Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malperan û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Gulanê de 15 jin kuştine, tecawiz li 9 jinan kiriye, destdirêjî li 25 zarokên keç kiriye û tûndkarî li 31 jinan kiriye.
Di 5 mehên destpêka 2016ê de mêran ya kêm 113 jin kuştine, tecawiz li 31 jinan kiriye, destdirêjî li 62 jin û 243 zarokên keç kiriye. Tûndkarî li 151 jinan kiriye.
Di 5 mehên destpêka 2015ê de mêran 120 jin kuştine, tecawiz li 49 jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê li 103 jinan daye kirin, 168 jin birîndar kirine. Destdirêjî li 127 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Gulanê de 15 jin û zarokek kuştine.
Digel ku dadgehê biryar daye jinekê ji mêrekê bi dûr bixe jî wî ew jin kuştiye.
Du jinan ji ber ku xwestiye ji mêrê xwe cida bibin, hatine kuştin.
Jineka 19 salî ya hatî kuştin, di emrekê biçûk de hatiye zewicandin.
Hêcetên kuştinê yên mêran yên meha Gulanê, hesûdî, jinan daxwaza wan a li hev hatinê qebûl nekiriye, destgirtîyên jinan hene û jinan pereyên xwe nedane.
Ji sedî 60ê jinên hatîn kuştin xizm û partnerên wan ê li dema kuştinê an jî yên berê ew kuştine. bavekê keça xwe kuştiye. Mêrê bi nîkaha dînî zewicî jina xwe kuştiye. Mêrê berê yê jinekê ew kuştiye. kurê yekê û destgirtiyê yekê ew kuştiye.
Ji sedî 47ê kuştîyan bi çekan hatine kuştin.
Emrê jinên li meha Gulanê hatîn kuştin di navbera 19 û 67ê de ne û emrê mêrên hatîn kuştin di navbera 21 û 57ê de ne.
Bajarên kuştin lê bûne ev in: Edene, Enqere, Dîlok, Balikesîr, bursa, Edirne, Eskîşehîr, Îdir, Stenbol, Izmîr, Mugla û Tirabzon.
*Ji bilî van bûyerên kuştinê termên sê jinan hatine dîtin ku gumana kuştinê li ser wan heye.
Tecawiz
Mêran li meha Gulanê tecawiz li neh jinan kirine. Yek ji wan jinên tecawiz lê hatiye kirin turîst bûye.
Pênç ji tecawizkaran bêyî ku bêne girtin têne dadkirin. Pênç ji tecawizkaran hatine girtin.
Li malên weqfan sê caran tecawiz hatiye kirin, du caran di wesayitan de, carekê li nexweşxaneyê, carekê li daristanê û carekê jî li zevîyekê tecawiz hatiye kirin.
Du mêrên ne nasên jinan tecawiz li wan kiriye. Dersdêrên dînî tecawiz li sê jinan kiriye. Mêrekê tecawiz li cîrana xwe kiriye. Xebatkarekê nexweşxaneyekê tecawiz li jinekê kiriye û hin mêrên jinekê ew ji dibistanê nas dikirin tecawiz li wê kiriye.
Bajarên tecawiz lê hatiye kirin ev in: Aydin(2), Bitlîs(3), Burdur(1), Colemêrg(1), Stenbol(1) û Kocaelî(1).
Mêran li Edene û Antalyayê karê seksê li 6 jinan bi zorê daye kirin. Mêrê jinekê karê seksê lê daye kirin. Nasekê sê jinên bîyanî jî ew xapandine û li destpêkê gotiye ew ê ji wan re karekî bibîne paşê karê seksê li wan daye kirin.
Destdirêjî
Mêran di meha Gulanê de destdirêjî li 11 jinan kirin.
Di nav kesên ku destdirêjiyê pêk anîne de kesên weke dersdêr, karmendê Wezareta Perwerdehiyê û Mudirê Polîtîkayên Malbatî û Civakî jî hene. Li gorî agahiyên çapemeniyê ji wan destdirêjkaran ti kes nehate girtin.
Yek ji wan kesên ku rastî destdirêjiyê hat, ji aqlê xew ve kêm bû.
8 jin bi awayekî fizîkî, 2 jin bi awayekî devkî, yek jî him bi devkî him jî bi fizîkî rastî destdirêjiyê hatin.
2 jin ji hêla xizmên xwe ve, yek li nexweşaxaneyê ji hêla mêrekê ve, yek ji hêla mudirê kargehê ve, yek ji hêla cînarê xwe ve, yek ji hêla karmendê Wezareta Perwerdehiyê ve, yek ji hêla mavênê otobusê ve, yek ji hêla dersdêrê ve û 2 jî ji hêla mêrên xerîb ve hatin tacizkirin.
Ji wan bûyerên destdirêjiyê yek di nav wesayîtê de, dido li malê, yek li nexweşxaneyê, dido li kargehê, yek di otobusê de û sisê jî li derve pêk hatin.
Bajarên ku destdirêjî lê pêk hatiye wiha ne: Edene, Sêmsûr, Denizlî, Eskişehir(2), Manisa, Mugla(3) û Samsun (2).
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Gulanê de destdirêjiyê li 25 zarokên keç kirin. 2 keçên ku rastî destdirêjî/tecawizê hatin, kêmendam bûn.
18 zarokên keç rastî destdirêjiya cinsî, 5 zarokên keç restî tecawizê û 2 zarokên keç jî rastî teşhîrkirinê hatin.
Ji wan 25 zarokên keç; 5 ji hêla dersdêran ve, 5 ji hêla wezîfedarê Mudirtiya Politîkayên Malbatî û Civakî ya Trabzonê ve, yek ji hêla birayê wê ve, yek ji hêla xizmê wê ve, yek ji hêla alîkarê mudirê dibistanê ve, yek ji hêla kurên li dibistanê ve, yek ji hêla xwediyê dikanê ve, yek ji hêla karkerê li dibistanê ve, yek ji hêla ajokarê servîsê ve, yek ji hêla ajokarê texsiyê ve, yek ji hêla zirbavê xwe ve hatin tacizkirin.
17 mêrên ku tecawiz/destdirêjî li zarokan kirine hatin girtin, 3 sûcdar jî bêyî girtinê tên dadkirin.
Derket holê ku derbarê dersdêrekî de berê jî li lîseya ku dixebitî, dîsa bi hinceta destdirêjiyê lêpirsîn hatiye vekirin.
Mêrekî ku bi lebatê xwe yê cinsî destdirêjî li zarokên keç kiriye, beriya niha bi heman sûcî, 7 sal di girtîgehê de maye.
Di 3 bûyerên destdirêjiyê ku yek li dibistanê û dido jî li malê pêk hatine de, derket holê ku zarokên mexdûr demeke dirêje rastî destdirêjî/tecawizê tên.
Bajarên ku lê destdirêjî li zarokên keç kirine wiha ne: Afyon (1), Antalya (3), Aydin (1), Çewlik (1), Bursa (2), Amed (5), Stenbol (1), Mugla (1), Rize (1), Samsun (3), Sêrt (1) û Trabzon (5).
Tundî
Mêran di meha Gulanê de tundî li 31 jinan kirin.
%22yê jinan ji ber ku xwestinê cuda bibin rastî tundiyê hatin. Jinekê trans û jinekê netrans rastî êrişên homofobîk hatin.
Zarokekê 16 salî ji hêla ‘hevserê xwe’ ve hate kêrkirin.
Mêrekî, ji ber hevsera wî jê re gotiye dev ji firotina tiryakê berde, bi benzînê wê şewitand.
Mêrekî girtî ku ji bo doza jihevcudabunê anîn dadgehê hevsera xwe cilêt kir.
%65ê jinan bi derbayên kuştinê hatin birîndarkirin. 2 jin bi balteyê, 7 jin bi kêrê, jinek bi cilêtê, jinek bi zopê hesin, jinek bi zopan û 3 jin jî bi çaken hatin birîndarkirin. Jinek bi awakî nîvtazî ji wesayîtê hate avêtin. 11 jinhatin derbkirin.
Temenên jinên ku rastî tundiyê hatine di navbera 16-67an de ne. Temenên mêrên ku tundiyê li jinan kirine jî di navbera 19-56an de ne.
Li gorî herêman
Di meha Gulanê de 97 bûyerên tundikariyê, cinayet, hewldana cinayetê, destdirêjî, tecawuz û birîndarkirinê di çapemeniyê de hat belavkirin.
Ji wan bûyeran; %21.5 li herêma Egeyê, %19.5 li herêma Behra Reş, %17 li herêma Marmarayê, ji %16,5 li herêma Deryaspî, ji %10 li herêma başûrê rojhilatê, %7 li herêma Antoliyaya Navîn û %7 jî li herêma rojhilat pêk hatine.
(ÇT/MB/YO)