Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 615 kesên din peyda bûye. 58 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 667an. Her weha hezar û 398 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 117 hezar û 101 kesan hatiye kirin.
Heta niha 11 mîlyon û 278 hezar û 047 test hatiye çêkirin. 330 hezar û 753 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 667 kes jî pê mirine.
Heta niha 290 hezar û 352 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,2e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 403ye. (EKN/AY)