Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Atolyeya nûçeyan a ku di çarçoveya “Projeya Nûçegîhaniya zayenda civakî” de lidar dikeve wê 23yê Îlona 2017yê roja şemiyê li Edîrneyê çêbibe. Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianet projeyê birêve dibe û KAOS GL piştgiriyê dide û tê de cî digire.
bianet bang li rojnamegerên herêmî yên li Edîrne û derdora wê, xwendekarên fakulteya ragihandinê û mafparêzan dike ku beşdarî atolyeya nûçeyan bibin.
Weke bianetê em dixwazin ku pratîka nûçegîhaniya nêr a di medyayê de, pirsgirêkên wan, rêbazên çareseriya van pirsgirêkan bi hev re biaxivin û tecrubeyên xwe parve bikin.
Saleke projeyê qediya û heta niha li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Eskîşehîr, Trabzon, Amed û Akyakayê atolye birêve çûn.
Ji bo serlêdanê:
Hûn dikarin serlêdanen xwe bi sernavên “Projeya Nûçegîhaniya zayenda civakî 23yê Îlona 2017yê atolyeya Edîrneyê” maîlekê bişînin navnîşana [email protected] ê re bişînin.
Derbarê civînê de
Cih: Margi Otel Edirne
Dîrok: 23yê Îlona 2017yê
Saet: 09.30 – 17.30
* Projeya Nûçegîhaniya zayenda civakî bi fona Yekîtiya Ewropayê ve tê meşandin.
* Hejmara beşdaran bisînor e.
* Atolye ji bo beşdariya herêmî vekiri ye. Lêçûnên rê û manê yên ji bo kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê werin wê ji hêla bianetê ve werin dayin. (OS/HK/FD)