de çêbikin. (ÇT/FD)