*Donald Trump Serokê DYAyê, hevjîna wî Melania û kurê wan Barron, 16ê Tebaxa 2020an
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Melania Trump, Fîrst Ladyya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandiye ku kurê wan ê 14 salî Barron jî bi Covîd-19ê ketiye.
Melanîa Trumpê diyar kiriye, dema encama testa Covîd-19ê a Barron pozitîv derketiye wê demê wê“tirsa rast” hîs kiriye.
Trumpê weha gotiye, “Bextewar im ku xortekî bi hêz e û tu nîşane nîşan neda”.
Hem encamên testên serok hem jî yên hevjîna wî û yên xebatkarên Qesra Spî erênî derketibû, lêbelê di demeke zû de ji nexweşiyê xilas bûn.
Di demekî kurt de baş bû
Piştî daxuyaniya Melanîayê, Lowayê di mitînga Des Moînesê de wiha gotiye: “Ew (Barron) di demeke pir kurt de ji nexweşiyê xilas bû”.
Serokê DYAyê lê zêde kiriye:
“Ji ber ciwanbûna wî û pergela parastina wî ya bi hêz ez bawer dikim ku hê jî haya wî koronavîrusê tine”.
“Barron baş û azad e.”
Serokê DYAyê Donald Trump, zû pakbûna ji nexweşiyê ya kurê xwe, ji bo vebûna dibistanan wek mînak nîşan daye.
Trump di heman demê de bangî sendîkayên mamosteyan jî kiriye, yên ditirsin ku endamên wan ji hêla xwendekaran ve bêne nexweşxistin:
“Barron encama erênî hilda. Di navbera du saniyan de gelekî baş bû. Me encama testê neyînê hilneda, ne?” gotiye û lê zêde kiriye: “Ji ber vê zarokên xwe bişînin dibistanan”.
Rapirsiyên dawî çi dibêjin?
Lêkolînên raya giştî yên derbarê hilbijartina serokatiyê ya ku 3yê Mijdarê de yê pêk were, nîşan didin ku rakîbê Trump, Joe Bîden li pey Trump tê. Li hin eyaletan anket nêzî hev in.
Biden roja Çarşemê ti xebatên kampanyaya giştî li dar nexistiye, lêbelê komkirina bexşên onlîne meşandiye.(PT/AY/AY)