Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 391 kesên din peyda bûye. 65 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 195an. Her weha hezar û 245 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 112 hezar û 98 kesan hatiye kirin.
Heta niha 10 mîlyon û 380 hezar û 261 test hatiye çêkirin. 318 hezar û 663 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 195 kes jî pê mirine.
Heta niha 279 hezar û 749 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,4e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 516e. (EKN/AY/FD)