bianetê rapora şopandinê ya Peymana Stenbolê pêşkêşî GREVIOyê kir

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Pêvajoya nirxandina ewilîn a derbarê pêkanîna Peymana Konseya Ewropayê ya Derbarê Pêşîlêgirtina Tundûtujiya Li Ser Jinê û Tundûtujiya Di Nava Malê De û Derbarê Têkoşîna Li Hemberî Van de, di hiqûqa navxweyî de ket pevajoya ya ewilîn ku peyman bi kurtasî weke Peymana Stenbolê tê zanîn.
Di vê çarçoveyê de dewletê rapora xwe ya ewilîn ya derbarê pêkanîna vê peymana navdewletî de pêşkêşî GREVOyê (Koma Çalakiyê ya Pispor ya li Hemberî Tundûtujiya Jinê û Tundûtujiya di Nava Malê de) kir ku weke saziya kontrolê ya peymanê tê zanîn.
bianetê jî rapora xwe pêşkêşî GREVIOyê kir. Ji ber ku li Tirkiyê derbarê kuştina jinan û tundûtujiya mêran de daneyeke fermî nîne, bianet ji sala 2009ê û vir ve bi awayê mehane û salane Çeteleya Tundûtujiya Mêran digire. bianetê raporeke wisa amade kir ku formên anket yên dema yekemîn a GREVIOyê, çetele û arşîva nûçeyan a bianetê esas digire. Rapor ji hêla Nîsan Kûyûcû ji Beşê Mafên Mirovan a Fakulteya Zanistiyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê ve hat nivîsandin ku bi KHKyê ji kar hatibû avêtin.
Daneyên di vê raporê de cî digirin, di rêzenivîsa bi navê “Peymana Stenbolê çi dibêje? Dewlet çi dike?” de hat weşandin ku nivîs di meha hezîranê di bianetê de hatibû weşandin.
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
