Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 581 kesên din peyda bûye. 56 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 609an. Her weha hezar û 355 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 116 hezar û 608 kesan hatiye kirin.
Heta niha 11 mîlyon û 160 hezar û 946 test hatiye çêkirin. 329 hezar û 138 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 609 kes jî pê mirine.
Heta niha 288 hezar û 954 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,2e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 411e. (EKN/AY/FD)