Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di Çiriya Paşiyê de 21 jin û du zarok kuştine, tecawiz li heft jinan kiriye, detdirêjî li neh jinan kiriye, îstismar li 35 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 32 jinan kiriye.
Di yazdeh mehên 2016ê de mêran ya kêm 241 jin kuştine, tecawiz li 72 jinan kiriye, destdirêjî li 111 jinan kiriye, îstismara zayendî li 387 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 314 jinan hatiye kirin.
Kuştin
Di Çiriya Paşiyê de mêran 21 jin û du zarok kuştine.
Keçeka 17 salî ji ber ku bi destgirtiyê xwe re di yek malê de maye midûrê dibistanê ew tehdît kiriye. Wê xwe kuştiye. |
Ji sedî 14ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin. Ji sedî 14ê jinan jî mêrê wan ê ji wan cida bûyîn ew kuştine.
Mêrekê jina xwe ya berê û xwesiya xwe kuştiye û gotiye: “Tê gotin ku mafên jinan hene, ew nînin”
Dadgehê biryara ji-malê-dûrketinê ji bo demekê ji bo mêrekê daye. Dema dema dûrketinê diqede mêr li malê vedigere û serê jina xwe û du zarokên xwe jê dike.
Ji sedî 81 jinên hatîn kuştin partnerê wan an jî partnerê wan ên berê ew kuştine.
11 mêrên bi zewaca fermî zewicîn jina xwe kuştine. Mêrekê jina xwe ya bi zewaca dînî zewicî kuştiye. du mêran destgirtiya xwe kuştine. Kurê jinekê dêya xwe kuştiye. Dizekê jineka di mala ku ji bo diziyê çûbûyê kuştiye.
Yek ji jinan di emrê biçûk de bi zorê hatiye zewicandin. Ew gelek caran ji malê reviyaye lê malbata wê ew li malê vegerandiye. Di 22 saliyê de hatiye kuştin.
Mêran sê jin xeniqandine, serê sê jinan jê kirine, jinek ji cihek bilind avêtiye, jinek şewitandiye, şeş jin kêr-ve-dane, şeş jin bi demancan kuştine.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin: edene (2), Afyon (1), Antalya (1), Dîlok (2), Balikesir (2), Elazıg (1), Eskişehir (1), Stenbol (3), İzmir (1), Kayseri (1), Konya (3), Mugla (1), Ordu (1) û Urfa (1).
Tecawiz
Di Çiriya Paşiyê de heft nûçeyên tecawiza li jinan hatine nivîsîn.
Destgirtiyê jinekê tecawiz lê kiriye, birayê jinekê tecawiz lê kiriye, jinek dema ji bo karkirinê çûye desgehekê karkerê wê derê tecawiz lê kiriye, mêrên ne nasên wan tecawiz li çar jinan kirine.
Dozeka dewam dikir ya tecawizkarekî hebûye û dîsa tecawiz kiriye. Yek ji tecawizkarên dî jî ji ber destdirêjiyê sûcdar bûye û nû ji girtîgehê derketiye.
Li Erziromê mêrekî tecawiz li destgirtiya xwe kiriye. Li ser vê yekê lêzimên keçikê ew li nava kolanekê lînc kiriye û kuştiye.
Yek ji bûyerên tecawizê di esansorê de, yek di malekê de, yek jî li kolanekê pêk hatiye.
Bajarên ku bûyerên tecawizê lê çêbûne: enqere (1), Aydin (1), Edirne (1), Erzurum (1), Stenbol (2) û Kocaeli (1).
Karkeriya seksê ya bi zorê
Di Çiriya Paşiyê de mêran bi zorê karkeriya seksê li 37 jinan daye kirin. Bi tenê yek ji wan jinan welatiya Tirkiyeyê bûye.
Destdirêjî
Mêran di meha Mijdarê de 9 jinan tacîzkirin.
Nêzî nîvê ji wan mêrên destdirêjkar naskiriyên jinan bûn.
2 jinan li dijî mêrên ku wan tacîz û tehdît dike xwe parastin û wan kuştin. Ji 2 jinên hatin girtin; yek maxdûrê desrtdirêjiyê bû û ji bo ku ji tacizkirinê xwe xwelas ke 3 caran mala xwe guherandibû.
7 jin bi bi awayekî fizikî, jinek bi riya digitalê, yek bi awakî devkî û yek jî bi şopandinê ve hatin tacîzkirin.
Di encama 9 bûyerên destdirêjiyê de tenê 2 mêr hatin girtin. Yek ji wan mêran penaberê Sûrî bû.
Bajarên ku di meha Mijdarê de lê bûyerên destdirêjiyê pêk hatine: Amasya (1), , Edirne (1), Hatay (1), Stanbol (2), Izmir (1), Kırklareli (1), Mersin (1) ve Osmaniye (1).
Îstîsmarkirina zarokan
Mêran di meha Mijdarê de 35 zarokan îstîsmar kirin.
Bûyerên îstîsmarkirina cinsî %60 li dibistanan pêk hatine. 21 zarokên keç li dibistanê, yek di otobusê de, 3 li derê malê, yek li salona werzîşê û 4 jî di nav malan de rastî îstîsmarina cinsî hatin.
Ji wan zarokên keç; %34 ji hêla mamoste û xebatkarên li dibistanê, %14ên wan bi destê xizmên wan ve, hatin îstîsmarkirin. 7 zarok ji hêla mamosteyên xwe ve, 2 ji hêla mudirê dibistanê ve, 3 ji hêla xebatkarên li dibistanê ve, 9 ji hêla xwendekarên din ve, yek ji hêla kekê xwe ve, yek ji hêla xizmê xwe ve, yek ji hêla bavê xwe ve, 2 ji hêla kurên jinbavê xwe ve, 5 zarok jî ji hêla mêrên xerîb ve hatin îstîsmarkirin.
15 sûcdar hatin girtin. 14 faîl jî serbest hatin berdan. Derbarê pêvajoya dadkirina 5 destdirêjkaran de agahî di medyayê de cih negirtin.
Bajarên ku zarok lê hatin îstîsmarkirin wiha ne: Edene (2), Sêmsûr (1), Antalya (2), Aydin (1), Çanakkale (1), Edirne (1), Eskişehir (2), Stenbol (2), Îzmir (2), Kayseri (8), Kocaeli (1), Kutahya (1), Mugla (2), Sakarya (1), Tekirdag (1), Tokat (5), Riha (1) û Zonguldak (1).
Tundî-birîndarkirin
Mêran di meha Mijdarê de li 32 jinan tundî/birîndar kirin. 5 mêrên (bav, destgirtî, heval hwd) ku dema bûyeran li cem wan jinan bûn jî hatin kuştin.
Bûyerên tundî û birîndarkirinê; %31 li derê malê cihên weke banke û metroyê pêk hatin.
%12ê jinan ji ber ku xwestine ji wan mêran biqetin, rastî tundlêkirinê hatin.
Di %37,5ê wan bûyeran de qesta kuştinê hat kirin û bi wî awayî jin hatin birîndarkirin. 4 jin bi tifingê, 2 bi kêrê, 2 bi demançê û 20 jî bi derbkirinê ve hatin birîndarkirin. Li jinek jî îşkence hat kirin.
Derbarê 2 jinan de biryara parastinê hatibû dayîn lê dîsa jî ew rastî tundlêkirinê hatin.
%59ê jinan ji hêla partner, destgirtî an jî destgirtiyê berê ve hatin derbkirin-birîndarkirin.
Mêreke ku jinekê derb kiribû xwe întîxar kir yekî jî teşebusa întixarkirinê kir.
Bajarên ku bûyerên tundkirin û birîndarkirina jinan lê pêk hatine wiha ne: Edene (2), Sêmsûr (1), Aksaray (4), Enqere (1), Antalya (2), Bolu (2), Bursa (1), Aed (1), Duzce (1), Stenbol (4), Izmir (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Kutahya (1), Manisa (2), Mugla (1), Nevşehir (1), Ordu (1), Osmaniye (1) û Samsun (3).
Li gorî herêman
Di meha Mijdarê de ji hêla mêran ve bi temamî 141 bûyerên tundlêkirin, cîneyet, tacîzkirin, tundiya cinsî, tecawuzkirin, bi dara zorê kirina kedkara seksê, û birîndarkirinê pêk hat.
%32 yên wan bûyeran li Akdenizê, %23 li Marmarayê, %16 li Anatolyaya Navîn, %11 li Egeyê, %11 li Karadenizê, %5 li Başurê Rojhilata Antolyayê û %1 ji Rojhilata Anaotolyayê pêk hatin.
(ÇT/YO/MB)