Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştevaniya Parêzerên Jin a Stenbolê ji ber parêzer û parlamenterê kevin Sedat Yûrttaşî di wê dozê de beraat kir daxuyanî dan çapemeniyê ku bi îdiaya destdirêjiya zayendî li hemberî stajyera xwe kiriye hatibû vekirin. Jinan di daxuyaniyê de gotin, "Bêguman li hemberî pratîka dadweriya zilamî têkoşîna me jinan çawa ku bi vê dozê dest pê nekiribû ew ê bi vê dozê jî bidawî nebe".
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gilîkirina derbarê Yûrttaşî de bi biryara devberdana ji şopanê encam dabû û paşê bi îtiraza 150 parêzerên jin ve doz hatibû vekirin. Dîsa hat gotin, Yûrttaşî îdia kiribû ku li hemberî wî komploya siyasî hatiye saz kirin û di hemû pêvajoya darizandinê de ne delîl, lê belî dahatûya xwe ya siyasî û pîşeyî derxistiye pêş.
Jinan wiha gotin: “Helbet bi biryara beraatê re dê têkoşîna me bi dawî nebe. Em ê dest ji doza Sedat Yûrttaşî bernedin. Heta ku mêr destên xwe ji laşên me bikişînin, heta ku hevkariya mêr û dadê bidawî bê em qadan, salonên dadgehan terk nakin”.
Çi bibû?
Parêzera stajyer A. K. yê di Tebaxa 2013yê de li gel Sedat Yûrttaşî staj dikir û bi tohmeta ku destdirêjiya zayendî lê kiriye di 23yê Kanûna Paşiyê ya 2013yê de giliyê Yûrttaşî li Baroyê, di 30yê Kanûna Paşiyê ya 2013yê de jî li dozgeriyê kiribû. Yûrttaşî bi sûcdariya bûxtanê giliyê A. K. yê kiribû.
Dozgeriyê piştî serî li îfadeya Yûrttaşî û kesê an jî kesa ku li buroya Yûrttaşî sekreterî dikir da biryara devberdana ji şopanê stand.
Di Nîsana 2014yê de nêzîkî 150 parêzerên jin ên ji bajarên Tirkiyeyê yên cuda cuda serî li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê dabûn û îtiraz li biryara devberdana ji şopandinê kiribûn. Ev îtiraz hatibû qebûlkirin û li ser wê jî derbarê Yûrttaşî de ji ber sûcê êrîşkariya zayendî îdianame hatibû amadekirin.
Daneşîna dozê di 2016yê de hat dîtin. 6emîn Dadgeha Cezayê Giran di 10ê Tîrmeha 2017yê de “Bi hinceta ku delîlên berbiçav û ji hemû şikan dûr nehatine dîtin” biryara beraata Yûrttaşî da.
Derbarê Sedat Yûrttaşî de
Sedat Yûrttaş, di navbera salên 1991 û 1995an de ji lîsteya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrak (SHP) ket hilbijartinê û parlamenteriya Partiya Kedê ya Gel (HEP) û ya Partiya Demokrasiyê (DEP) kir. Yûrttaş parêzeriyê dike û di hin rojnameyan de li ser mafên mirovan nivîsan dinivîsand. (ÇT/FD)